Serê mirîşkê yê wenda

Ez ji we re bêjim mebesta diya min çî ye, belkî tê bîra we, di payîza 2014an de li bajarê min Kobaniyê şer çêbû û milet koçber bû.

Nûjîn Demir

Ji ber bihabûna goşt,  her serê mehê dema bavê min mûçeya xwe digire ji me re di destê xwe de nîvkîloyek goşt yan jî mirîşkekê dikire û carinan jî masiyan, ew masiyên çemê Feratê yên ez dibêjim qey masiyên herî xweş in li ser rûyê erdê.

Wê rojê jî zikê me dikire qurequr û me bi zanebûn taştê nexwar. Ji ber ku me roja goşt û xwarinên xweş êdî nas kiriye, em xwe birçî dikin, qaşo em dê xwarineke giran li ser firavînê bixwin.

Bavê min vegeriya û mirîşkek anî, em giştî çûne pêşwaziya mirîşkê û me di ser bavê xwe de bi henekî straneke pêşwaziya bûkan got:

- Rê bidinê va ye hat, hemî werin dorê...

Em tev keniyan û diya min devê kîs vekir û got:

- Wîîî.. Miso!!  Va çi ye, te kew aniye yan mirîşk, va çima wanî hestî û çerm e?!

Bavê min keniya û got:

- Ên weke te yên bi goşt, qelenê wan jî biha ne.

Diya min li min nihêrî û got:

- Were bi min re alîkar be, em zû biqedînin bixwin, bila mîna wan dolmeyên me nebe!

Min got:

- Dolmeyên çii?

- Got ew dolmeyên 2014an berî em koçber bibin nayê bîra te?

Ez keniyam û min got, de de zû zû em mirîşkê birûçîkînin!

Ez ji we re bêjim mebesta diya min çî ye, belkî tê bîra we, di payîza 2014an de li bajarê min Kobaniyê şer çêbû û milet koçber bû. Beriya şer bigihêje bajêr û hîna li dora wê bû, nîvê milet derketibû ser sînor û nîvê din jî hîn di mal de bûn, digotin belkî şer raweste, mala me jî hîna bawer nekiribû wê şer bigihêje wan. Wê rojê diya min got were em ji xwe re dolmeyan çêkin bixwin. Ji ber ku tiştên dolmeyan yên hişkkirî  berê di mal de hene û te dît ji ber şer hemû dikan girtîne, me dolmeyên xwe di wê rewşa tevlihev de çêkirin. Çend rojan me xwarineke germ nexwaribû, zikê me dikir vîçevîç, me dolmeyên xwe hazir kirin û êdî em dê deynin ser agir û bikelînin. Topeke hawinê hat û li mala cîranê me ket, beroşa me ya dolmeyan tijî herî bû û em bi lez û bez ji malê derketin û reviyan ser sînor.

Her tiştê me li pey xwe hiştî dilê me diêşand, lê êşa wan dolmeyan jî cuda bû.

Û ji ber ku du roj in rewşa Rojava ne aram e û balafir li derdorê dide, diya min di dilê xwe de dibêje ku ew ê weke dolman li vê mirîşkê jî were.  Ez bi henekî ji diya xwe re dibêjim:

- Em mehek e li benda vê mirîşkê ne, ku niha teyare li odeya me ya xwarinê bide jî ez ê di odeya xewê de sifreyê deynim û bixwim.

Me mirîşka xwe çêkir keland, birinceke hebhebî jî li ber çêkir û çend îsotên Qilheydê (gundekî Kobaniyê ku bi îsotên pir tûj tê naskirin) û seriyek pîvaz li ber danî, me sifira xwe li odeya rûniştinê fereh fereh danî. Em kulfetekî mezin in, sê bira û çar xwişk tevî dê û bavê min û pîrika min, em dibin 10 serî û 10 zikê birçî.

Me li mirîşkê nihêrî û her yekî destê xwe avête parçeyekî, para min jî hêtek ket. Wekî her car jî diya min herî dawî para xwe dibir û para wê jî seriyê mirîşkê ma, ji ber ku kesî ji bilî wê serî nedixwar. Diya min destê xwe avête serî û ber bi devê xwe ve anî, dengê xurminiyekê hat û em tev veciniqîn. Serê mirîşkê ji destê diya min firiya û wenda bû.

Di wê tirsê de diya min digot:

- Kanî serê min, kanî serê min?

Pîrka min lê vegerand:

- Serê te tiştek nebûye, bi  canê te de ye.

Bavê min derkete derve û vegeriya, got:

- Netirsin, dîsa li Miştenûr daye, pencereyên xwe vekin û vegerin xwarina xwe bixwin, em mirin herî kêm em birçî nemirin.

Diya min li dora xwe digeriya û kir û nekir ew serê mirîşkê yê firiyayî nedît, bi xwe re jî digot:

- Min ji we re negot wê weke wan dolmeyan li me bibe, li min eyan bû ez vê mirîşkê jî tam nakim.

Em jî rabûn û pê re li serê mirîşkê geriyan. Nizanim ji tirsan bû, lê bi qasî em bi rewşa xwe û serê mirîşkê yê wenda keniyan, zikê me diêşiya.

 

KURDŞOP
947 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!