Behseke kurt li ser bingeha Kurd

Enwer Kerîm Seîd

 

Teoriya Aryayîbûna Kurd yek ji wan teroyiyên serdest e ku demek e di navendên zanistî yên Îran û Kurdistanê de heye û wan jî pişt bi lêkolîna beşek ji rojhilatnasan girêdaye ku ji sedsala nozdehem ve heta ji beriya wê ve jî hatiye holê. Lê Nivîskarên netewên Ereb û Tirk û Fars ku axa Kurdistanê di navbera wan de hatiye pervekirin, derbarê regez û bingeha Kurd sê nerînên wan di pirtûkên wan de hatine tomarkirin.

 E- Dîroknivîs û nivîskarên Ereb di sedsalên navîn de nivîsîne ku Kurd beşek ji neteweya Ereb bûye ku ji ber herifîna bendava “Mearif” û zilm û zordariya desthilatdarên Mûsilê li ser axa Ereban veqetiyane û penaha xwe bo navçeyên çiyayî birine û zimanên wan jî guherî.

B- Dîroknasên Tirk jî dibêjin ku bingeh û rîşeya Tirk û Kurdan yek e û herdu jî vedigerin bo Toraniyan, û Kurdên ku niha li çiyayan dijîn Tirkên kovî ne û zimanê Tirkî ji bîr kirine.

C- Dîroknivîs û nivîskarên Îranî jî bi sûdwergirtin ji nivîsînên beşek ji lêkoler û rojhilatnasên Ewropî û bi anîna holê ya teoriya “Aryayîbûna Kurd û hevrîşebûna wan bi Far û Îraniyan re” di encamê de bi hevregezê Fars yan beşek ji Farsan dihesibînin.

Lê eger em li lêkolînên du sedsalên borî binêrin, di derbarê ziman û bingeha Kurd de du nêrînên cuda derketine holê: Nêrîna yekem li ser bingeha Îranîbûna zimanê Kurdî ya Aryayîbûna Kurd hatiye avakirin û bala beşeke zêde ji lêkolerên Îranî bo aliyê xwe radikêşe û di dabeşkariyan de pişta xwe pê girê didin. Nerîna duyem ku dibêje Kurd neteweyek e her ji serdema kevnar û beriya dîrokê ve heta niha li ser axa xwe jiyaye û yek ji netewên kevnar û resenên Rojhilata Navîn e û teoriya Aryayîbûna Kurd û koça vê netewê bo wê navçeya ku niha tê de dijîn bi nerast û nedirust dizane.

Teorî û nerîna yekem ku Aryayîbûna Kurd ji wê dîrokê ve çavkanî girtiye, Aryayiyan bi regezekê dihesibîne ku ji hemû regezên din ên mirov sertir e û ji Ewropayê ve bi ser cîhanê de belav bûne û koç kirine bo Asiya û welatê Îranê. Ew beşa ku hatine Îranê beşek wan li rêze çiyayên Zagrosê bi cih bûne û “Med” ji wan hatiye çêkirin, ew beşa din jî ku bo navîn û başûrê rojavayê Îranê çûne û Fars û Îraniyên din pêk anîne.

Ev teoriye ji navîna sedsala nozdeh vir ve bû bi dîtingeha beşek ji rojhilatnas û zimansanên Ewropî. Ew behsane ku bûn bi şopa regezperestên Ewropî û dest avêtin bi mehtkirina regeza Ewropiyayî wekî regezek hilkeftî, bêhempa, cuda û çêtir binav dikin ku ji regezên din ên mirovan bilindtir in (Adrissian, 2019: 402).

Şikefta Siyanaw a Merîwanê

Lê zana li derheq teorî û nerîna duyem a regez û bingeha Kurd li ser wê bawerê ne ku Kurd her ji despêka peydabûn û serhildanê ve di axa Kurdistanê de bûne û li wir jiyane û ji ti cihekî din ve bo nîştimana ku niha tê de dijîn, nehatine û gumana koçerbûna Kurd li cem wan rast nîne. Ji bo îsbatkirina wê teoriya xwe jî du nerînên wan hene:

Zimanê Kurdî ne ji aliyê fonetîkê û ne jî ji aliyê rêzimanî ve hevwateya zimanên Îranî yên ku bi Aryayî têne naskirin, nîne û pêka gotina kesên wek: “Wîl Çêfêskî” û “Tî. Tî. Têsukêrman” û “B. Mîlêr” û “G. B. Akopof” zimanê Kurdî rîşe û bingehek xwecihî heye. Her wek em dizanin zimanê Kurdî gencîneyek e ji peyvên taybet bi “werzêrî û sirûştê” û ew yeka jî vedigere bo cihê jiyana wan û bo wê dewra rûniştiyên Kurdistanê ji hezaran sal berî niha ve ku di dîtin û afirandina çandinî û werzêriyê de hebûne û ew bandore di ziman û kultûr û jiyana wan de heta niha jî berdewam e.

2- Nerîna duyem ewa ye ku dibêjin Aryayî û koça Aryayiya efsane ye û rû nedaye û Kurd rûniştiyên resen ê wê axê ne. Pêka nivîsên “Dr. Idrîsiyan” beşek ji wan zanayên ku bi belge ve vê nerînê piştrast dikin ev in: “Êspayîzêr, Çayld Gordon, J. N. Mar, Lasên, Karil Rîtêr û Êrnêst Rênan”.

Şikefta Şaneder

Em ji bo selmandina nerîna duyem dikarin piş bi gotina zanayên kevnarnas girêbidin ku dibêjin mezopotamiya û rêza çiyayên Zagrosê ji serdema çaxê kevir ve çol nebûye û mirov di qonaxên cuda yên destpêka jiyanê de bi taybetî di çaxê kevir de li beşek ji şikeftên Kurdistanê de jiyan kirine. Girîngtirîn û berçavtirîn şûnwar û bermayiyên çaxê kevir di beşek ji Mezopotamiya û Zagrosa Navîn de hatine peydakirin. Di wê navçeyê de heta niha 14 cihên taybet bi çaxê kevir hatine peydakirin û piraniya navendên kevnar ên çaxê kevir di rojavayê Zagros û Herêma Kurdistanê de ne.

Şûnwarên şikeftên parêzgeha Hewlêr, Silêmanî, Urmiye, Sine, Kirmaşan û Loristanê gelek belgeyên nû xistine ser zanista kevnarnasî û dîroka kevn a cîhanê. Lewma zanayên wî warî bi nasandina şûnwar û hest û bermayên kevnar ên mirovên destpêkî li şikeftên Kurdistanê, du qonaxên destpêkî yên mirovan di çaxê kevir de bi navê du şûnên Kurdistanê nav danîne ser ku pêk hatine ji qonaxa “Biradostan” û qonaxa “Zarziyan”ê. Şikefta “Şaneder” yek ji wan şikeftane ye ku gelek şûnwarên kevn ên çaxê kevirî tê de hatine peydakirin. Ev şikefte girîngtirîn û navûbagtirîn şûnwarê Kurdistanê ye ku çendîn beş û qat ji axa nav şikeftê hatiye kolandin û gelek şûnwarên serdema çaxê kevirî tê de hatine peydakirin. (Telayî, 1390 a Rojî: 24) Devera kevnar a Şanederê ne tenê her li Kurdistan û rojhilatê Mezopotamiyayê, belkî li rojavayê Asiyayê ji naskirîtirîn şûnên kevnar ên serdem û çaxê kevirî ye. (Telayî, 1390 a Rojî: 24).

Piştî wê qonaxê jî heta digihe sedsalên beriya dîrokê û herwisa paşê, dîrok şahidiya wê yekê bo me dike ku Kurdistan ti carî çol nebûye û Kurd her ji serdema kevnar ve li ser axa xwe jiyan kiriye û koçer nebûye û hezaran sal beriya Aryayiyan li ser axa xwe jiyaye û bi dirêjahiya hezaran sal li hember dagîrkeran rawestaye û berevanî ji ax, kultûr û kelepûra xwe kiriye û îro jî yek ji gelên kevnar û zîndî yê cîhanê ye ku mixabin di bin destê dagîrker û dijminan de ye.

Dr. Idrîsiyan, Xulamelî (2009). Kurd û Kurdistan di Hezarên Dîroka Berê û Peymana Kevn de”, weşanxaneya serdam, çapa duyem, Silêmanî, rûpela 402.

Telayî, Hesen (1390) Îrana Beriya Dîrokê: Çaxê Kevir, weşanên Semt, çapa yekem, Tehran, rûpela 60-61.

KURDŞOP
617 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!