Nirxandinek li ser romana Îrfan Amîda: Derî vekirî bihêlin wê hechecîk vegerin

Îrfan Amîda bi helbestê dest bi edebiyatê kir paşê bi lêkolîn û wergeran dewam kir niha ji bi romanê di vê rêwitîya xwe ya edebîyatê de dimeşe. Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin romana sêyem a Amîda ye

ŞÊRKO JANZÊM

Kurdshop - Îrfan Amîda bi helbestê dest bi edebiyatê kir paşê bi lêkolîn û wergeran dewam kir niha ji bi romanê di vê rêwitîya xwe ya edebîyatê de dimeşe. Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin romana sêyem a Amîda ye.

Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin, mîna romana Îrfan Amîda ya berî xwe dîsa xwedî zimanekî ku li gor gelek xwîneran giran û li gor hinekan ji xweş û bi çêj e. Li gor min jî ziman giran e lê her ku mirov noqî nav romanê dibe ziman bi xweşa mirov diçe û mirov digihêje zimanekî helbestkî her wiha bi wî zimanî re hevokên felsefik, analîzên derûnî û civakî pir dibe û ev yek jî dike ku mirov li ser mijar, hevok û gotinan hûr bibe.

Wek ku min li jor jî got, zimanekî giran, hevokên kurt, kompleks û taswîrên zêde hebûn di romanê de ez dikarim bêjim ku ew zimanê ku bi xwîner giran tê ji hevokên kurt û kompleks in ku li gelek cîhan bi yek peyvê bûn. Her wiha bi sedan peyvên ku di zimanê standart de tune ne hatîye bikaranîn û ev yek bûye sedem ku xwînerên ku dûrî devoka Mêrdînê ne li gelek cîhan bilukumin. Hevokên kurt û kompleks barê wateyê girantir kirîye ji ber wê karê xwîner giran dibe. Diyalog kêm in. Lê şîrove û vegotinên hem piştî dîyalogan hem di nav diyalogan de zede û giran in ku gelek caran xwîner dîyalogan ji bîr dike.dîyalog di nav  şahesandina mekan, karekter, rewşa karekter ya derûnî  de wenda dibe û ev yek dike ku têgihiştina  diyalogan jî giran bibin. Karekterên ku di civakê de ji rêzê ne dest bi analîzên civakî dikin. Ewqasî felsefîk diaxivin mirov rolên wan yên di civakê de ji bîr dike.Yanî nivîskar mudaxeleyî karakterên xwe dike.

Di romanê de çîrokeke navendî tine ye. Navenda romanê vala ye, her çîrok xwîner ber bi çîrokeke din ve davêje û tu çîrok naqede hemû çîrok nîvco ne. Lê bi tevahî mirov dikare bêje ku roman romana koçberîyê ye û di nava xwe de çar çîrokên koçberîyê dihewîne.

Çîroka yekem ya Nesîma û Zerîfa ye ku ji welatekî dûr hatine Nisêbînê, li wir mezin bûne, zewicî ne bûne xwedî mal û zarok lê hîn jî xwe aidî wê derê nabînin û bi çavê koçberan li xwe dinêrin.

Çîroka duyem a Zerga û qîza wê Şîlanê ye. Ku ew jî ji Lalîşê hatine Nisêbînê û mêrê Zerga Pîro jî li Rojava Şervan e. Ew ji mîna Nesîma û Zerîfa xwe aidî wî bajarî nabînin û li benda Pîro ne ku ji wir bar bikin herin.

 “- Em vegerin Rojava cem babo?”

“- Na bila babo bê.”      

  “-Em herin Şengalê?” (r.80) …

 ev diyalog di navbera Zerga û qîza wê Şîlanê de derbas dibin ji vê dîyalogê û berdewamîya wan xuyaye ku bere wan  û dile wan jî li çûyînê ye.

Çîroka çîroka sêyem jî ya Osman e. Ku wî jî pêşî ji Nisêbîne bar kirîye çûye Stenbolê û dîsa vegerîyaye. Lê em di çîroka Osman de berevajî yên din lêgerîna çûyîne yan jî xwe aid- nedîtinê nabînin. Li gel ku carna hin xortan jê re digotin tu heta niha li ku bû dîsa vegere wir. “- Heta doh li ku dere bû bila here wir.” (r.94) getinên bi vî rengî ku ji Osman re dihatin gotin pir bûn. Lê ewî qet guh nedida wan gotinan. Heke ku em bahsa karektera Osman bikin em dikarin bejin Osman di pirtûkê de denge muxalîf e. Di gelek cîhan de wî û xortên şervan nîqaş dikirin û hetta carinan dilê xwe ji Osman digirtin û bertekên tûj nîşanî wî didan. Mînakek ji dîyalogên navbera Osman û Xortên şervan de ev e; “- Wê dinya biqûre vê carê. Kurd tu carî ewqasî neketine rojeva cîhanê. Pişta xwe bi me gire dane hevalno. Em bawerîya hemû gelan in îro. Em ne bêkes in.” (r.210)  bersiva Osman ev e, li hember van gotinan; “- Heta niha tu beran negihaşt ser kêra Smaîlîya me.” “- Em ne Smaîl in li ber kêra tu kesî xalê Osman.” (r.211)   

Çîroka çarem ya koçberîyê jî koç û barkirina ji Nisêbînê bû. Di romanê de li gelek cîyan hatîye gotin ku gelek kesan bar kirîne û hîn jî amadekarîya barkirinê dikin.

Wek ku me li jor gotibû navende romanê vala ye û çar çîrokên koçberîyê hene. Piştî van mînakan em dikarin bi rehetî bêjin ku roman romana koçberîyê ye û di navenda wê de koçberî heye lê bere her çîrokekê li Nisêbînê ye û li Nisêbînê jî sitarî kêm e. Vê carê berê wan dikeve cihên cuda, belavbûnek derdikeve holê.

Karektereke din heye ku bahsa wî neyê kirin nabe û wê nivîs nîvco bimîne jî Sofî Kîsik e. Sofî Kîsik karekterekî tîpîk yê civaka me ya îro ye ku mulkîyetparêzeke ku ewqasî xwedî li tiştên ku aîdî wî ne derdikeve ku ji bo karik şîrê bizinan venexwin guhanê bizinan kîsik dike. Ji bo ku teyr û tilûr tirîyê dêlîya wî nexwin goşîyên tirî dixe kîsikan. Berî ku Sofî Kîsik bar bike goşîyên tirî kîsik dikir û di dîyaloga di navbera wî û Zergayê de wilo dibêje; “- heyfa wan e law. Wê çûk teyrik, mêş û moz bixwun hemûyan, zarok marok dikevinê.” (r.179) di vir de em dibinin bê Sofî Kîsik yekî mulkîyetparêz e û tiştê ku malê wî be nade kesî. Wê ji bajêr bar bike û here jî çavên wî bar nabe ku çûk û moz û zarok wan tirîyana bixwun wan kîsik dike, xerabûna wan ya di kîsik de jê ji xwarina wan ya ji hela çûk, moz û zarokan çetir e. Bersiva Zergayê ya ji Sofî Kîsikre dike ku berê xwe bide goşîyekî din û bêdeng bimîne. Ka em li bersiva Zergayê binerin; “- Ma ku tu çû û pêv, çi dixwe, kî dixwe bila bixwe xalo Sofî. Ma ne ew ê di darê de bikerixin.” (r.179)

Ger hêlîn xera nebe yê çûyî wê vegerin, karekterên me jî wê li ser kokên xwe vegerin ji ber ku nikarin ji koka xwe dûr bikevin yan na wê hişk bibin, pûç bibin, wenda bibin… welhasil romana Amîda romana koçê û vegerê ye lê ji bo vegerê divê derî vekirî be, divê hêlîn li cîh be.

“Şevên ku ji kundan re dimînin sibehên wan xav in kurê min. Kund ji heyvanê sibehê dixwin, hechecîk ne wilo ne. Bi bêhna wan dimeyin sibeh.” (r.151)

KURDŞOP
1184 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!