Nîhatê Hecî Şakir
Di serî da min nizanibû ez ê rojekê ji xwe ra bi zimanê xwe binivîsînim. Min bizanibûya helbet min ê destê xwe hê sivik bigirta û ji bona gotinên min ji hev şaş nebin, min ê gotinên xwe mînanî libên tizbiyê ji xwe ra li pey hev rêz bikirana, lê ev di destê min da nebû û loma jî bi derengî ketim.
Stefan Zweig di çîroka xwe ya “Dilekî Jihevketî” da dibêje, “Qeder daîm beriya ji derva da bandorê li rih bike pêşiyê li ser hiş û bedenê xwe dide der.”
Bawer kî ev gotin û rewşa min pir li hev dikin.
Gava ez êdî fehmberî xwe dibûm û hê bi ber bayê dinyayê neketibûm, zimanê min zimanê xeberdanê û zimanekî din jî zimanê xwendinê bû. Merivan ji xeynî hundirê mektebê li malê û bi hevalên xwe ra bi zimanê xwe xeber dida û li mektebê jî zimanê din hîn dibû, lê dîsa jî hê wê çaxê, gava haya min ji herfên “Q, X û W”yê tunebû, ez hînî herfên li mektebê dibûm, min li ser deftera xwe bi zimanê xwe hevokên hêsan dinivîsandin. Pirsa “Ez çima nikarim bi zimanê xwe bixwînim û binivîsînim?” daîm di hişê min da bû, lê mîna min qasek berê jî got, bayê dinyayê meriv dide ber xwe û dibe. Heya meriv rojekê rastî xwe û çîroka xwe were.
Eduardo Galeano jî di Nêçîrvanê Çîrokan da dibêje, “Ba rêça qaqlîbazan nahêle. Baran rêça lingên merivan dişo. Tav rêça zeman radike. Çîrokbêj jî her çiqas ji binî neyên jibîrkirin jî bi pey rêça veşartî ya bîranînên jibîrkirî, eşq û êşê dikevin.”
Bawer kî ez jî hema hema bîst sal ewil rastî xwe û çîroka xwe hatim. Min wê çaxê hê nizanibû mesele “çûyîn” nîne “dagêr” e. Mîna James Joyce dibêje, “çavên xwe bigire û bibîne,” lewra “Te dixwest birevî, lê tu rastî xwe hatî. Rêya herî kese ya diçe malê rêya herî dûr û dirêj e.”
Erê, min daîm hema dixwest serê xwe hildim û ji welatê xwe dûr bikevim, lê piştî du salên xwendina li Stenbolê, ez reverevî hatim. Ji kêfan lingên min erd nedigirtin. Deşt û çiyayên min li benda min bûn û min dixwest dîsa ji deşta xwe li çiyayên xwe mêze bikim, lê îcar di destê min da pirtûk hebûn û min hewiya xwe bi wan dianî. Hingî min li ser hev dixwend, bavê min digot, “Kurê min wê ji meleyê gund derbas bike.”
Sûcê bavê min nebû. Xwendin tenê karê meleyan bû. Bi ser miriyan da dixwendin, li ser mezelan dixwendin, bi ser kesên di sikratê da dixwendin, Mewlûd (Melayê Bateyî) dixwendin û carinan jî nivişt çêdikirin, lê ji serê ser da min him dixwest bixwînim û him jî dixwest binivîsînim. Loma jî min bi zimanê mektebê dest bi xwendinê û bi zimanê xwendinê jî dest bi nivîsandinê kir, lê dîsa jî min dikir û nedikir ev ziman û rihê min li hev nedikirin û min çi dixwend nîvco û min çi dinivîsand kêm dima.
Di nava min da xweziya ji bona nivîsandinê, piştî salekê, rojekê li bajêr rastî pirtûkfiroşekî hatim. Berê ciyê pirtûkfiroş ji min ra salix dabûn. Ez hema ketim hundir û min got, “Ez dixwazim xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe hîn bibim.” Zilamê kal vebişirî. Di pey ra bi herdu destên xwe pirtûk nîşanî min dan û got, “Ev hemû bi zimanê te ne.” Min ji kêfan xwe ranedigirt û hema li pirtûkan dinihêrî. Zilam çend pirtûkên rêzimanê û ferheng ji min ra anîn. Çavê min pirtûkên mezin nebirî. Ji bona rojeke zûtir fêr bibim, min pirtûka herî zirav û ferhengeke biçûk hilda: Dersên Zmanê Kurdî (Kemal Burkay) û Ferhenga Berîkê (Weşanên Dozê).
Navê pirtûkfiroş Miheme Nûrî bû, lê ew daîm ji bona min weke Xalê Nûrî ma.
Min êdî lîse qedandibû û li malê dest bi fêrbûna xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe kir. Gava rêya min bi bajêr diket, ez hema dihatim cem Xalê Nûrî û em bi zimanê hev dipeyivîn. Min pêşiyê bi rojname û kovaran dest bi xwendinê kir. Ji bona çîrok û romanan hê mabû, lewra min tehma xwendinê hildabû û min dixwest gava bixwînim mîna avê pê da herim. Ez rûniştim û min herf bi herf dinivîsand û fêr dibûm. Hema çi dihat ber devê min û çi diket hişê min derbasî ser kaxez dibû. Gava min êdî dikaribû cilika xwe ji avê derxim, min bi Qaqlîbaz (Richard Bach, Weşanên Firatê, Wergêr: Osman Özçelik) û Evîna Cemîlê (Cengiz Aytmatov, Weşanê Firatê, Wergêr: Nacî Kutlay) dest pê kir. Ev pirtûkên ewil bûn û min êdî bi zimanê xwe baş dixwend. Di pey ra ji min ra êdî ferhengeke mezin hewce dikir û min Ferheng (D. Îzolî) kirî û bi salan piraniya peyvan ji ber kir.
Gava min êdî dixwest tenê li malê bim û ji xeynî kar û barên dinyayê ji xwe ra pirtûkan bixwînim, ez dîsa bi ber bayekî ketim û min berê xwe da Stenbolê û dest bi zanîngehê kir. Digotin Stenbol ji bona xwendin û nivîsandinê navend e. Li dora min êdî kesên me bi zimanê hev him dixwend û him jî dinivîsand hebûn, lê dîsa jî daîm kêmasiyeke mezin di nava min da digeriya. Min dikir û nedikir ev kêmasî ji min nediqetiya. Min daîm dixwest herim, lê min êdî baş dizanibû ji bona min hemû mesele “dagêr” e.
Piştî salan min biryara xwe da û ez êdî li welatê xwe dageriyam û min tenê xwe li kilaman girt. Çîrokên min di Sal Mîna Bawîşkan Derbas Dibin da derçûn. Xwîşk û birayên min pirtûka min ji destê hev revandin û gava navê pirtûka min ji diya min ra xwendin, diya min mîna her gav serê xwe hêdîka hejand û got, “Erê lawo, sal mîna bawîşkan derbas dibin.”
Rojekê hevalekî ji min pirsî, “Tu çawa dinivîsînî?” Min jî jê ra got, “Ez dixwazim mîna xwe binivîsînim.”
Erê, piştî bîst salan, ez îro bixwazim jî êdî nikarim bi zimanekî din binivîsînim, lê daîm dixwazim mînanî kilamekê hûrik hûrik wê kilama xwe binivîsînim. Loma jî ji bona xwe li nava gotinên xwe kilaman direşînim û hezkirina xwe ya ji bona zimanê xwe daîm bi xwe ra digerînim.