Pêşewa Kurdistanî
Betya Duwazdeh Siwarên Merîwanê ku sing bi sing hatiye û gihîştiye bi nifşa îroyî, behsa şerekî neberanberî yê Duwazdeh Siwarên Kurd li deşta Merîwanê û li kêleka Zirêbarê dike, ku bi mêrxasî spaheke bihêz ya Duwazdeh hezar kesî têk şikandine. Ev çîroke jî wekî hemû efsane û beytan jî ji xeynî bedewiyên xwe yên wêjeyî û hunerên çîroknivîsî, beşek ji hêviyên veşartî û rastiyên tal ên çarenivîsa Kurd û dîroka wê eşkere dike. Ger em wekî bûyerek dîrokî şerê Duwazdeh Siwaran mêze bikin, dîroknivîs di behsa wî şerî de yekdeng nînin û sê rêkeftan bo bûyera wî şerî diyarî dikin:
Ya yekem, gotinên “Rîç û Longirîk” in ku dibêjin ew şere di serdema Silêman Paşayê Yekem wate “Silêman Bebe” yê kurê “Feqî Ehmed” de, li sala 1698an rû daye.
Desteya duyem dibêjin, ku şer di sala 1750an de li serdema “Silêman Paşayê Kuştî” yê kurê “Xalid Paşa” rû daye.
Sêyemîn deste jî dibêjin ku ew şere di serdema “Ewrehman Paşayê Baban” de li sala 1807an rû daye.
Lê lêkolînerên Merîwanî nerîna wan berevajiyê behsên jorîn e, ku Duwazdeh Siware bi eslê xwe yên navçeya Merîwanê dizanin û “Pîremêrd” û dîroknivîsên din ên Bakurê Kurdistanê bi wê yekê tohmetbar dikin ku ew şanaziye bi narewayî bo malbata Baban hatiye tomarkirin û parî ji destê Merîwaniyan û xelkê Merîwanê revandine û mîrata Duwazdeh Siware di nav xwe de par vekirine (Husênî, 1388 a Rojî: 9).
Ew Duwazdeh Siwarane bi eslê xwe bi Merîwanî û ser bi hêzeke mîrnişîma Erdelan dizanin û li ser wê bawerê ne ku ew Duwazdeh Siwarane ti yek ji wan ji wan kesan nînin ku Pîramêrd û Husên Nazim Beg di pirtûkên xwe de behsa wan kirine û ew şer jî di serdema “Xusrew Xanê Erdelan” de û li deşta “Gelge” ya navçeya Pêncuwênê qewimiye û ji wir êrîşî ser hêzên Baban kirine, ne li deşta Merîwanê û li kêleka Zirêbarê. (Heyderê Kanî Sananî, 1389 a Rojî).
Herçend li vir nemimkun e ku em bi hûrî li ser vê mijarê biçin, lê em bi kurtasî dikarin pêka gotina “Rîç û Longirîk” bêjin, wisa tê xuya ku beyta Duwazdeh Siware ku Pîremêrd tomar kiriye, di serdema Silêman Bebeyê kurê Feqî Ehmed de hatiye ser devokan. Piştî şerê “Siwar Çakên” Silêman Paşayê kurê Xalid Paşa û piştî têkbirina Selîm Beg û spaha wî, Kerîm Xanê Zend ku Kurd bûye, ev çîroke nû kiriye. Piştî şikestina spahek din a çend hezar kesî ji aliyê fermandên Şah Xazî Ehmedî yê Leşkerşikên li tenişt Zirêbarê rastî guherinkariyan hatiye û piştî kuştina Selîm Sêtenge yê birayê Ewrehman ê paşayê Baban û şikesta spaha Bexda û Osmaniyan, di şerek din de li deşta Merîwanê, beytbêjan ev şere û navê Selîm Beg jî xistine nav vê beytê û bûye ew çîroke ku Pîremêrd tomar kiriye.
Pêwîst e di vir de îşare bi wê yekê bê kirin ku di çîroka Pîremêrd de navê çend gund û şûnên Merîwanê hatiye ku Duwazdeh Siwarên Merîwanê ji wir ve êrîşî ser spaha mezin kirine û ev gund ev in: Kolan, Sêf, Dasêran, Mûsk, Beyelle, Nê û Yengîce. Ev gund hemû hê jî hene. Lê geştyarê Brîtanî û fermanberê kopmaniya Hindistana Rojhilat “Claudius James Rich” ku ji Bexdayê ve hatiye Kurdistanê, di gera xwe de ku li sala 1820an hatiye Merîwanê bi hûrî behsa deşta Merîwan, Zirêbar, çiya û daristanan dike. “Rîç” li wê şûna ku niha jê re dibêjin “Berî Begzade” û li kêleka Zirêbarê ye, dibe mêvanê serokeşîrek Caf û behsa sirûşt, çiya û deştên wê navçeyê û çawahiya kevneşopî û pêşwazî û mêvanperwerî, cil û berg û konên zozançiyên Caf dike, lê navê ti yek ji wan gundadn nayine ku niha hene û di çîroka Duwazdeh Siwarên Pîremêrd de navê wan hatiye. (Rich, 1980: 198). Eva di halekê de ye ku “Rich” li her devera ku tê de derbas bûbe, navê şûnan bi hûrî aniye. Di vir de ew pirse tê holê ku li sala 1820ê yan jî sala 1235ê Koçî ku dike 201 sal berî niha, axo ti yek ji wan gundên ku li jor hatine behskirin û niha jî li deşta Merîwanê û derdora Zirêbarê hene, nebûne? Eger ew gund nebûbin, renge em bikarin bêjin beyta Duwazdeh Siwar a Pîremêrd paşê û di serdemeke nû de hatiye nûjenkirin û navên wan gundên derdora Zirêbarê û deşta Merîwanê tê de hatine tomarkirin.
Çîroka Duwazdeh Siwarên Merîwanê û beyt, çîrok û efsaneyên din ên vê nîştimanê, ji bilî ku behsa êş, cesaret, netirsî û mêrxasiya Kurdan dike, beşek ji daxwaz û hêviyên xelkê ye jî li dijî dagîrkerên Kurdistanê. Lê belê, di gelempera hemû bûyerên dîrokî de ku dibe di yek ji wan de duwanzdeh lehengên Kurd li yekalîkirina şerekî di navbera du spahên mezin de rolek hebûbin û aliyek şikest dabin, rastiyek tal jî tê de heye ku ev jî behsa pevçûn û şerê di navbera du mîrnişîn û du aliyên Kurd de ye ku spaha dewlêtên herêmî yên xwedanhêzan ew anîne di nava şerê xwe de bo têkşikandina yektir. Rast e ku şerê Duwazdeh Siwaran behsa lehengî û netirsî û zîrekatiya Kurdan di şer de dike, lê bi hildana rûpelên dîrokî û derketina rehendên dîrokî yên vî şerî, nakokî û dualîbûna mîrên malbata Baban di navbera xwe de nîşan dide û dijayetiya mîrnişînên Baban û Erdelan jî eşkere dike û encama wî şerî, têkşikandina spaha Kerîm Xanê Zend bûye ku ew jî her Kurd e.
Niha pirs ev e ku gelo ew şere û çîroka Duwazdeh Siware eger bûyereke dîrokî bûbe û bi vî awayî ku dîrok vedibêje, qewimîbe, hêjayî serbilindiyê ye? Ev bûyere şerê Kurdan bi Kurdan re ye û têkçûna Kurdan jî tê de bûye, axo dibe em bi kuştin û têkbirina Kurdan şa bibin? Axo Erk û şiyana Kurdan di wê demê û îro de tenê li hember hêzên cîhanî û welatên herêmê û parastina berjewendiyên wan e? Axo dibe ku xwîna Kurdan sînor û berjewendiyên hemûyan biparêze ji xeynî xudê Kurd? Pêwîst e pispor, dilsoz û siyasetmedarên Kurd bi xwendinek zanistî û serdemiyane perwerde û saykolojiya civaka Kurdan lêkolîn û analîz bikin û bi darêtina gellaleyeke demdirêj, bi armancek taybet ve qazanc û berjewendiyên netewî û pîroziyên me ji nû ve dabirêjin û ji bo nifşa îroyî û paşerêjê pênase bikin.
Çavkanî:
- Newşîrvan Mistefa Emîn (Hezîran 1998), Mîratiyên Baban Lenêwan Berdaşî Rom û Ecemda, Silêmanî, çapxaneya Xak.
- Huseynî, Îsmaîl (1388 a Rojî), Duwazdeh Siwarên Merîwanê, Senendec, Tafge.
- Rich, Claudius James (1991), ji Erebî ve bo Kurdî: Mihemed Hemebaqî, Tewrêz.
- Heyderê Kanî Sananî, Nasir (1389 a Rojî), Hemsê Dewazdeh Sewarêyê Merîwan, Hikayetî Bê Yexma Reftê, Heftê Namê Dîdgah.