Pirtûka Êmîl a jean-Jacques Rousseau û wergêrekî bê hempa

Pirtûka Êmîl waneya perwerde û hînkariya mirov e û ev heyama çend sedsalan e ku di hemû zanîngehên cîhanê de weke wane dê hînkirin. Rê û cihên taybet û ecêb bo perwerdehiya zarok û di her dem ê de guheriye û heta serdema mezinbûnê tê de ye.

Waneyek bo hemûyan bi zimanê Kurdî

Kurdsphop – Di vê nivîsê de em dixwazin pirtûkek taybet bidin naskirin ku hewce ye her xwandevaneke warê zanista mirovan agahdarê vê be û hemû dayik û bav vê bixwînin. Pirtûka “Êmîl” bi nivîsîna fîlesofê mezin yê bi navê “Jean-Jacques Rousseau” û wergirê kêrhatî, karzan û ziman zengîn mamosta “Resûl Sultanî”

Pirtûka Êmîl a waneya perwerde û Hînkariya mirov e û ev heyama çendîn sedsalane ku di hemû zanîngehên cîhanê de weke wane tê gotin. Rê û cihên taybet û ecêb bo perwedehiya zarok û her dema guherînê heta serdema mezinbûnê tê de ye. Metirsiyên rêya jiyan û hînbûn û takkevtin û civakîbûn û hînbûna peymanên civakî bo zarokan û ji aliyek din ve waneyeke bo dayîk û bav û mamostayan, bo ku jê hîn bibin û pêka van esas û biryarên ku “Jean-Jacques Rousseau” fîlesof danîne, zarokan perwede bikin û helbet hevdem ev aliyên di gel jiyana îroyî jî li hev nakin der bixin.

Yên ku dixwazin bi awayek tijî û xurt jiyana “Jean-Jacques Rousseau” û hizr û ramanên wî bizanibin, bila pêşgotina pirtûka “Peymana Civakî” bixwînin.

“Rousseau” dibêje: Xwezaya mirov baş û paqij hatiye afirandin, lê kom, şewt û şeranşoy kiriye. Xwezaya mirov serbest hatiye afirandin, lê civakê êxsîr kiriye. Xwezaya mirov bextewer hatiye afirandin, lê civakê bextreş kiriye. Ev her sê mijarên han bi hevre girêdayî, heqîqetekê ji me ra dibêje: Pêwendiya civakê bi cîhana xwezayî weke pêwendiya di navbera baş û xirabê de ye. Tevahiya belgeyên “Rousseau”li ser vî esasî hatine avakirin.

Tekeziya “Rousseau” li ser hînkariyeke azad û dûr li sîstema zordarî ya perwerdehiyê ye û her ji ber vê sedemê ye ev wisa hizir dike ku ev sîstemên han mijûlê pêwendiya mirov \ zarok û derdorê têk didin. Ger bala xwe bidinê, digihîjin bi vê heqîqetê ku di cîhana îroyî de û di sîstema perwedehiyê de beşeke zêde li welatên li ware perwerdehiyê de pêşkeftine, wane û xwandingehên wan, xwandekar, mijar heta sîstem û mamoste mijar in.

Li koma wan mijarên “Rousseau” ku behs dike, dixwaze me bigihîjne bi vê armancê ku şêwaza perwerdehiyê ew e, “Zarok \ mirov”ekî wek “Êmîl” lê dike ku zarok armanca vê ew e, hem hîn bûye û hem xweşî li cîhanê dîtiye. Hem li êxîsriyê rizgar bûye û em zilmkar û nedadpewer in. Huner bo girînge û bi şêweya taybeta xwe hîn bûye. Îşaret bi dîrok û erdnîgariyê dike û wêje naskiriye. Lê nek bi sîstemeke kêrnehatî ku berê wî serkeftî bûye. Di encamê de dibêje:

Bi vî awayî perwerdehiyê, “Êmîl” xortekî bihêz, dest jîr, kêrhatî û baş û xêrxwaz û heqîqetxwaz, jîr û pîroz û bextewer jê der dikeve û bi vî awayî dibe xwediyê hemû başiyên mirovê şaristaniyetê, bi bê vê yekê ku bikeve wan gendeliyan, dawiya vê bingeha me girtiye, ev yeka bû hizr û ramanên “Rousseau” di pirtûka “Êmîl” de.

Pirtûka “Êmîl” di çendîn beş û bin serenavên cuda pêk hatiye. Ev di her beşekî de wateyan bi hûrî şirove dike. Zemîneya civakî û derûnî behs dike. Şêwaza xirab û çewt a wan eşkere dike û di encamê de şêwaza mînak a xwe pêşkêş dike. Ev şêwaza ku behs jî dike bi şêweya kiryar li ser “Êmîl” cîhbicîh dike. Ango pirtûka perwerde û hînkariya zarok û mirovan e li serdemên hestyar de. Ji bo mînak li destpêka zarokatiyê de destpê dike û dibêje:

Ev çavdêriyên zarokan hewceyî pê hene, her tişta ku bi destê afirînerê mezin ê cîhanê tê holê, bê kêmasiye, lê her digihîje dest, hêrs dibim û nifşa bingeha min gendel dibe. Bingeha min, zeviyekê neçar dike, berhemekê pêk bîne ku, taybet bi erdeke din e û darekê neçar dike, bi yeke din bigire. Her yek ji me an tov û xemlan, an demsalan ji hev dihejîne. Kûçik an hesp an xulamê xwe seqet dike, bo vê ku rind nîşan bide, kurt behs bikin her tiştî têk dide. Bingeha her tiştî diguhere. Wek bêjin hez ji tiştên tirsinok û mezin e. Pê keyfxweş nine ti tiştek bi bê wek xwe bi destê xwezayê hatiye afirandin, bi rindî û neşikestî bimîne, heta eger ev tişt mirov be. Ew hewce dizane ku zaroka mirov wek bedewiya hesp perwerde bike, ku bikarê derev û girînê tê û bi dilê xwe perwede bike û weke dara nav baxçê xwe de bîne ser binyata ku ev bixwe hez jê dike.

“Jean-Jacques Rousseau” ne di wê baweriyê de ye ku dayîk û bav zarokên xwe radestî sîstemeke perwerdehiyê bikin ku ew nas nakin, belkû bawerî bi pêwendiyeke dualî di navbera dayîk û bav û mamosteyan de heye, ji ber ku her du alî jî hewcedariyên zarokan dizanin û dikarin kêmasiyan nas bikin. Û hêz ji hev cuda bikin da ku her du alî karibin biryar bidin ku zarok çi fêr bibe û çi fêr nebe. Ji ber vê yekê ew li ser vê baweriyê ye ku divê rahênerek were hilbijartin. Lê ew tekez dike ku divê malbat heta ku ji dest tê roleke rengîntir bilîze. Ger dayîk û bav ji ber sedemekê nikaribin vê rolê bilîzin, wê demê divê helbijardeyek din hilbijêrin, ew jî hilbijartina rahênerek jêhatî û lêzan ji zarok û xwendekar re ye.

Ger bav nikaribe zarokê xwe bi xwe mezin bike, mamoste hildibijêre. Ev mamosteyê ku divê bi dil û niyetek paqij karekî pir dijwar û mezin bimeşîne, hewcehî bi komek taybetiyên bê mînak û taybet heye ku “Rousseau” ji wan bêpar e.

Ji bilî naskirina dayîk û bav çawa hilbijêrin û çi bikin, “Jean-Jacques Rousseau” ji mamosteyan re jî rêberiyê peyda dike. Ango beşeke mezin ji her yek li rûpelên pirtûkê ji perwerdekirina rahêner bi xwe re hatiye veqetandin. Divê rahêner çawa hîn bike. Di rewşên cûda de çi hîn bikin û çawa tevbigerin. Meriv çawa pergalên nebaş nas dike û hewl dide ku forma baştirîn perwerdehiyê li ser xwendekaran bicerbîne.

Ger bav nikaribe zarokê xwe bi xwe mezin bike, mamoste hildibijêre. Ev mamosteyê ku divê bi dil û niyetek pak karekî pir dijwar û mezin bi cih bîne, hewcehî bi hin taybetmendiyên bê mînak û taybet heye.

“Dema ku wisa ye, min biryar stand ku di xeyala xwe de xwandekarek hebe û wisa hesab bikin ku tendrustiya tam û zanyariyên wî zarokî temam û cihgîre û ev hunerên min, ku bo vî karî hewce ne û dikarin xwandekarê xwe her di destpêka ji dayîkbûnê heta vê dema ku dibe bi zilameke pêgihîştî û êdî hewcehî bi rênmayiyên ti kesî nine, rê nîşan bidim. Ez liser vê baweriyê me ku em modela pir bi sûd e, ji ber ev nivîskarê ku bawerî bi xwe nîne, li qadeke hişk û nepenî û gumanê de dê rê li ber winda bibe. Dema ku di kiryarê de bav dûr dikeve, dibe vê şêwaza karî bicerbîne ku bi dilê wî ye”.

Di dawiyê de dikarim bibêjim karek ku bi wergêrê xwedî şiyan yê Kurd “mamosta Resûl Sultanî” encam daye bê mînak e. Wergêreke tijî û rêkûpêk bi zimaneke rewan û dewlemend ku di cîhana îroyî ya nivîsîna Kurd de ecêb girtiye. Ji aliyek din ve hilbijartina mijarên wergêrê yên “Resûl Sultanî” gelek cihê hizirkirin û hişmendiyê ne. Ev dizane dibe bo wergêrê çi hilbijêre. Ev heqîqeta jî bi koma berhemên “Anton Chekhov” koma berhemên Dr. “Îbrahîm Yûnisî” dîroka gêj, ya berhemên “Yaşar Kemal,” Şer û Aştî, “Leo Tolstoy” û gelek berhemên din selmandine.

KURDŞOP
673 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!