Lêkolîn Li Ser Stranên Kurdî

Ebdulkerîm Surûş (Ariyas) Urmiye- Iran

Li ser stran û awazên Kurdî lêkolîn ji aliyê biyaniyan û Kurdan pir kêm hatiye kirin û ewa hatiye kirin jî pir girîng, binirx û biqîmet e.

Em ê bi xebata hinek rojhelatnasên rojavayî û zanyar û lêkolînerên Kurd amaj bikin:

 

A. Zanyar Û Lêkolînerên Rojavayî

1. Profsor Oskar Man (Oskar, Mann)

Profsor Oskar Man rojhelatnasê almanî li sala 1905`an di nava kitêba “Tuhfeyê Muzefferiye” de li bajarê Mehabadê, çend beyt û stranên Kurdî kom krine. Ew kitêb ji aliyê mamosta Hêmin ve bi Kurdî hatiye wergerandin. Tuhfeyê Muzeferiye, di nav de 16 çîrok yê rêkxistî bi navê beyt, 6 çîrokên din û hinek stran hene.

 

2. Ralf solîkî (Ralph Solecki)

Ralf solîkî li zanîngeha Kulombiyaya Amirîkayî, li sala1953`an sêzde stran û pênc perçe mûsîqiya Kurdî bi not dinivîse û şirove kiriye.

 

 

 

3. Jan dûrîngê (Jean During)

Jan dûrîngê firansî di pirtûka xwe bi navê “mûsîqî û irfan” de ku taybetî derheqê mûsîqiya Kurdên Yarisan daye gelek stranên oliyên wan kom kiriye û bi franseyî nivîsiye. Xatûn sûdabe fezayîlî ev kitêb bi Zimanê  Farsî wegerandiye. Jan dûrîngê li sala 1749`an şiroveyek li ser stranên Kurdî nivîsiye.

 

4. Komîtasê Ermenî (Kumitas Wrdapet)

Komîtasê ermenî sêzde stranên Kurdî li sala 1889`an li bajarê Berlînê bi not nivîsiye. Komîtasê ermenî li sala 1975`an xebateke berifireh li ser stran û awazên Kurdî bi serperestiya Birêz “Ayako Tatîsomo” meşandine û stran bi notan nivîsîne.

 

5. Frêdirîk Boden Şitêd (Frederick Boden shetet)

Frêdirîk Boden Şitêd li sal 1849`an de şiroveyek li ser stranên kurdî nivîsiye.

 

5. Vasîlî Nîkîtîn (Vasily Nikitin)

Wasîlî Nîkîtîn di pirtûka “Kurd û Kurdistanê” de behsek derheqê stran û awaz û beytên Kurdî amade kiriye.

 

6. Avanîs Şîraz û F. Papazyan

Avanîs Şîraz û F. Papazyan di kitêba bi navê “Revahêl Edebul Ermenî” de beyta “Siyabend û Xecê” û “Heso û Zlix(zelîxa)” ji ermenî bi Erebî wegerandine.

 

7. Rojê Lêsko (Roger Lescot)

Rojê Lêsko beyta “Memê Alan” li sala 1997`anwergerandiye ser zimanê fransî. Ew berhem 184 beyt e. Herwisa rojhelatnasên wekî: “Fûn Hartman Îtalî” û “Eliksandir Jabayê Rûsî” û “Cîmzimûryêyê Berîtanî” nivîs û gotarên pir girîng li ser stran û awazên Kurdî nivîsîne û gotine û xebatên baş ji çand û wêjeya Kurdî kirine. Her yek ji wan beşek ji folklora Kurdî tomar û qeyd kirine.

 

8. Yûwê Orbîlî (Yuye Orbily)

Yûwê Orbîlî Kurdnasê ermenî dibêje: Ew kesên ku stranên Kurdî bihîstine û sir û razên derûnî yên Kurdan his kirine dane zanîn ku ne tenê stranên Kurdan ji bo Kurdan balkêş in belkî bala qewmên cîranên wan jî kişandine. Bo mînak gelê ermenî li bihîstina stranên Kurdî dihewisin û xweşa wan tê û stranên Kurdî jî distrên.

 

9. Pirtûka “Bîbilyografyaya”

Pirtûka “Bîbilyografyaya Kitêbî Folklorî Kurdî” ji Bêwar Nûreddîn bi xebata profesor Îzeddîn Mistefa gencîneyeke bi nirx û qîmet e derheqê stran û awazên Kurdî de. Di wê kitêbê de lîsteyeke zêdetir ji dused kitêb û gotaran derheqê stran û awazên kurdî de hatiye nivîsîn.

 

10. Salnama Wêjeyî ya “Jahiribûçer Der Lteratur”

Encamên lêkolîn, bîranîn û şiroveyên rojavayiyan li ser muzîka kurdî di gelek salnameyên wan welatan de jî cih girtine.

Salnameya wêjeyê ya “Jahiribûçer Der Lteratur” li Viyênayê ya ji sala 1837`an jî wiha dinivîse: Kurd gelekî dildarê muzîkê ne. Hin stranên wan bi taybetmendî û delal in, hin jî ji aliyê komên wek koroyê têne strîn ku ew bi hevdu vedigerînin. Strana dengbêjan a Ferhad û Şirînê, awazê strandina tassoa ji aliyê kelekvanên li Venedîkê tîne bîra merivan. Kevneşopiya stranbêjiya kelekvanên bajarê Venedîkê di dîroka zanistî ya muzîkê de cihekî taybet girtiye û gelekî navdar e.

 

11. Todor Kotisçî (Theodore Kotschy)

Todor Kotsiçiyê Awistiriyayî ku zanyarekî gelek navdar e, ew jî li herêma Amêdiyê bûye şahidê stranbêj û muzîkkarên Kurdî.

Kotisçî van bîranînên xwe yên dema ku ew tev hogirên xwe yên rêwîtiyê bo berhevkirina mînakên giyayan hildikişe çiyan, tîne ziman:

Ez dê ti car bandora ku stranên li Kurdistanê li gera nêzîkî Amêdiyê li sala 1841`an li ser min hiştî, ji bîr nekim. Piştre, min pênc salan di nav Ereban de li melodiyeke paqij guhdarî nekir, min di nav wan çiyayan de du xulamên ku li wir wek stranbêjên baş navdar bûn, peyda kirin. Dema em ji çiyayan dadiketin, wan kilamên xwe yên ku bi piranî Kurdî bûn bi dil û can dilorandin. Ew Kurdên ku gelek mirov ji wan ditrisin, dema ku mirov zanibe çawa bi wan re rabe û rûnê, dibîne ku ew di rastiyê de merivên pir dilpak û mêvanhez in. Dema muzîkaran li aleta mola dida, ez gelekî kêfxweş bûm.

 

12. Pol Abê (Paol Abe)

Pol Abê lêkolînerê rojavayî û nivîskarê rêzimana Kurdî-Firansî wiha dibêje: Zimanê Kurdî di koka xwe de zimanekî şa`irane ye. Kurd bi giştî helbesvan in. Piranya Kurdan “çargar” hatine dinê û distrên û herwisa eleqeyeke zêde bi helbest û mûsîqî û dîlanan hene.

 

B. Zanyar Û Lêkolînerên Kurd

 

1. Hisên Medenî

Hisên Medenî dîroknasê Kurd dibêje: Strana Kurdî li rêç û resmên bav û kalên xwe dûr neketiye û esîl û resen û mayînde ye. Ew taybetmendî di nav stran û awazên gelên din ên cîhanê de kêmtir e, çimkî Kurd piştî ku çûne ser ayîn û ola îslamê jî, piraniya urf û edet û resmên xwe parastin.

 

2. Mamoste Osman Şarbajêr

Mamoste Osman Şarbajêr kilamên kurdî bi awayên jêrê parve dike:

1- Kilamên karkirinê

2- Kilamên şivanan

3- Kilamên cotkariyê

4- Kilamên sivik

5- Kilamên tebatî û hêdî

6- Kilamên aramiyê

7- Kilamên lorikî

8- Kilamên şîrdotinê

9- Kilamên zarokan

10- Kilamên hejêkirinê

11- Kilamên niştîmanî

12- Kilamên henek û pêkeniyê

13- Kilamên sirûştî

 

3. Heciyê Cindî

Heciyê Cindî yek ji zanyarên Kurd ên Ermenistanê, kilamên kurdî ser sê pişkên sereke parve kirine:

1-Kilamên karkirinê

2-Kilamên hejêkirinê

3-Kilamên siruştê

Heciyê Cindî ser vê bawerê ye ku helbest, stran û kilamên Kurdî jî ser sê pişkan in:

1- Çarbendî

2- Dubendî

3- Sê misre`i (sêxişt): Misre`a (nîvmalika) yekem û dawiyê hevqafiye (hevrêzbend) ne, li gorî bawerî û lêkolînên Heciyê Cindî çawaniya qisekirina her du evîndaran jî li kilamên kurdî cuda ye. Keçik bi awayê “o” gazî evîndarê xwe dike û Kurik jî bi awayê “ê”, ku jibo dengkirin û gazîkirinê ne.

Wek mînak:

Hay lolo

Hay lêlê

 

4. Mamoste Bîmar

Mamoste Bîmar yek ji zanyarên navdar ên Kurd li nivîsarekê stranên kurdî li ser neh pişkan parve kirine:

-  Dîlanî (Stranên taybetî dawetan)

-  Zêmarî (Taybetî şîn û tazîdariyê)

-  Narîn (Taybetî dema bûkderxistinê)

- Dîrokî (Kilamên kevnar ligel tenbûrê têne gotin)

- Lawik (Stranên bicoş ku hemî stranên evîndariyê ne)

-  Beste (Zêdetir piştî stranên miqamê têne gotin)

-  Miqam

-  Sûz (Stranên ayînî û derwêşan)

- Bend (Stran û kilamên ji destanên kevin hatine)

 

5. Mamoste Mehmûd Zamdar

Mamoste Mehmûd Zamdar lêkolînerekî din ê Kurd jî, stranên kurdî ser sê pişkên bingehîn parve kirine:

- Kilamên folklorî

Ev kilam zêde li gund û bajaran di nav cotkaran û gelê asayî de têne gotin û temen û dîrokeke dûr û dirêj hene û çend cur in:

-  Dumisre`î

-  Sêmisre`î

-  Dubendiyên çarmisre`î

-  Pexşan (ne helbest)

-  Hin cure jî ligel helbestên hunerî û kilasîk û carna jî ligel helbestên folklorî bûne.

-  Cureyek jî heye bi şêwaza helbest û pexşanê ye, ku cureyên jêr taybetî vê şêwazê ne:

-  Stranên zarokan

-  Stranên dawet û şahiyan

-  Stranên şîn û taziyan

-  Stranên evîn û hejêkirinê

-  Stranên ayînî

-  Stranên keçane

- Stranên kurane

-  Stranên feqiyan (hucre)

-  Stranên remezanê

-  Stranên bûk û zavayan

-  Stranên niştîmanî, ramyarî û şorişgerî

-  Stranên mewlûdê

-  Stranên qutabî (zarokên dibistanê)

-  Stranên menlûc

-  Stranê gerokan

 

Stranên kar wekî:

-  Strana cotiyar

-  Strana destar

-  Strana savarkutanê

-  Strana cehdirûnê

-  Strana karker

-  Strana beqal

-  Strana qumaşifroş (cawîfroş)

-  Strana nêçîr

-  Strana nêçîrvanî

-  Strana dirûnê

-  Strana şivanan

-  Stranên netewî

Ev cure stran li nava bajaran zêdetir bi kar hatine. Di bin bandora folklorê û stranên biyaniyan de bûye. Stranên netewî (milî) li tev ahengên biyaniya û pê amûrên mûsîqiya Ewropî wekî: kilarnît, okordiyon, saksîfon …hwd hatine stirîn.

- Kilamên tesnîf (Sirûd)

Ev cure kilamane li bajaran hebûne, lê li gundan kêmtir hatiye dîtin. Herwisa ev cure kilamane tev pê amûrekî mûsîqiyê têne gotin. Stranên kurt in û zû tewaw dibin.

 

6. Farûq Sefîzade (Bûrekeyî)

Farûq Sefîzade li pirtûkekê bi navê “lêkolînek li ser stranên kurdî” bi zimanê  Farsî li sala 1375`an a hetawî li bajarê Sineyê lêkolîneke dewlemend û hejî li ser stran û awazên kurdî kiriye û herwiha wî di vê pirtûkê de şiroveyeke berifireh derheqê form û cureyên stran û awazên kurdî û herwisa derheqê govend û dîlanên kurdî taybetî Kurdên Îranê pêk aniye û amade kiriye. Me ji wê pirtûkê wekî çavkanî mifa wergirtiye.

 

7. Hesen Akbal/ Hesenê Alê

Hesen Akbal di kitêba “Dengbêj û Stranên Me û Folklora Me” tarz û stîlên di mûzîka Kurdî de û stran û stranbêjî û dengbêjî di nava Kurdan de û herwisa gelek stranbêj û dengbêjên Kurd daye nasandin. Ev pirtûka jî ji min re çavkaniyeke pir sûdmend bû.

 

8. Haşim Selîmî

Birêz Haşim Selîmî li sala 1393`an a rojî (2014) li bajarê Tehranê pirtûkek li ser navê Stran û Strangotin li ser çanda gelê Kurd da weşandinê. Wî di wê pirtûkê de gelek cureyên stranên Kurdî, taybetî Kurdiya soranî daye nasandin. Selîmî stranên Kurdî li gor bingeh, çawanî û taybetmendî şirove dike û jibo her yekê jî mînakan tîne.

 

9. Yaşar Kaplan

Birêz Kaplan lêkolînerê Colemêrgî li pirtûka xwe bi navê Kaniya Stranan ku ji aliyê weşanxaneya Nûbiharê ve hatiye weşandin, stranên kurdî bi vî awayî parve dike:

A. Stranên dîlanî

B. Stranên dîwanî

Yaşar Kaplan cureyên stranên kurdî wiha dinivîse:

-  Dîlok/dûrik

-  Lawje/ Lawij/ kilam

-  Lawik/ delal

-  Payîzok

-  Heyranok

-  Şeşbendî/birîte

-  Narînk

-  Sere zawa

-  Peste

-  Zêmar

-  Lorînk

-  Serêlîk

-  Medîhe

-  Stranên leyîzên zarokan

 

 

10. Mamosta Cemîl Rojbeyanî

Mamosta Cemîl Rojbeyanî derheqê peydabûna stranên kurdî wiha dibêje: Diyar e ku temenê gelek stranên kurdî pir dirêj in. Jibo mînak (qetar), dibe ku ji peyva "gata" hatibe standin. Herwisa "hore" jî ew stran e ku li medh û pesna Ehûramezda hatiye stirîn. Kelhorî jî "kele ehorayî" ji stranê bijarte yên Ehora ne. Bilî van stranan strana Xurşîd (roj) jî dema derketina rojê tê xwandin, û li hember  wê jî strana "xevke" heye ku li dema xev û razanê tê stirîn.

 

 

. Stranbêjê ku çarîgara distrê. Çarîgar formek li stranên kurdî ne.

. 'Ubêydullah Eyûbyan- kovara zanîngeha Tevrêzê- sala sêzdan- rûpela 175

 

KURDŞOP
1127 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!