Ebdulkerîm Surûş (Aryas) li 05.09.1958`an li gundê Zindeştê navçeya Kinarberojê ku girêdayî bajarê Selmas a parêzgeha Urmiyê ye ji dayîk bûye. Dewrana piçûkatî û herwisa xwendina destpêkî li wî gundî derbas kiriye. Ji bona dewama dersa xwe ya navendî çûye bajarê Urmiyê. Piştî wergirtina dîplomê diçe bajarê Têhranê û li Zanîngeha Tehranê lîsansê distîne. Paşê dibe mamosta diçe nava karê perwerdehiyê, û piştî 15 sal karê perwerdehiyê bi yekcarî ji Wezareta Perwerdehî diqete û diçe Saziya Radyo û Televîziyona dewletî ya bajarê Mehabadê û li wir dişixule. Navbirî piştî 15 sal karê medyayî di sala 2013`an de malnişîn û karbes dibe û dubare dizivire bajarê Urmiyê. Surûş eleqeyek taybetî bi folklorê û edebiyata devkî ya kurdî heye. Ew gund bi gund û bajar bi bajar li nava gelê xwe digere û bi dilsojî û eleqe hêmanên folklorîk berhev dike, şirove dike û dinirxîne.
Pîşe: Lêkolîner û nivîskar
Xebat:
Berhemên xebata Ebdulkerîm Surûş (Aryas) bi vî awayî ne:
1-Gilî û gazinên evîndaran ji kelepora Kurmancên Îranê (bi zimanê kurdî), W. Nûbihar, 2016, Stanbul bi tîpên latînî.
2-Folklora kurdî (edebiyata devkî) bi zimanê farsî. W. Dîrok, 2018, Bocnûrd.
3-Folklora kurdî (stran û awaz) bi zimanê farsî. W. Dîrok, 2018, Bocnûrd.
4-Deng û dengbêjî bi zimanê kurdî. W Pênivîs 2019, Tehran.
5-Newayên motrib û çengên Kurdan bi zimanê kurdî. W. Madyar, 2020, Sine (Senendec)
6-Gilî û gazinên evîndaran ji kelepora Kurmancên Îranê (bi zimanê kurdî), W.
Madyar, 2020, Sine (SEnendec) bi tîpên erebî- aramî.
Berhemên ku li ser wan xebat tê kirin û ji bo çapê amade dibin:
1-Folklora kurdî (irf , edet û resm) bi zimanê farsî
2-Folklora kurdî (bîr û bawir) bi zimanê farsî
3-Folklora kurdî (zanista gelêrî) bi zimanê farsî
4-Antolojiya dengbêjên Kurd ên Kurmanc yên Îranê)
5-Mem û Zîn û folklor.
6-Şopa lingan (komkirin û şirove û nivîsîna gelektir ji 90 govendên kurdî a kurmancî
Herwisa binêre
Surûş (Aryas) endamê Şêvra Nivîskaran a du kovarên kurdî-farsî bi navên Jîlvan li Sine û Beyan li Mehabadê ye.
Kurd mîratdarên xizîneyeke mezin ji hêmanên folkolorîk in û gencîneyek bê bin ku mixabin karên ku jibo komkirin, wejandin û şiroveya beşên curbicur yên vê gencîneyê hatine kirin kêm in û li ser esasên lêkolînên akadimîk jî nînin. Helbet meriv dikare hinek karên ku hatine encamdan jî wek binaxeya lêkolînên pêşerojê bihesibîne, lê pir kêm e û têrê nake.
Di salên dawîn de pêngavên gelek baş li vê mijarê hatine rakirin û Ebdulkerîm Surûş (Aryas) jî pêngaveke kurt li warê bêsînor ê lêkolîna jibo nasandina folkulor û wêjeya devkî û gelêrî ya gelê xwe hilaniye û hêvîdar im ku bi alîkariya dost û hevalan, bi taybet dilsojên çand û folkulora kurdî, em bigihîjin astekê ku em bikaribin lêkolîn û şiroveyeke dirust li ser folkulora gelê xwe bikin.
Îrorojê mixabin tê dîtin ku hinek ji ciwanên me, jiber ku çanda xwe baş nas nakin, xwebawer nînin û hinekê ji çand, dîrok û folklora xwe dûr ketine ku bi çavekî sivik temaşeyî çand, ziman û folklora xwe dikin û axaftina bi zimanê bav û kalên xwe jî tiştekî nebaş û dûrî şaristaniyê dizanin. Eva di halekê da ye ku divê em balyozên çandî yên war û gelê xwe li seranserî dinyayê bin. Divê em li nirxên çandî yên axa bav û kalên xwe xwedî derkevin û wan bi cîhanê bidin nasandin.