Evîn Teyfûr
Divê nivîsandina çîrokên ji bo zarokan xwedî nirxekî exlaqî an perwerdeyî be ku di jiyana wan de bi kêrî wan were û wan fêr bike ka meriv çawa bi rewşên cuda re mijûl dibe. Divê ew name, xeyal û dilxweşiya ku divê zarok bi rêya çîrokê bibîne, bi zimanekî hêsan, bi peyvine nas û hevokine kurt û hêsan li gorî temenê wan zarokî be.
Ji xalên pêşîn ên nivîsandina metnekê an berhemekê ji bo zarokan, asta nivîsînê ye. Bi taybet di çîrokên ji bo zarokan tên nivîsîn divê hin xalên sereke ên wan nivîsan hebe ku çîroknivîs li ber çavan bigire.
Çîroknivîsên ji bo zarokan dinivîsin, divê serê pêşîn bidin diyarkirin ku ji kîjan temenî re, ev çîrok tên nivîsandin. Pênûsa ku ji zarokan re dinivîse divê bi xeyal, çav, guh û hîsên zarokan li jiyanê binêre ku bikaribe tiştekî layiq pêşkêşî wan bikin.
Di nivîsandina çîrokên ji bo zarokan de divê zimanekî hêsan û rasterast ku jê tê fêmkirin bo wan were bikaranîn. Hevok û peyvên ku di nivîsîna çîrokê an metnekê de tê bikaranîn hêsan in. Ango hevok kin in û bi zimanekî hêsan ku zarok rasterast jê fêm dike û xeyalên xwe li dora wê ava dike. Her wiha peyvên ku tê de tên bikaranîn, ne xwedî wateyekî zehmet in ku bihêle zarok jê fêm neke.
Heger ne wiha be û asta nivîsîna wê metnê ne li gorî zarokan be, dê nikaribe wê çîrokê bixwîne an guhadar bike. Ew jî ji ber sedema ku dê tiştekî jê fêm neke.
Nivîs, peyv û hevoka baş, mezin û hêsan dihêlê ku gava zarokek pirtûkên çîrokan bixwînin, zehmetiyan nebînin, jê fêm bikin û pê de werin girêdan. Divê di pirtûkên çîrokên zarokan de nivîs hindik bin û bi fotoyeke mezin hatibe nivîsîn. Ango divê di her pelekê de nivîs kêm be û dibe ku ji peleke tijî wêne hevokek hebe. Her wiha ew hevok divê kin û hêsan bin da zarok bikaribe jê fêm bike.
Wek nimûne di vê her pênc pirtûkên Ara Zarok di nava destên me de ne. Di hemû rûpelên her 5 çîrokan de jî li ser her du aliyên rûpelê, pelek tijî nivîs e û pela din jî tenê wêneyek e ku ji wê pela tijî nivîs hevokekê şirove dike. Her wiha nivîsên tê de hinekî bi fonteke biçûk hatine nivîsîn. Her wiha hin hevokên li gorî zarokan giran in û tê de hindek şaşiyên wek ku carnan tê de (da, ra, va) û carinan jî tê de (re, ve, de) bi kar anîne. Ji bilî vê gelek caran bê sedem rengên nivîsê rengerengî kiriye.
"Hema ji nişkan ve ker dike zirîn û zirîna wî diçe gur û rovî."
"Rovî li cem Gur rûniştî bû. Wexta dengê zirîna kerê dike, di dilê xwe da dibêje."
Ji bilî wê di çîrokan de peyvên mîna kuştin, fetisandin, revandin û tolhildan derbas dibin ku gelekî zarok bi çavtirs li wan dinêre.
"Gava gur hat. Tu dengê xwe meke. Ku hat û kir te bixwe, ez ê rabim gur bifetisînim."
"Dawîyê her heft birayan hêza xwe kirin yek, bi hev ra tîr û rimên xwe avêtin hirç û kuştin."
Wek nimûneyên din jî di çîroka Nîsko de gelek peyvên eybî derbas dibin:
"Nanê tîrê Quzê pîrê." Peyvên wiha ku bi rêya çîrokê bilêvkirina wan li gel zarokan hêsan dibe, êdî wê demê dê perwerdehiya rast a çîrokê li ku be? Her wiha peyvên mîna rêx ku zarokê nîsk pê dimire, dihêle ku zarok gelekî li hember ajalên xwezayê bitirs be. Rast e, dibe ku bi rêya vê çîrokê û fikra wê bi şorên dê û bavên xwe bikin û li rastî xerabiyan neyên. Lê ew fikir li gorî çi ye? Ma tirseke ku vediguheze trawmayekê û di siberoja zarokan de dibe fobiya, wê çawa be?
Li gorî naverok, peyman, babet û ramanên çîrokê, çîrok yek ji girîngtirîn rêgezên perwerdehiyê di jiyana zarokan de ye, di kişandina balê û hişyariya rewşenbîrî û derûnî de roleke mezin dilîze, di rê û rêbazên rewşenbîrî de ku bandorê li ser hişê zarokan dikin, di rêza yekem de cih digire. Di guhdarkirin û xwendina çîrokê de zarok keyfekê dibîne û şad dibe.
Çîrok ji bo hînkirina zarokekî rêyeke pirr baş e û dê gelek peyv û termên nû û her wiha ramanên cihêreng fêrî wî bike. Lewma xwendina çîrokan yek ji wan rêbazan e ku mirov dikare xwe nêzî zarokan bike û dihêle ku zarok bi awayekî pirr aram tev bigere û xeyalên pirr nazik biafirîne.
Dê berdewam bike...