Şêrko JANZÊM
Dema min nû pirtûk dît navê wê û bergê wê bala min kişand jixwe nav û berg hevûdû temam dikirin. Min dest bi pirtûkê kir û her ku ez lê çûm min dît ku ne bergê wê ne jî navê wê têra vî delawêrecîyê Berdayî dike.
Şampaz, pirtûkeke bi terzeke ku heta niha di edebîyata Kurdî de bi vê terzê nehatîye nivîsîn e. (yan jî min heta niha nedîtîye û nexwandîye.)
Di pirtûka me de du karekterên sereke hene: Adil Berdayî û Kalo. Lê karekterên me yên alîkar pir in. Pirtûkeke pirrdengî ye, ligel vê pirrdengiyê bi devê kesê yekem û bi monologan hatîye nivîsîn. Pirtûk ji serî heta dawî bi devê karekterê me yê sereke Kalo tê vegotin.
Kalo, mirovekî gundî ye. Di salên nodî de piştî ku gundê wî tê şewitandin tê Qoserê (Qezê), mirovekî saf e, lê ji ser ya xwe jî danakeve yanî yekî bicir e.
Adil Berdayî, wek ku ji navê wî xuyaye mirovekî xemsar e, tu tişt ne di bala wî de ye. Ev her dû karekterên me li hundirê malîyeya Qezê rastî hev tên û meseleya me dest pê dike. Kalo ji bo ku deynê ceryana mala gund ya ku hatîbû şewitandin bide diçe malîyê. Berdayî jî mîna nêçîrvanekî ku li benda nêçîra xwe be li benda yekî bû ku wî têxe feqa xwe. Li malîye xwe wek karmendekî rê dide û Kalo dixapîne 2500 lîreyê wî jê distîne û mesela Kalo û Berdayî dest pê dike. Piştî demekê Kalo bi xwe dihise ku hatiye xapandin û bera dû Berdayî dide. Her ku Kalo dikole li meseleyek Berdayî rast tê û dibîne ku Berdayî ne mirovekî ji rêzê ye şampazekî bi nav û deng e. Bi dehan kes xapandîne. Ji rojhilat bigire heta rojava, ji başûr bigire heta bi gelek bajarên bakur mirov xapandine, yê hinekan perê wan yê hinekan malê wan xwariye. Kalo van meseleyan hemîyan dibihîze lê dev jê bernade. Gelekî li dû wî digere. Berdayî jî geh dibe şêx, geh dibe texsîcî û geh dibe tucar û kî dikeve ber wî wan dixapîne…
Ku em bên ser zimanê pirtûkê zimanekî herekbar e. Belê mekanê bûyerê Qezê ye lê mirov nikare bêje ku zimanê pirtûkê bi temamî devoka Qezê ye. Ji ber hin mudaxaleyên rêzimanî jî di hin cîhan de ziman xav maye.
Nivîsakarê me her çiqas xwestibe ku xwe ji monoton bûna romanên Kurdî dûr bixe jî bi ser neketîye, dîsa bahsa bindestî, feqîrî, zor û zixtên li ser civaka Kurdan kiriye. Di vegotinê de jî hin mesele zêde dûbare kirine ev jî acizîyekê dide xwîner. (dema bahsa ceryan û aleten ceryanê kirîye teqez bahsa ceryana qaçax jî kiriye.)
Lê rûdan pir xweş bi hev ve hûnandine dema ji rûdanekê derbasî rûdaneke din dibe mirov pê nahise. Hûnandina rûdanan bi awayekî pisporî hatîye kirin.
Dîyar e ku nivîskarê me mekanê xwe jî pir baş nas dike. Hem ji hêla dîrokî ve hem jî ji hêla sosyolojîk ve.
Wek ku min di destpêkê de jî got pirtûkeke ku bi terzeke cûda hatîye nivîsîn. Li gel hin kêmasîyan jî mirov dikare bêje ku pirtûkeke serkeftî û hêjayî xwendinê ye. Bi ya min divê hûn jî bera dû Berdayî bidin bê ka hûn dikarin wî bigirin.