Wêne û reng di çîrokên zarokan de

Ya rasttir zarok ew kesên hestiyar in û xwedî xeyalên bêsînor in. Bi çavên hîsên xwe li tiştan, li dora xwe temaşe dikin û dikevin bin bandora wan.

Evîn Teyfûr

Wêne û rengên wê yek ji hîmên herî bingehîn di wêjeya zarokan de ye. Wêne detayên çîrokê vedibêje û li gorî bûyerên çîrokê tevdigere. Ango nivîsa ku nivîskar dinivîse, wênexêz wê nivîsê tevî hemû kitekitên wê, xêz dike. Dirûvê karakteran çêdike û rengan lê bar dike. Lewma zarok serê pêşîn gava pirtûkeke çîrokan bi dest dikeve, pêşî li reng û wêneyên pirr ên li ser berga pirtûkê temaşe dikin û paşê pirtûkê ji hev vedikin û dikevin nava xeyalên wêne û rengên tê de.

Ew wêneyên tijî reng bandoreke xwe ya bêhempa li ser derûniya zarokan heye û mînaka vê yekê jî li zarokan xuya dike. Wek nimûne: "Rojekê dayika keçeke 7 salî ji bo pêşangeha wêneyan, hemû tabloyên di odeya keça xwe de yên tijî rengê cuda derdixe û dibe. Piştî çend rojan dît êdî keça xwe napeyive. Dayîk gelekî li ser rewşa keça xwe tirsiya û bir gel diktorekî, lê diktor jê re got ku ew keç tu nexweşiyên xwe tune ne, dibe ku hinekî derûniya xwe  ne baş be, lewma napeyive. Dayik ji bo keça xwe çi dike jî ew keç napeyive. Dayik dibêje ku rojekê piştî karê min bi wan tabloyan qediya û min vegerand odeya keça xwe, min dît piştî demekê êdî dîsa keça min dest bi axaftinê kir." Zarok ew kes in ku nikarin hestên xwe û daxwazên xwe şirove bikin, lê gava tiştek bandora xwe li ser wan dike, ew bandorbûn yekser li ser tevger û derûniya zarok xuya dibe. Lewma ji çîrokên wiha mirov tê derdixe bê çiqas reng û wêne bandorê li zarokan dikin.

     Li gorî derûnnas û mamosteyê derûniyê Bangîn Ebdela,  ''Zarok an mirov bi giştî dabeşî sê beşan dibin: hin ji wan bi çavan bandor li wan dibe, hin bi guhdarkirinê bandor li wan dibe û hin jî bi hestan bandor li wan dibe."

  Ya rasttir zarok ew kesên hestiyar in û xwedî xeyalên bêsînor in. Bi çavên hîsên xwe li tiştan, li dora xwe temaşe dikin û dikevin bin bandora wan. Û ji ber ku zarok timî wek kesên li dora xwe tevdigerin, ango teqlîda wan dikin, ev bandorbûn dikare bi xwe re encamên erênî û neyînî li ser roj û siberoja zarokan bîne. Lewma gava em çîrokên bi wêne û tijî reng pêşkêşî zarokan dikin, ew xwe di nava karakterên wê de dibînin û pirr bandor li wan dibe. Ji xwe zarok kesên pirr pirsok in, her tiştê ku dibînin lê dipirsin : Ev çi ye, çawa çêbûye, çawa wiha bûye û gelek pirsên din dikin. Ji ber vê yekê em dikarin di vir de van çend pirsan ji xwe bikin. Gelo nivîskarên ku ji bo zarokan dinivîsin heta çi astê li zarok, xeyal, hişmendî, tevger, wêne û fêhmkirina zarokan difikirin?!. Wênexêzê ku wan peyvên nivîskar veduguhezîne wêneyan heta çi astê ji zanista wêneyên zarokan fêm kirine? Ango gava ku wênexêz tu têkiliya xwe bi zanista derûniya zarokan re tune be, ew wêneyên ku xêz dike zarok jê nefret dike, an jî bi awayekî neyînî dikevin bandora wan û ew bandorbûn dibe sedema nexweşiyên derûnî û trawmayê. Ev hemû pirsgirêk jî ji ber wê ye ku têkiliya di navbera nivîs, wêne û rengan de tune ye.

Wek nimûne em di çîrokên Şimik Zêrîn (çîroka yekê ji seta 5 çîrokên gelêrî ye ku Koma Ara Zarok derxistiye) ya gelêrî de hin nimûneyan dibînin. Di hemû rûpelên çîrokê de wêne hindik in û reng hinekî hişk, tarî û ne pirr xuyayî ne. Ango ji bo rûpele tijî nivîs tenê wêneyekî normal danîne. Gava me ev çîrok ji zarokekî 7 salî bi navê Giyan Mihemed re dixwend, di rûpela çîrokê ya 2yan de ev gotin kir; "Ev jin pirr pîs e û qereçî ye". Gotinên zarokan ên bi vî rengî mirov ecêb dihêle. Gelo ev zarok bêyî ku çîrokê bixwîne yan guhdar bike, çawa texmîn kir ev jin gelekî pîs e? Gava me ev pirs me ji wî zarokî kir, got: "Ji ber ku pozê wê jinê gelekî dirêj û rû nexweş e".

Bi rastî wêneyên wiha dihêlin ku tim zarok ji jinên bi vî awayî bitirsin û ev sedem e ku ta niha zarokên ku mezin bûne jî ji dirûvê rûyê pîran ditirsin. Wênexêzê van her 5 çîrokan bêyî guh bide xeyal û çavên hestên zarokan, ev wêne xêz kirine û rengên tarî lê bar kirine, lê bar kirine. Ango hin caran wêne ji tarîtiya rengê xwe nayê xuyakirin. Ev yek di hemû çîrokan de heye, lê bi taybet di çîroka 5an a bi navê Roviyê Hêlevan de derdikeve pêş. Wek rûpelên 10-12-20. Her wiha tê de hinek wêneyên bi şidet hene ku tu têkiliya wê bi nivîsê re tune. Ango nivîs li aliyekî ye û wêne li aliyekî ye. Ev dirûvê wêneyan di her pênc çîrokan de derbas dibe. Hin caran ji tariya rengên wêneyan, wêne baş nayêne xuyakirin.

Wek nimûne di Çîroka Newrozê ya 4an de, hin mirov li dora êgir govend girtine. Tê de hin mirov bi rengên tev de reş li ber êgir in, lewma mirov tênagihêje ka bê agir bi êzing an bi mirovan ketiye. Gelo di wêneyekî wiha de wê zarok çi fêm bike û wê çawa wan ji hev derxe? Ji bilî van nimûneyên wiha, di her 5 çîrokan de derbas dibe, lewma mirov dikare vê gotinê bike ku bike ku asta wêne û rengan di van çîrokan de lawaz e û ne li gorî zarokan e.

 

KURDŞOP
732 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!