Diyako Şasiwar
Di van du deheyên borî de, bi derketina torên civakî û herikîna mijarên sererd û biçûk ên ji bo vî cihî, xwendin bi giştî kêm bûye li gor tiştên ku dîtin û xwendin hêsantir in û peyamên kurt ên ku zû têne jibîrkirin. Herçiqas ev yek di asta mirovên cidî de tiştekî dinê ye, û her di vî warî de bi milyonan çavkanî û gotarên baş bi dest dixin û sûdê jê werdigirin. Lê behsa min di vir de li ser kesekî ye ku bi giştî ew pêla nivîsîn û weşana bê bijarte ji bo ziman afirandiye.
Eger berê hin ji kovar û weşanxaneyên nivîsîn û belavkirinê, çavkaniyên zimanî bûn, niha ew rol hatiye guhertin û her kes li gorî hostatiya xwe dipîve û çavkanî winda û nediyar in. Her lewma di ziman û nivîsandinê de, tevliheviyeke mezin û di heman demê de qelsiyeke mezin a gelek ji wan kesan heye ku di warên cuda yên zanistên mirovî de gotarên wergêrî û wêjeyî diweşînin û heta bîranînan jî dinivîsin.
Belkî ev yek wisa were şirovekirin ku kes nikare pêşiya hereketa pêşveçûna pêşketina teknolojiyê bigire û herwisa em nikarin astengiyan ji bo nivîsîna kesî çê bikin û ev yek jî şiroveyeke rast e. Eger rewşa serdest ew be ku tê gotin û kêşeya zimanî û nivîsandinê jî di bin bandora vê meşê de hin guherînkarî bi ser de hatibin; gelo rêyek bo derbasbûna ji wê yekê heye ku bê pêşniyarkirin hem ji aliyê tebeqeya nû ve û hem jî ji aliyê nivîskarên cidî ve were sûdwergirtin, ziman dewlemendtir bê xuyakirin û hemû zanyarî bi awayekî rast derbasî berdengê kurdî bibe?
Ev pirsên ku reng e mêjiyê gelek ji me li ser wê yekê ecêbgirtî mabe û li pey bersivên wan geriyabe û heta me rêçare jî dîtibe. Wekî ezmûnên xwe, dixwazim tenê aliyekî û ezmûnekê pêşkêş bikim ku di van çend rojan de dixwînim û bala min kişandiye ser .
Lê berî vê ku ez biçime ser mijara sereke ku ezmûna min a wê heyamê ye, ez dixwazim kevanekê vekim. Mixabin di nav me de petayek heye ku pir metirsîdar e û kêm û zêde haya me hemûyan jê heye û me xwe jê mat kiriye, ev jî nedîtin û jibîrkirina berhemên nivîskar û afirînerê hevnifş û hevzimanê me ye.
Ji aliyekî ve jî, serdemekê geryana zêde li pey çavkaniyên ziman û çandê wekî kevneşopî dihate hesibandin û gelempera wan du mijaran jî bandoreke gelek xirab li zimanê me kiriye û wek tê gotin: “Serma bi hetîw û ba be dewarî şirî nekirdibê.” Ez dîsan jî wê yekê dubare dikim ku şikir di vê rewşê de gelek pênûsên afirîner, dewlemend û qahîm hene û kêm nînin.
Ezmûnên min:
Mijûlî teoriyên çandî, deqên rexneyî, dîrok, carnan roman û kurteçîrokan im. Herçiqas ez hinek îngilîzî jî dizanim û carnan jî pê dixwînim, lê eger rastbêj bim, cuda ji wan deqên ku bi kurdî jî dixwînim, xwendinên min tev bi farisî ne. Ez mijûlî xwendina Taûna Albert Camus me. Ew bi rewşa heyî re hevaheng e û ji aliyê gelek grûpên xwendin û wêjeyî yên cîhanê ve hatiye pêşniyarkirin ku bixwînim. Di heman demê de me komeke Telegramê ya pêkhatî ji çend kesan jî heye ku em bi şevan ezmûnên xwendina xwe ya hevpar nîqaş dikin. Hemûyan xwendiye. Carnan jî em kurteçîrok dadinin û axaftinê li ser dikin yan jî herî kêm em dibêjin me xwendiye. Em pirtûkên Mauppasant, Qizilcî, Çexof, Nehayî, Mendenî Pûr, Şêrzad Hesen, Murakami û hwd, bi hev re didine nasandin. Herwisa em berga nû ya ferhenga Zaraveyî ya Mukriyan, pirtûka dîrokî ya Barbara Tuchman, Hewrên Danyal, Zeman Lerze, Îmîl û hwd bi hev didine nasandin.
Vekirina rûpeleke nû:
Şevekê yekî behs kir ku berhema Çexov, ku me hemûyan behsa wê kiriye, wergerandiye ser kurdî. Kîjan çîrok? Wan got hûn bi xêr hatin xebata wî ya di çendîn cildan de. Çawa? Baş. Ji bo kurdî hatiye wergerandin û em ê bi dest bixin.
Şevekê em li ser pirtûka Barbara Tuchman, wate dîroka dûre hizrî yan jî gêjiya wê axivîn. Yek ji wan got ev berhem kirine bi kurdî. Birêz çawa ewa pirtûkeke girîng e? De girîng bûye, lewma kirine bi kurdî. Bi navê Dîroka Gêjiyê? Eva xebereke xweş e. De gelek baş e, bila em Taûna xwe bixine ber behsê. Erê we pê çawa bû? We kîjan wergêran heye? Min wergêrana Husênê Dêhxuda heye. Min jî wergêrana Riza Seyîd Husênî. Wele min deqa wî ya kurdî heye. Deqa kurdî ya çi? Taûn. Bi rastî? Bê derew. Kake, wergêrana wê çawa ye. Kuro çawaya çi? Bi Xwedê ji ava kaniyê zelal û rewantir e. Kî ye? Resûl Sultanî.
Îcar em ê rastî karûbarê Resûl Sultanî bên. Berhema Çexof kê wergêrayê kurdî? Resûl Sultanî. Dîroka Gêjiyê? Ew jî Resûl Sultanî. Eva ji bo min bû bi “weswasî” û min pirtûkên wî ji wê û wî wergirtin. Lê min hemû bi dest nexistin. Bes rastiyek bo min derket. Mirovek ku bi salan e milê xwe hildaye û xema ziman xwariye. Micidtirîn kar hilbijartiye û bi zimanekî dewlemend û pir bi zarave û îdyoman û pir bi ciwaniya zimanî, bê girê û rewan wergêran kiriye.
Karên wî berfireh in û ez naxwazim carê ti tiştekî li ser bibêjim. Çimkî nabe hem li ser wergêrana Çexof û hem romana Murakamî û hem karên Yaşar Kemal, hem Îmîla Jean-Jacques Rousseau û hem romana Buzurgî Elewî û hwd bi hev re biaxivim. Belê, wê pênûsa bedew, ev û gelek pirtûkên din wergêrane ser kurdî. Hewce ye ku em hemû wan wekî nivîsan bixwînin, û ez wek ezmûna xwe ziman jî pê dewlemend dikim û û lezetê jê werdigirim.
Mandî nebî mamoste Resûl Sultanî ji bo wan hemû karên girîng. Xerman bereket. Nûçe behsa vê yekê dikin ku te berhema Şer û Aştî û Lolîta jî çap kiriye. Ji bilî wan berheman, deh berg ji romanên Dr. Îbrahîm Yûnis jî ji aliyê wê pênûsê ve li ser kurdî hatine wergêran û dê bêne belavkirin. Hêvîdar im pênûsa ku bi qasî nivîskarê xwe serbilind e, li ser dewlemendkirina ziman berdewam be û wêjeya cîhanê banghhêjê nav zimanê kurdî bike.