“Wilegewir” keleheke serdema Medan

Pêşewa Kurdistanî

 

Li başûrê gola Zirêbara Merîwanê, di navbera gundên “Nê û Kanî Sanan” de kelehek û şûnwarek heye ku îşare ne bi nerîna lêkolerên şûnwarnasî ku dibêjin li başûrê Zirêbarê keleheke kevnar a serdema Medan hebûye. Ev şûnware ku jê re “Kune Dêw” an jî “Wilegewir” tê gotin, li ber zincîre çiyekî hilkeftî ye û li deşta Merîwanê dinêre.

“Kune Dêw” yan keleha “Wilegewir” di sala 2003an de ji aliyê girûpeke şûnwarnasiyê ya zanîngeha Hemedanê û îdareya şûnwarnasî ya parêzgeha Sinê ve hatiye kolandin. Li ser girê kelehê hin kozik û bermahiyên mîmarî yên kelehsaziyê hatine dîtin û li gorî kozik û şûnwarên hatinî dîtin yên dinê, “Wilegewir” ji aliyê wê girûpê ve wekî şûnwareke çaxa Hesin, hezarsala yekem a berî Zayînê û serdema Eşkaniyan bi fermî hatiye tomarkirin. Serdema Hesin ji sala 1500 a beriya Zayînê ve dest pê dike û heta dawiya desthilata Hexamenişînan wate di sala 550ê beriya Zayînê de bi dawî dibe. Tevî wê ku ev kelehe tomara netewî hatiye kirin, lê hin kesan bi awayekî neyasayî ew kolandine û bi kolandina neyasayî dîmenê kelehê têd dane.

Dîroka ku şûnwarnasan ji bo kelehê destnîşan kirine, wate hezarsala yekem a beriya Zayînê, vedigere bo serdema desthilata Zamwayî, Manî, Med û heta Eşkaniyan. Ew girûpa ku ew kelehe lêkolîn kiriye, pisporiya wan taybet e bo serdema Eşkaniyan û renge her ewa jî bûbe sedemê wê ku ew dîroke bo hatiye diyarîkirin; Ji ber ku ev dever ji ber niştecihbûna mirovan ji wê demê pir kevntir e û ger wan di qatên jêrîn ên kelehê de axa kûr lêkolîn kiribana, dê dîrokek kevntir eşkere biba. Dema mirov ji bilindahiyê ve li Wilegewirê dinêre, bilindahî û nizm nîşan dide ku di binê çiya de kelehe tepiya ye ku ji ber derbasbûna demê, derz û bandora sirûştê, reng û şeklê navçeyê li xwe girtiye û dar û giya li derdorê kelehê şîn bûne. Daristana li ser kelehê zêde mezin e û wek tê zanîn darên berû yek ji wan daran e ku pir zehmetî bilind dibe û geşe dike. Ewa ku ew kelehe tepiya ye, bûye beşek ji sirûşta derdorê û daristanek mezin jê şîn bûye û kevnariya wê şûnwarê nîşan dide.

Girê Wilegewir 1,411 metre ji asta deryayê bilind e û xelkê gundên derdorê jê re “Kune Dêw” jî dibêjin. Rûber û pantayiya sînorê keleha Wilegewir bi qasî yek û nîv hiktar dibe. Li aliyê başûrê kelehê kunek tê de ye ku di navtenga çiya de ye û mîna deriyekî hilweşiyayî ye ku bi firehiya 85 santî metreyan e. Ew  kune wekî zinar bi taşekevirên mezin hem li ser ban û hem jêr pê hatiye perdepoşkirin û mirov dikare tê de hatin û çûnê bike. Ew kesên ku berê çûne nav wê kunê, xwe gihandine salonekê ku bi kevirên 20/2 metre bilind û 80 santîmetre firehî hatiye dîwarçin û veşartin. Tê gotin ku ev kune heta aliyê din ê gundê Kanî Sanan dirêj bûye, ku kaniyeke mezin li wir e û renge ava kelehê ji wê kaniyê hatibe dabînkirin. Dibe ku ev kelehe rêyeke veşartî ya keleha Wilegewir bûbe ji bo derbasbûn ji destê dijmin, herwisa belkî di dema dorpêç, alozî û şer de av û pêdiviyên kelehê ji wir ve anîbin. Kal û pîr dibêjin ku carekê çend siwar bi hev re bi şikeftê re derbas bûne. Pêwîst e em wê yekê jî bizanin ku kûrahiya di navbera Wilegewir û Kanî Sanan de 5\1 kîlometre dibe. Kesên kal û pîr li ser kelehê bircek dîtine û dibêjin ku bo pasevanî û çavdêriyê pênc û şeş bircekên wê hebûne.

Wilegewir peyveke hevedudanî ye û ji du beşan pêk hatiye, beşa yekem wate “Wil” peyveke Hewramî ye ku tê wateya “Dexme” û “kun” û beşa duyem jî “gewir” e ku heman (gibir) e ku di helbest û wêjeya Farsî de pir hatiye bikaranîn. Di piraniya ferheng û peyvdanan de peyva “gewir” bi wateya Zerdeştî hatiye û ev peyve di zimanê Kurdî de jî wek “gawir” jî hatiye bikaranîn. Di piraniya deqên edebî yên Îranê de jî gewir û gawir bi wateya “mox, agirperest û tersa” yan “Abidê Îsayî” hatiye ku li cihê “kafir, murhîd û xwedenenas” hatiye bikaranîn. Ev nave gelek kevin nîne û vedigere bo piştî hatina Îslamê bo navçeyê, ku hemû şûnwarên kevnar ên beriya Îslamê bi yên gawir, mecûsî yan agirperest zanîne. Wilegewir jî bi dexme û kun û şikeftek zanîne ku ya kafir û gewir û agirperestan bûye û lewam ew nave xistine ser.

Wekî ku me xwendiye, hezarsala yekem a beriya Zayînê dîrokek bû ku lêkolînerên şûnwarnasî yên zanîngeha Hemedanê bo keleha Wilegewirê diyarî kiribûn; Her wekî em dizanin ku ew dîroke taybet e bi serdema êrîşên Asûriyan û desthilatdariya Medan li Merîwanê û zincîre çiyayên Zagrosê ku xwediyê sedan kelehan bûne. Li vir hewce ye bê gotin ku her li navçeya Merîwanê bi dehan şûnwar û kelehên kevnar hene dibe ku piraniya wan yên wê serdemê bin an jî belkî yên serdemên kevnar û berê bin, ku 25 keleh her di sala 2002an de ji aliyê navendên şûnwarnasî ve hatine peydakirin û wek şûnwarên kevnar hatine tomarkirin.

KURDŞOP
274 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!