Bandora çîrokan ji aliyê pozîtîf û negatîf li ser xeyala zarokan - 2

Di wan çîrokan de, tu carî behsa mêrekî neqenc nayê kirin, lê tim behsa jina neqenc, jinbava neqenc û qereçiyan tê kirin. Gelo ev yek ji çi tê?!...

Evîn Teyfûr

Tirs parçeyeke girîng ji jiyanê ye. Domandina jiyanê bê tirs nabe, lê gerek tirs bi pîvan be. Dê û bavan bi daxwaza ku zarokên wan rakevin çîrokên wek "wê kûçik te bixwe, hûn nekevin xew wê Gurê Manco were we bixwe"    an jî "wê qereçî were we bibe"    digotin.

   Çîrokên "qereçî wê were we bibe", ne tenê bandor li zarokan dikir, her wiha bandora xwe li derûniya dayikên ducanî ku nû zarokê xwe anîbû jî dikir. Mîna ku tu zarok tenê li hundir bihêlî wê jinek were hundir bi sirbigeyê (melkes) damale û gava ku kes tune be dê wî zarokî bibe.

   Li gundekî bi navê Qinê girêdayî bajarê Kobaniyê    jinek heye ku çar zarokên wê piştî welidandinê dimirin. Li gorî baweriya wê,    wê jinê hatiye ew zarok birine. Digot: "Êvarê piştî ku ew tev de radiziyan ew pîr  dihat zarokê min dibir. Lê zarokê min î pêncan, ez ta sibehê raneketim û li ber wî mam, lewma wê jinê nikaribû zarokê min ji min bistanda." (Ji devê jineke ducanî ku ji gunedekî bi navê Qinê yê girêdayî bajarê Kobaniyê ye.)

   Çîroka Gurê Manco jî yek ji elementên Çîroka Kurdî yê tirsandinê ye ku tenê ji bo tirsandina zarokan tê gotin. Gurê Manco di tarî û demên awarte de derdikeve holê, zarokan didize û ji xwe re dibe. Di hin şaxên çîrokan ên cuda de, Gurê Manco zarokan nadize lê wan dixwe. 

 Ji bilî hêmana tirsê di wan çîrokan de, têgeheke din xwe dide pêş, ew jî; jina ne baş e. Di çîrokên gelêrî de li gorî xeyala ku ji    zarokan    re çêdikin, jin tim pozdirêj, rû nexweş û pîs tê nîşankirin. Û paşê bi destê mêrekî ew keçik ji zilma jina qereçî, sihirbaz û pîrhebok xelas dibe. Di çîrokên gelêrî de, her dem jin    di zihniyeta her du zayendan de tê biçûkxistin. Lewma jî keç piştî ku mezin dibin, tim xwe kêm, di   bin    sîwana mêran de dibînin. Û di xeyala wan de ku nikarin bê wan tiştekî bikin. Ta niha jin  hene ku nikarin bê zilamê xwe derkevin devê deriyê malê û li ser wan zihniyetan jî mêr tim xwe desthilatdar dibîne. Di çîroka Fûla û Sindirêla de jî tê nîşankirin ku çiqas jinbav nebaşiyê li wan dike û ew jî wê zextê tehemûl dikin, ta ku qiral tê û xelata wan bi zewacê didin wan. Di roja îro de, em dikarin vê bandore li ser derûniya keçan bibînin ku zewac bo wan tiştekî mezin e û diyariya herî mezin ji bo wan e û ger ku nezewicin ji bo wan dibe pirsgirêkeke mezin û ne tenê wisa civak jî vê yekê li wan dike pirsgirêk…

    Di wan çîrokan de, tu carî behsa mêrekî neqenc nayê kirin, lê tim behsa jina neqenc, jinbava neqenc û qereçiyan tê kirin. Gelo ev yek ji çi tê?!... Ta roja me ya niha ku em pîrekê  li kolanekê dibînin ji me be dê ew jin me birevîne, an jî dê me bikuje, lewma yekser em direvin yan kolana xwe diguherin.

   Li vir ji hin çîrokên gelêrî ku derbasî nivîsê bûne    em dikarin destnîşan bikin. Di çîroka Şimikzêrîn    de tê behiskirin ku; "Bavê keçikê piştî mirina diya wê naxwaze bêyî qayiliya keça xwe bizewice lê piştî ku keçik qayil dibe, bavê wê dizewice. Jinekê tîne ku keçeke xwe jî heye. Zilm û zorê li keça mêrê xwe dike û keça xwe jî dike xatûn. Jinbava vê keçê her roj wê dişîne ber pêz û ew di zilmê de dijî, lê di dawiya çîrokê de keçik dizewice û ji zilma jinebava xwe tê xelaskirin." (Ara Zarok a 1ê, Şimika Zêrîn)

    Di vir de jî em dikarin heman nimûneyê bibînin ku keçik bi zewacê tê xelatkirin. Ne tenê wisa, ger em bala xwe bi wêneyên di hundirê çîrokê de bidin, em ê bibînin jinbav pozdirêj, qelew û rûnexweş hatiye nîşandan. Her wiha gelek çîrokên din ên bi vî rengî hene mina çîroka    Kutê, Teyrê Ecelê û gelek çîrokên pîrhebokan.

     Ji bilî çîrokên tirsê û jinê, hin çîrokên din jî hene ku dihêlin    ne tenê xeyal, lê dihêlin ku rêbaz û berteka ku ew zarok nîşan bide ne erênî be.

Çîrokeke gelêrî ya din heye ku bi dehan çîrokên din mîna wê hene bandorê li xeyal û tevgera zarokan dike. Çîroka Gîzerê û Nîsko, mînakên wê yekê ne ku di xeyalên zarokan de şidetê ava dikin û dihêle ku zarok ji bo hilanîna heqê xwe rêbaza bi hişkî û şidetê bi kar bînin.

     Di destpêka çîrokê de koma nîskan ku bixwe zarok in û bi destê diya xwe têne kuştin, di dawiyê de jî nîskek ango zarokek dimîne ew jî  çêlek bi ser de rêx dike û dikuje. Di vê çîrokê ewqas şidet tê bikaranîn. Wê demê wê zarok bi çi çavî li dayîk û ajalên li dora xwe binêre?

     Mînakên vê yekê jî di axaftinên zarokan de derdikevin pêş gava ku cilên xwe yên    paqij gemarî dikin an jî derekê gemarî dikin, dibêjin: "Ê diya min, min bikuje. Wê diya min li min bixe, wê kûçik an pisîk min bixwe, wê çêlek min bixwe."  Di vê çîrokê de zarok wê fikrekî çawa rakin? Gelo guncav e ev çîrok ji zarokan re were gotin? Gelo wê wekî trawmayekê  bi zarokan re çênebe? Bi vî awayî    divê çîrokên bi vî awayî ji aliyê kesê ku ji zarokan re çîrokan vedibêjin, dixwînin an dinivîsîn, divê li gorî pedagojiya zarokan û fikra wê bê guhertin.

 

 

 

KURDŞOP
973 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!