''Exol'' û bi berhemên balkêş ve derketina pêş

Piştî çar salan mayîna di binkeyeke rewşenbîrî de man mirovekî rojnamevan û zimanzan û helbestvan wekî Pîremêrd wir bû, bixwe pirtûkxaneyek hebûye. Tevî vê yekê ku her di vê rojnamê de di gel berhemên hemû van helbest û nivîskarên wê demê ku bi kurdî dinivîsîn û ji bo rojnameyên wekî Jîn û Jiyan gotar dişandin û nasyarî peyda kir.

Di dîroka wêjeya kurdî de gelek helbestvan hene ku dîwanên nelihev û girseyî yên wan hene û bi sedan helbestên xwe di berhemên xwe de tomar kirine, ku piraniya wan di astekê de ne ku wekî helbestvan û nivîskarê micid û bi bandor hatine naskirin. Lê, hin helbestvan û nivîskar hene ku berhemên kêm hene û her ji rêya wan berhemên xwe yên hindik cih û pêgehek ji xwe re çêkirine û heta komek ji wan jî gelek berhemên wan hene, hejmarek nivîsên wan bi başî hatine xuyakirin û di nav wêje û rewşenbîran de cihê xwe vekirine..

Yek ji wan helbestvanên ku dîwaneke 170 rûpelî li pey xwe hiştiye, lê bi çend nivîsên zirav û bihêz navdar bûye, Ehmed Derwêş Ebdulla ye ku naskiriye bi navê “Exol”. Exol di sala 1911an de li kolana Dergezên a bajarê Silêmaniyê li Bûşrê Kurdistanê ji dayîk bûye. Sedema navê wî yê tenê, wek ku bixwe di jiyannameya xwe de behs dike, ew bûye ku, dayîk û bavê wî her ji zarokatiya wî de ji ber hezkirina zêde jê re digotin Exol û kurmamekî wî yê zarokatiyê hebû ku ji ber astengiya ziman jê re gotiye Exol û êdî ev nav li ser wî cihê xwe digire û piştre her wî navî dike bi nasnavê helbesta xwe.

Exol ji ber şert û mercên dijwar ên zarokatiya xwe ku hevdem bû bi Şerê Cîhanê yê Yekem û wêrankirina Silêmaniyê re, nekarî berdewam bixwîne û heta pola pêncê ya dibistana destpêkî bi navbeynkarî li Silêmanî û Bexdayê xwend û piştre mejûlî kar dibe.

Bexteweriya Exol di vê de bûye ku li temenê 18 saliyê de dibe karker li çapxaneya Silêmaniyê de ku vê demê rojnameyên naskirî “Pîremêrd”ê nemir lê çapkirin. Wate du rojnameyên bi navên “Jîn” û “Jiyan” de.

Mana Çar salan li navendeke rewşenbîrî de ku rojnamevan, zimanzan û helbestvanekî wek Pîramêrd lê jiya bû, bo Exol dibistaneke bû. Bi ser de jî, her di vê rojnamê de di gel berhemên hemû ji van helbest û nivîskarên wê demê ku bi kurdî dinivîsîn û gotar bo rojnameyên Jîn û Jiyan dişandin navdar jî bû.

Di nav wan de, ew bi berhemên helbestvanên nûxwaz û bi bandor ên wek “Goran” û “Şêx Nûrî” “Şêx Salih” nasyar dibe ku evan bixwe li rêya zimanên biyanî û di gel nasyariya helbesta hevdem a Tirkî li rewta helbestê nû gihîştibûn û bingeha xwe li Başûrê Kurdistanê avakiribûn.

Ji aliyek din ve bi helbestvanên din ên wekî “Fayîq Bêkes”, “Medhoş”, “Şêx Selam” û “Îbrahîm Ehmed” re jî di nav pêwendiyan de bû, birayê wî wate “Kamran Mukrî” bixwe li pêşengên wateya nû û riya neoklasîk a helbesta kurdî de bûye.

Hemû ev mijarên han û şiyan û hogiriya wî bû sedem ku Exol tevî xwendina xwe ya kêm dest bi nivîsandina helbestê bike û bi dehan helbest di rojnameyên wê demê de çap bike. Her weha di rojnameyên Jîn, Jiyan, Galawêj û Rojî Nû de wekî nivîskar xebitiye. Di sala 1970î de pirtûka xwe ya yekem a helbestan bi navê “Peyman û Şîwen” çap dike.

Helbesta Exol ji aliyê pêkhatî û naverokê ve li ser du serdemên cuda hatiye parvekirin. Serdema yekem a helbesta Exol vedigere beriya salên 1930î. Heta wê demê, ji ber eleqeya wî ya bi helbestvanên mezin ên klasîk ên kurd ên wekî Nalî, Mehwî, Hemdî, Kemalî, Bêkes û … hwd, ziman û vegotina wî di qada vegotina helbesta klasîk de tevdigere.

Yanî şablonên helbestî yên ku berî wî bi kar anîne heman bûn. Ji aliyek din ve, naverok ew bû ku hemû helbestvanên klasîk pê re xebitîbûn.

Qadeke xeyalî ya ji êşa civakê hatiye îzolekirin. Di van helbestan de helbestvan behsa evîna xwe ya Eflatûnî û evîndarekî ku danasîna wê di navbera mirov, perî û mexlûqekî neasayî de ye. Bi gotineke din, helbesta wê demê hem ji aliyê naverokê ve kevnar e û hem jî di helbestan de kesên di helbestan de taybetiyên mirovekî nûjen di xwe de nagirin û ziman jî tijî peyvên biyanî ye ku ketine nav helbestên zimanên din de.

Serdema duyem a helbesta Exol di sala 1930an de dest pê dike. Bi gotineke din, li gor guherînên helbesta kurdî li Başûr, bi taybetî di berhemên helbestvanên neoklasîk ên wek Nûrî, Kakey Felah, Herdî, Kamran Mukrî û … hwd. Helbestên wî jî hem roxsar û hem pêkhateyê diguhere wate ji giraniya ên bera xwe dide bi giraniya beşa xwemalî ku naskirî bû, hem jî şeklên mirovê Kurd ên serdemî jî dixişike nav nivîsan de.   

Eger helbestvanên klasîk mebesta van îrfan û felsefeya îslamî û evîna Eflatûnî û … hwd biba wira mebest dibe nîştiman, êş û jana gelê Kurd ji aliyekê û ji aliyek din ve jî bixwe dibe bi wekî mirovekî li ser rûyê erdê û êş dibîne û li hundirê civakê hatin û çûnê dike.

Ji ber sadebûna zimanî, gelek berhemên Exol ji aliyê dengbêjan ve hatine çêkirin û bi nav û deng in. Di nava van helbestan de hem helbestên rîm û hem jî helbestên beş ji xwe digire. Bo mînak, helbesta navdar "Giliya bi Perperikê" ji aliyê gelek dengbêjan ve hatiye gotin, ku wiha dest pê dike:

behare bulbûl, bulbûl behare

seretay naɫey sewdayî zare

were binaɫîn be cût le şewda

ême şew bêdar bê xem lexewda

Helbesteke din a ku li ser giraniya beytê ye û ji aliyê gelek kesan ve wek stran hatiye gotin helbesta "Bi yadî carane".

ew helbest jî waha destpê dike:

ay çend giriftarî tom

 ciger birîndarî tom

 dilbestey zinnarî tom

 ay çend giriftarî tom.

Helbestên wî yên netewî ku ji bo gelek hilkeftan û şehîdên şoreş û serhildanên Kurdistanê nivîsandiye, beşek ji berhemên Exol in. Lê, helbesta Exol ya herî bi nav û deng, xezeleke bi navê “Peyman û Şîwen” e, ev helbest xwedî ziman û vegotineke nû ye û ji aliyê naverokê ve ji hemû hewldanên wî yên helbestî yên berê cudatir e. Hêjayî gotinê ye ku ev helbest ji aliyê Elî Merdan ve hatiye çêkirin.

şerte ta rojî heşir xulyay min bê çawî yar

wêlî sehrabim hemîşe terk ekem xwêş û dyar

şerte xwênim ya be giryan erjme sefhey 'edem

ya be şimşêrî řeqîbana ebê bitkête xwar

şerte wek mecnûnî bêkes deşt wikêw bê meskenim

ta bedaxî leylewe demnêne qebrî teng witar

şerte wek ferhad qulngî yadî şîrîn helgirim

ta le pay kêwî fîraqa cê dehêlim yadgar

şerte wek yeqûb le dûrî yusfî gumgeştekem

sîne pir xem, dîde pir nem ta ebed negirim qerar

şerte wek azîzimrde ser le ejno bernedem

bo diley wêl û ẍerîbim daîma bigrîm be zar

şerte wek bulbul be şîwen qet liq û çil bernedem

ta demî xunçey emel nekrêtewe subhî behar

şerte wek dêwane keşkol û esayek helgirim

bîxeme lawe be carê 'îzzetî nefs û wîqar

şerte bimbê tacî xesrew gencî qařûn textî key

her le dergay ewa bimrm kesas û xaksar

şerte rengîn kem le daxî to be eşkî dîdekem

'erd û berd û şax û dax û lalezar û cwêbar

şerte ya hesret legel xoma enême qebrewe

ya ebê bimjm le xunçey new şikofey lêwî yar

KURDŞOP
646 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!