Bandora çîrokan ji aliyê pozîtîf û negatîf li ser xeyala zarokan  - 1

Çîrok di pêşketina xeyala    zarokan de roleke mezin dilîze, ji ber ku fikrên nû li wan û dinyaya wan    a biçûk ku berê nizane zêde dike. Xeyal alîkariya wan    dike ku bibe cihêreng û afirîner.

Evîn Teyfûr

Xeyal di çîrokên zarokan de roleke mezin dilîze. Ev çeşna wêjeyî di çîrokên zarokan de xeyalên zarokan kedî dike û li gorî erênî û neyîniyên xwe bandorên bêsînor li derûniya wan dike. Xeyal hêmaneke sereke di çîrokên zarokan de ye. Jiyana zarokan jiyaneke xeyalî ye. Ew her tiştê li dora xwe li gorî xeyalên xwe wêneyekî    nû jê re diafirînin. Lewma gava zarok li çîrokê guhdarî dike an dixwîne, her bûyerê tê de bi xwe re xeyal dike û ew xeyal dikare bandoreke pirr mezin li jiyan, rêbaz, tevger û xwezaya wî     ya jiyanê bike.

Ji berê ve timî hewlên dayikan hebûn ku ji wan çîrokên berê ji devê dê û bapîrên xwe guhdarî kirine ji zarokên xwe re berî xewê vebêjin, ew jî ji bo ku hem zarokên xwe bikin xew û hem jî ji bo ku wan şad bikin û wan fêrî tiştekî nû ji ezmûna jiyanê bikin. Di rojên me yên    îroyîn de gelek nivîskar û berhemên wan ji bo zarokan derketin û wan nivîskaran bi berhemên xwe hewl dane sûdmendiyekê li zarokan bikin.

  Di vir de jî her çiqas bandora erênî ya çîrokên gelêrî û yên nivîskî li ser zarokan û xeyalkirina wan hebe jî, lê ewqas çîrok hene jî dihêle trawmayeke mezin di bîrdanka hiş, hîs, xeyala, rêbaza jiyanê û bi civakê re, dîtina wan a ji hawirdorê re û mezinkirina kesayetiya wî/wê zarokî de çê bibe.

   Bo nimûne çîrokên mîna beqê ku dibe mîr, wehşê ku dibe şah an yên mîna wan, bi awayekî sîstematîk bandorê li awayê dadbarkirina tiştan dikin. Lê belê hin çîrok û efsaneyên fantastîk bi xwendinê, ji bilî berfirehkirina xeyalê, beşdarî şikilkirina hişmendiya zarokan jî dibin.

      Di vir de em dikarin van pirsan ji xwe bikin:    Ev çîrok heta çi astê neyînî bûn û ta çi astê erênî bûn? Van çîrokan berê çi bandor li xeyalên zarokan kir? Û wê li ser jiyan û siberoja zarokan çi bandorê bike?

     Çîrok di pêşketina xeyala    zarokan de roleke mezin dilîze, ji ber ku fikrên nû li wan û dinyaya wan    a biçûk ku berê nizane zêde dike. Xeyal alîkariya wan    dike ku bibe cihêreng û afirîner. Xeyal diyariyek e ku divê di zarokan de were pêşxistin da ku di pêşerojê de ew bibin mirovên awarte, belkî derhêner, hunermend, an jî xwedan ramanên afirîner, cihêreng ku bi wan re dibin alîkar di warên cihêreng de bigihîjin serkeftinê.

      Bi awayekî giştî tu kes nikare înkar bike ku her çiqas çîrokên gelêrî yên ku dê û bavan ji zarokên xwe re digotin pozîtîf    bûn, lê ewqas sedem jî hene, bandora xwe li ser helwesta zarokan hebû û dihêle ku em hinekî bi çavekî negatîv jî lê binêrin. Di heman demê de ew çîrokên gelêrî ku veguhezîne nivîsê û yên nivîskaran bi pênûsa xwe ji bo zarokan nivîsîne, dikaribûn di bandorkirina xeyalên zarokan de cih bigirin.

      Negatîfa çîrokên gelêrî dest pê dike gava ku nivîskar bê guh bide derûniya zarokan, berheman ji bo wan dinivîse. Her wiha gava ku dê û bav jî bê baldarî an jî bi daxwaza zarokên xwe rakevin çîrokê dibêjin an bi pirtûkê ji wan re dixwînin bêyî ku jê haydar bibin bê ev çîrok ta çi astê dikare trawmayekê li gel zarokan çêbike û ji tirsê xeyala wan    qels bike û her wiha bandorê li siberoja wan    bike.

   Pirraniya dayikan beriya razanê ji zarokan re çîrokên prensesan dixwînin û ev çîrok bûne îlhama gelek fîlman û ji bo zarokan, bi taybetî keçan, cihê dilxweşiya mezin in, lê ew çîrok tijî qalibên kevnar in ku zirarê li zarokan dikin. Ji ber ku pirraniya wan çîrokên wek    Sîndirella û Bedewa wehş, ku ji zarokatiya me ve di hişê me de cih girtine, ji ber ku hin ramanên nijadperestî di nav de ne, dikarin bandoreke xirab li kesayetiya zarokan bikin. Yanî wek ku hemî prenses    xweşik in, çavşîn, porzer û nava wan zirav e. Û tim hew prenses binketî   ye    û nikare tiştekî bike ta ku prenses were û wê xelas bike. Çîrokên bi vî awayî zarok jê fêm dikin ku keç ji bilî ku xweşik û baş be, divê bi tu tiştekî din nizanibe. Her wiha divê tim li benda zewacekê be ku ew mêr were wê rizgar bike. Ev çîrok dikare di xeyalên zarokan de jina binkeftî timî ava bike ku ev yek jî li cîhanê tê xuyakirin ku jinê ev binkeftin li xwe qebûl kiriye

   Her wiha di wan çîrokan de zewac xelata herî mezin e.. Ev çîrokên bi vî rengî pirr bandorê li ramanên zarokan dike û dihêle ji dirûva xwe hez neke.

   Ji bilî çîrokên bi vî rengî hin çîrok hene gelekî bandorê li ser rêbaza xeyalên zarokan dikin û tirsê li gel wan diafirînin. Berê dê û bavan bi mebesta ku zarokên wan  bi şev dernekevin û zû razin, ji wan re çîrokên bi tirs digotin, bêyî ku hesab bikin dê ev çîrok bandoreke mezin li siberoja wan    zarokan    bike. Di vir de me ji hin kesên bi temenê jor 18an re pirsî ku ta niha hûn ji çi tirsîn û çi çîrok hene hîna wek tirsekê xwe di hundirê we de veşartine. Bersiva wan ew bû ku  çîrokên mîna wê kûçik te bixwe, gurê manco, qereçî, nesizî, pîrhebok, gurê heft serî û hwd...

  Berdewam dike.

KURDŞOP
926 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!