Mîtos û edebiyat

Pirtûka bi navê Mîtos û Edebîyat Mîtosên Kurdo-Îranî di Edebiyata Kurdî, bi edîtorîya Dr. Shahab Valî û Dr. Kenanê Nado (Subaşi) ji weşanxaneya Nûbiharê derket.

Şerko Janzêm 

Kurdshop -  Pirtûk ji heşt gotaran pêk tê rêzkirina gotaran li gorî seyra dîrokî ji dema mîtolojîk û hata dema modern rengvedana mîtosan di edebîyata kurdî de radixe ber çavên me. Û li gorî zarava û dîyalektên kurdî cîha mîtosan hatîye destnîşan kirin. 

“Di dused salên dawî de bi hişyarkirina hestên neteweyî gelek milet li dû esl û binyad û paşxaneya xwe ketine. Ji bo xwe îsbatkirin û bidestxistina mafê gotinê di dinyaya îro de reh û rîşên kevin bûne çavkanî û rewabûna hebûnê ji bo qewman. Weku gelek miletên din Kurdan jî xwe li vê lidaçûnê qelibandine û xwestine nîşan bidin ku ew, yek ji qewmen Îranî yê herî qedîm bûne. Ji bo îsbatkirina vê yekê serî li mitos û çanda xwe ya kevnar dane û di înşakirina miletbûnê de ew bi kar anîne.

Di vê kitêbê de ji bikaranina “mitosa Kurdo-Îranî di edebiyata Kurdi de” hatiye nîqaskirin û destnîşankirin. Ev yek bi çar zaravayên Kurdi; di folklor, edebiyata klasik û nûjen de bi heşt gotaran hatiye pêşkêşkirin.

Du gotarên ewil teorik in û derbarê peywendiya mîtos û edebiyatê û rêwitiya lehengê mîtolojîk de ne. Şeş gotarên mayî jî derbarê rengvedana mîtosa Kurdo-Îranî di edebiyata Kurdî de ne.”

Navê gotar û nîvîskarên wan ev in:

Mîtos, Mîtolojî Û Edebîyat – Dr. Shahab Valî

Teorîyên Lehengê Mîtolojîk - Sami Çeliktaş

Kesayetên Mîtolojîk Û Rengvedanên Wan Di Edebıyata Gelêrî Ya Kurdî De – Dr. Kenan Subaşı

Dêw Û Formên Wan Di Folklora Kurdî De – Dr. Kenan Subaşı

Şah Û Pahlewanên Mîtolojîk Di Edebîyata Kurdî Ya Klasîk De – Dr. Yakup Aykaç

Ji Mîtosê Ber Bi Logosê Çavkanîyên Mîtolojîk Yên Helbesta Kurdî Ya Modern – Dr.  Mehmet Şirin Filiz

Kesayet Û Heyberên Mîtolojîk Di Edebîyata Goranî/Hewramî De – Dr. Shahab Valî & Cumhur Ölmez

Motîfên Mîtolojîk Di Edebîyat Û Folklora Kurdîya Zazakî De – Doç. Dr. Ahmet Kırkan

KURDŞOP
955 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!