Mehabad Qeredaxî û sê demsalên jiyanê  - Beşa Yekem

Navê Mehabad Qeredaxî bibîranîna serdemekê ye ku nifşên me di zanîngehan de “Çiya cihê genmeşiyan” dixwandin û di vê şiyana dem û afirandina wêne û gotinên cuda de ev bi dana berhev li gel zilamên helbestvan ên Kurd dilxweş dibû.

Leyla Salhî

Kurdshop – Nivîsînek kurt li ser nivîskarek pir berhem karek dijwar e. Dema ku nivîsîn û berhemên wê jî pêl avêtin bi cudahiya hizirkirinê û dahênanê de, pêwîstî bi behs kirina cuda berhemên wê heye. Xatûna “Mehabad Qeredaxî” ji wan nivîskaran e ku berhemên wê zêde ne û naveroka berhemên wê jî gelek aliyên cuda li xwe digirin. Di vê nivîsê de hewl didim ku xaleke hevpar di hinek nivîsên Mehabad Qeredaxî de behs bikim û îşaretê bi hin ji nivîsên wê bikim. Ev xala hevpar ku dixwazim di hinek nivîsan de behs bikim, jin û arîşeya jinê ye. Her çawa hatiye gotin, çalakiyên xatûna “Mehabad Qeredaxî” berfireh û fire rehend in.  Çalakiyên bi kiryar ên li warê mafê jinê û arîşeyên civakî bûne û li ser wan nivîsiye. Ev aliyê di van gotarên cuda yên di vê warî de bi nivîsîna xwe nîşan dide. Cuda ji vê yekê ku di wan çend pirtûkan de jî ku bona tekezîkirin li ser arîşeyên jinan dest nîşan kiriye, raste rast nivîsên wê, behsa mafê jin û arîşeyên jina Kurd e.

Yekem nivîsa wê di vê gotara pirtûka “Azad kirina dîrokê”de ye. Ev pirtûka bi şêwazeke zanistî û metodek di deh parçên cuda de ye, jin, xebat, û çalakiyên jinan, tevgerên femînîstan, arîşeyên jinan Kurd behs kiriye. Di sîstema dayîksalariyê de, sîmaya jinê mînak dike û ev arîşeya ku heta îro jina Kurd heye; Bi hemû wan guhertinan jî ku li têgihîştina mirovê Kurd li bara jinê de daniyê holê. Çawaniya çêbûna vê dîtingeha kultûrî ye di ware jinê de ku di nav Kurd de heye, şirove dike û aliyên cuda ji hev cuda dike.

Cuda ji vê pirtûkê, pirtûka “Şerefname”ye ku li ser pirsa kuştina jinê bi hinceta parastina şerefê ye, dinivîs e. Ji aliyeke din ve wek sernivîserê “Kovara Şîkar” ku xwediyê îmtiyazeke “Yekîtiya Afiretên Kurdistanê” ye, hemû hejmarên vê îşaret bi pirsên civakî û xwandina van pirtûk û nivîsan dike terxan kiriye, an bi şêwazeke dahênerane arîşeya jinê di nav de hatiye behs kirin; (Weke roman û Helbest) an ev teoriyên hizrî û civakî yên ku behsên wiha di nav de xuya ne, an bi şêwaza mînakê arîşeya jinên nîştimanî di nav de hatine nîqaşkirin. Her vê canliber û mafxwaz ê, wisa kirbû ku pir caran û bi tundî jî rastî rexnekirin û heta ev bixwe jî wek koma wan jinên ku ji ber wan dinivîsî, li hember wan de dengê xwe bilind dikir; Çi bi nivîsîn û çi bi Yekîtiya Afiretan, li hember dîtingeha zilamsalarî û serweriya zilam bibe û wê ev arîşeya heta dawiya rojên jiyanê, heta piştî mirina xwe jî, berahîka xwe û berhem û helwestên xwe ber neda.

Lê, li gel wan hemûyan jî  “Mehabad Qeredaxî” ji bo min hertim sîmaya helbestvaneke nû ya başûr bûye. Dengek zelal û bihêz a helbestê ku di vê dawiyê de jî, li nivîsîna helbestan nesekinî. Herçend ku terxankirina beşekî zêde li şiyan û dema xwe ji bo pirsa jinan jî be û dibe ku vê yekê ew pir li rewşa helbestê dûr xist be.

Navê Mehabad Qeredaxî wê demê tîne bîra me ku nifşê me li zanîngehan “Çiya zeviya genimeşamiya” dixwendin û ji şiyana wê ya afirandina wêne û vegotinên cihê li gorî helbestvanên Kurd ên din kêfxweş dibûn. Kêfxweşî ji vê ku ev dengê bivêr û jinane ye di helbesta Kurdî de tê bihîstin. Ev berhema wê nabêjim ku tenê deng e, herwaha yek ji wan dengên nû yên helbestên jinan bû ku bi berfirehiya rêza xwe li rêza dengên zilamên helbestvan dihate cuda kirin. Herçend ku niha jî di helwestê de reng û bêhna wê her bi ser de xuya ye. Lê, ji ber berhemên wê yên dawiyê, Mehabad tenê li pey peydakirina arîşeyek cuda ji bo vegotinê kevtibû û rêwînga rêyekê ku hêdî hêdî ya wê rêyê bû bi helwêst û hizirkirinê û wê hizirkirinê siya xwe xiste ser nivîsên roman û helbest û lêkolînên wê. Ev rê û rêbaza hizirkirinê pêk dihat ji, wêne û dîtina jinê bi gişt di civakê de û hebûna jina Kurd di pêkhateya civaka nîştimanî ya Kurd de..

Xuya ye destnîşankirina xwe ji bo ber bi pêşvebirina hizreke wiha, hem aliyê kiryar ve daxwazkar û hem aliyê lêkolîn û heta bi helwest û hest û dîtingeha helbestvanane cî bi cî nabe. Wê xwast ev çiqas li ser piyane, ev qasî di şiyana wê de hebû bixe xizmeta vê hizir kirinê. Mijara çiqas aliyê kiryara xwe de serkeftî bûye û çi xebatek encam daye an na, girê didin bi xwandina çalakiyên wan binkeyên bi kiryar di Başûrê Kurdistanê de, ku ev wir çalak bûye û bi dana berhev kirina wan aliyan ji dûr ve bo me dest nade. Tenê derkevtina vê hevgirêka “Kovara Şîkar”e ku kareke bicih û binirx û cuda dibe li ser vê helwest hebin. Lê, ji vê zêdetir dibe afiretên çalak yên di wî warî de li başûr ev aliyên jiyana Mehabadê bidin ber hev. Renge parek ji vê tîr û nerazîbûnên ku di vî warî de jêra dihatin gotin baca helwesta siyasya Kurdî ya wê bibe, ku di hinek rawestgehên jiyana Kurd di salên dawiyê de li Başûrê Kurdistan û cihê vê behse jî bi sebebên ku min li jorê qala wan kir wira nine.

Lê, du aliyên din ku berhemên helbest, roman, lêkolîn û wergêranên wê, li ber destê me ne û em dikarin di vê berhema wê de, vê hêla hizrê bibînin ku me got, nivîsîn û lêkolînên Mehabadê pêngav avêtiye ser wan. Romana “Fatîla” wergirana vê pareke li bextreşî û bûyerên siyasî û civakî yên neteweyekê û nîşandana karaktereke jin di wan arîşên siyasî û civakî de. Dr. Şukriya Resûl di vê barê de dibêje: “Di romana Fatîla de romannivîsê lêzanînek bi tevahî li ser roman, sînema û şanoyê de heye ku di teknîka wergêranê de bikar aniye û şiya ye dema rûdana bûyer û serdema serhildanê li rêya karekteran ve behs bike”.

Mehabadê di pirtûka “Salek di dojehê de” dubare li hêla behskirinê de, pênûs xistiye tevgerê. Lê, vê carê behskirin di çarçoveya serpêhatiyan de ye. Kesayetiya vê serpêhatiyê jî ev bixwe ye. Xûyeke di heyama 40 salan de. Di nav girtîgehê de mejûlî wergêranê ye. Ev bixwe behs dike bi hemû êş û azaran ve ku li girtîgehê de ji bo her kesî heye, lê ji bo jinê çend gelek zêdetir dibe. Her çawan ev bixwe dibêje, weke vekirina rêyeke nû kiriye. Ev tîbîniya di pêşgotina pirtûka xwe de li barê sebebên behskirina serpêhatiyên xwe yên bivêrane û balkêş e. Dibêje: Bi tîra wan serpêhatiyan min sê armanc pêkandin:

“Ya yekem ew e ku dîwarê stûr yê ku Beisiyan di mejiyê min de bi îşkenceyên xwe li girtîgehê de li derûna min de  ava kirine bişkînim.

Du: Şikandina kevneşopiya ku bîranîn di serpêhatiya pîrbûnê de tê nivîsandin.

Ya sêyem, şikandina bêdengiya jinan a li ser jiyana wan a taybet û biyografiya wan. Vekirina derî ji bo jinan di qada giştî de ku bîranînên xwe bê dudilî li ser kêliyên jiyanê yên ku bi kevneşopî weke şerm tên hesibandin binivîsin.

KURDŞOP
597 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!