Pirtûka Îbrahîm Bingol a ‘’Zazakî û Kurmancî Ji Aliyê Felsefeya Zimanî Ve’’ hat çap kirin

Pirtûka Îbrahîm Bingol a “Zazakî û Kurmancî ji aliyê felsefeya zimanî ve” ji Weşanên Avestayê derket. Pirtûk ji 104 rûpelan pêktê.

Kurdshop – Pirtûka bi navê  “Zazakî û Kurmancî  ji aliyê felsefeya zimanî ve” ya Îbrahîm Bingol ji Weşanên Avestayê derket.

Pirtûka Îbrahîm Bingol a “Zazakî û Kurmancî ji aliyê felsefeya zimanî ve” ji Weşanên Avestayê derket. Pirtûk ji 104 rûpelan pêktê.

Pirtûka Zazakî û Kurmancî ji aliyê felsefeya zimanî ve ji 104 rûpelan pêk tê û nivîskar Îbrahîm Bingol derbarê metirsiyên linavçûnê yên li ser Zazakî û behsa nîgeraniyên xwe dike.

Derbarê armanca xwe û fikar û ew metirsiyên jinavçûnê yên li ser Zazakî hene, Îbrahim Bingol waha pênase dike:

“Hezar caran heyf e ku zazakî îro li ber mirinê ye, bi gotineke din zazakî nêzdêrû de ye. Eger mûcîzeyek çênebe, ji vir şûn de rizgarkirina zazakî gelekî dijwar e. Em vê rastiyê dizanin ku xelaskirina zimanekî tenê bi xîret û çalakiyên rewşenbîr, zanyar û vekoleran nabe. Gelek faktorên din yên derveyî zimanî jî hewce ne. Xuya ye ku zaza xwedî van faktoran nînin û di paşerojê de jî di asoyê de xwedîbûna van faktoran xuya nake. Dîsa jî çi ji destê me bê, divê em bikin ku ev xebat berhema vê saîqê ye. Min xwest di vê xebatê de kurmancî û zazakî di çarçoveya cîhanbîniyê de, di çarçoveya felsefeya zimanî de bidim ber hev û nîşan bidim bê ka ji aliyê mentiqa zimanî ve çi ferq û wekheviyên her du zaravayan hene.”

KURDŞOP
658 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!