Ew roja ku Xusrew Xanê Erdelan nebû bi paşayê Îranê

Enwer Kerîm Seîd

 

“Xusrew Xanê Mezin” yan “Xusrew Xanê Yekem”, mîrê desthilatdar ê Erdelan bû ku çend caran ji aliyê desthilatdarên Îranê ve li ser kar hate vêdebirin. Di serdema Xuserw Xan de eşîretên “Zend, Efşar û Qacaran” li ser paşatiya Îranê şerê wan hebû. Di dawiyê de “Kerîm Xanê Zend” “Hemehesen Xanê Qacar” kuşt û bû bi paşayê Îranê. “Silêman” yê paşayê Baban derfetek bo tê pêş û bi pare dilê “Kerîm Xan” bi des tîne û daxwaza desthilata Erdelanê jê dike. Kerîm Xan jî, ji daxê hevaltiya Xuserw Xan û Hemehesen Xanê Qacar, fermana waliyê Kurdistanê bo “Silêman Paşa” derdike û Xuserw Xan jî avareyê welatan bû (2002: 162).

Piştî kuştina Silêman Paşa, navçeya Erdelan damezraweyî bi xwe ve nedît û Xusrew Xan wekî take kesekî hate dîtin ku welat aram bike, lewma ew kirin bi waliyê Erdelanê (Mestûre, 2005: 140).

Piştî mirina Kerîm Xanê Zendî, serkirdeyên Zend li ser cihgiriya wî rastî pirsgirêkan tên û “Elîmurad Xan” hewsarê desthilatê digire destê xwe. Di wê demê de “Zulfeqaxanê Efşar” ku xizmê Nadir Şah bû, daxwaza padişahiyê kir. Leşkerên Elîmurad Xanê Zend bi hevkariya hêzeke mezin a Erdelaniyan ve “Zulfeqa Xan” têk şikandin û ew kuştin. Piştî wan serkeftinane Xusrew Xan li ser daxwaza Elîmurad Xanê Zend diçe bo hevdîtina wî, lê nehêşt vebigere û fermana walîtiyê bo “Kohzad Xan” nivîsî. Ji ber kêmezmûnî û bêdesthilatiya Kohzad Xan, Xuserw Xan dîsan desthilata Erdelanê girte dest. Elîmurad Xan ku dijminek wî yê dinê nemabû, bi başî zanî ku Xuserw Xan bîne Îsfehanê û bixe bin çavdêriyê. Her lewma “Ceifer Xan” ê birayê wî bi pênc hezar siwaran re şand ku Xusrew Xan bigirin û veguhazînine Îsfehanê. Lê Xusrew Xan ew fermane piştguh avêt û xwe teslîm nekir û reviya. (Hejar 2002: 175).

Xusrewava: Cihê jiyan û desthilatdariya Xusewr Xanê Erdelan

Piştî mirina Elîmurad Xanê Zend, fitne tê destpêkirin û her kesî daxwaza paşayetiya Îranê dikir û Xusrew Xan jî vedigere Kurdistanê. “Elaqulî Xanê Zengele” leşkerekê ji eşîretên Kirmaşanê pêk tîne ku Sine dagîr bike. Xusrew Xan bi 700 çekdar ve li nêzî “Sungur”ê berahîka leşkerê Elaqulî digire û di şerekî giran de wî dikuje û leşkerê wî jî ku fermandeyê wan hatibû kuştinê, her kesek bo aliyekê direviya û Xusrew Xan Kirmaşanê dixe bin fermana xwe û vedigere Sinê. (Mestûre, 2005: 159)

Di wê serdemê de “Axa Mihemedxanê Qacar” serî hildabû û dixwast Îranê bigire, Ceiferxanê Zend jî ku li Îsfehanê îdiaya paşayetiyê dikir, leşkerek amade kir û hêzên Qacar bi bê şerkirinê ber bi Mazenderanê ve reviyan. Ceiferxan bersivek bo Xusrew Xan şand ku divê bê bin fermana min û bê cem min. Xusrew Xan bi tundî bersiva wî dide û leşkerê xwe kom dike û hêza xwe dibe aliyê Behara Hemedanê û di hember leşkerê Zend de xîvetên xwe hildide û dibe şer. Siwarên Kurdistnê êrîş kirine ser wan û her di yekemîn helmetê de ew şikest dan û Ceiferxan ber bi Şîrazê ve reviya. (Hejar, 2002: 179)

Xusrewava: Cihê jiyan û desthilatdariya Xuserw Xanê Erdelan

 Xusrew Xan piştî têkşikandina Ceifer Xan, Brucêrd, Kezaz, Ferahan, Gulpayegan û Iraqa Ecemî girt û bi niyaz bû ku Îsfehana paytextê jî bigire. Wan li nêzîkî Îsfehanê bêhna xwe vedan. Bi şev di nav kombûna kesên mezin û fermandên spahê de, Mîrza Ehmed Xanê Wezîr ji Xan re dibêje: “Îro rojê Iraq, Xûzistan, Loristan û Kirmaşan di bin desthilatdariya te de ye û Îsfehan jî her ji niha ve teslîm e û di Îranê de jî paşa nemaye û êdî ti hêz û atendgiyek pêşiya te de nemaye ku bibe paşayê Îranê û Axa Mihemed Xanê Qacar jî ew ​​hêze nîne berxwedanê li hember te bike; Çêtir e tu alaya dewletê bilind bikî û xutbe û sîke bi navê xwe bikî. Yek din ji şêwirmendên wî yê bi navê “Cafir Beg” îzinê dixwaze û di bersivê de dibêje: Daxwaz û hêz ti carî qut nabe û kesê ku xwe teslîmî wan bike, qet asûde nabe. Dinyaya bê asûdeyî jî nayê jiyanê. Ez dibêjim dev ji van xeyalan berdin û ji vegerînê bifikirin. Xusrew Xan hinekî difikire û paşê serê xwe bilind dike û di bin bandora gotinên Cafir Beg de dibêje: “Eşkere ye ku îro li Îranê ti kes ji min bihêztir nîne, lê roj li pey wan in. Îro ez dikarim bibim xwedî hêz û bi serketî vî welatî bi rê ve bibim, lê piştî min cihgir û mîratgirên min bi vî rengî reftarê nakin ku di nav xelkê welat de rêzdar bin û êdî li dijî wan radibin û bi xirabî behsa me dikin û me bi zalim bi nav dikin, Xwedê desthilatdariya Kurdistanê bo min rewa bibîne, bes e û nabe ez pêyê xwe ji bejna xwe pitir rabikêşim û zehmetiya hefsed saliya bav û kalên me heder here. (Mestûre, 2005: 165), (Mukriyanî, 2002: 179,180,197)

Ji ber hevaltiya kevnarî ku bi Hemehesen Xanê Qacar re hebû, nameyekê bo Axa Mihemedxan ê kurê wî dinivîse û ew welatên ku girtibûn digel dîl û topxane û cewahirên paşayetiyê, her hemûyan bi wî dispêre û padişahiya Îranê dibexşe bi malbata Qacaran û bi vî rengî Xusrew Xanê Erdelan dev ji paşayetiya Îranê berda û vegeriya Kurdistanê.

Ayetulah Merdox derbarê Xusrew Xanê Mezin dinivîse: Axa Mihemedxanê Qacar ​​ku bû şahê Îranê, ji Xusrew Xan xwest ku here ba wî, lê ew neçû û li şûna xwe kesên dinê şande paytextê. Padîşah piştî du salan xwe nêzîkî Xusrew Xan dike û dîsan wî vedixwîne. Xan ku dostekî kevn ê bavê Axa Mihemedxan bû û bi xwedê paşa jî xizmet û başî kiribû, Ehmed Xanê kurê xwe wek waliyê Kurdistanê diyarî kir û bi çend mezinên Kurdistanê re ber bi Tehrana ku bûbû paytext çûn.

Axa Mihemdxan şeş mehan Xusrew Xan li cem xwe radigire û bi riwalet wek mêvanekî taybet mêvandariya wî dike; Lê hertim tirsa bihêzî û jêhatiya Xusrew Xan di dilê wî de hebûye, lewma ji derfetekê digeriya ji nav bibe. Dema ku alxahîn dibe Xusrew Xan baweriyê pê dike, di hember wan hemû başiyên wî de fermana jehrayîkirinê bo derdike. Ew jehra ku Xusrew Xan dixwe, wî dîn dike; Dema ku nûçeya dînbûna wî digihe Kurdistanê ji hemû aliyekê ve fitine çê dibe. Ehmed Xanê kurê wî di dema temirandina agirê yek ji wan fitineyan de rastî gulleyekê tê û dimire. Di dawiyê de Xusrew Xan ji ber bandora wê jehrê li Tehranê dimire.

Di encama xedr û xiyaneta Axa Mihemedxan ê şahê Îran de, temenê Xusrew Xanê Erdelan nejêhatî hate tomarkirin; Lê axo egere Xusrew Xan bikarîba desthilata Îranê bi dest bigirtiba û bi kultûrek Kurdane ve û berevajiyê reftra pir ji xedr û xiyanet û xwînrijiya paşayên Êranê desthilatdarî bikiriba, axo dîktatorî ku ji berê ve bo hikûmetkirin di Îranê de adetî bûye nedihate guherîn? Eger wê rojê Xusrew Xanê Erdelan bibûya şahê Îranê axo çarenivîsa me yên Kurd herwisa dibû?

 

Çavkanî:

1 Mukriyanî, Hejar (2002) Dîroka Erdelan, Tehran: Êntişaratê Tazê Nigah

2 Mestûre Erdelan, Mahşeref Xanum (2005) Tarîx El-ekrad, Hewlêr: Aras û çapxaneya Wezareta Perwerde

3 Ayetulah Merdox (1351 a Rojî), Tarîxê Kurd û Kurdistan, Senendec: Xerîqî

KURDŞOP
504 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!