Komkujiya xelkê Mukriyanê di şikefta “Mukrî Qiran”ê de

Şino Resûlî

 

Di dîroka Rojhilata Navîn de hertim beşa Kurd ewa bûye ku rastî êrîşan hatine û ji xwe berevanî kirine.  Zêdetirî du sedsalan e ku Sefewî desthilatek bûne ku bi navê ola Şîe dest avêtine bo her cure şer û kuştarekê û xwe ji ti karekî neparastine.

Şah Ebasê Sefewî, desthilatdarî ji destê bavê xwe deranî û bi her aliyekê re ku wek dijminê xwe dihesiband şer dikir. Komkujiya Kurdan û Gurciyan di serdema şah Ebas de, di dîroka Sefewiyan de navûbang heye.

Şah Ebas dema ku bû şah 17 salî bû û 41 sal desthilatdarî kir.  Desthilatdariya wî bi împratoriya Osmanî re hevdem bû. Sefewiyan nûnertiya ola Şîe û Osmanî jî nûnertiya ola Suneyan dikir.

Herdu desthilatan li dijî hev û bi navê olê gelek tawan encam dan ku piraniya wan tawan û kuştinan li Kurdistanê hatine qewimîn. Karesata herî girîng a ku di encama şerê navbera herdu aliyan de derket, ew bû ku piştî şerê Çaldiranê Kurdistan bi ser du parçeyan de hate parçekirin.

Li navçeya Bokanê şikeftek hilkeftî ye ku bi navê "Mukrî Qiran" e û cihê yek ji mezintirîn tawana desthilatdarên Sefewî li dijî xelkê Kurdistanê bûye. Bajarê Bokan li navçeya Mukriyanê hilkeftî ye. Mukriyan navçeyeke Rojhilatê Kurdistanê ye û dikeve başûrê parêzgeha Urmiyê, nêzî çendîn sedsalan cihê hukimraniya Begzadên Mukriyanê bû, her çend ji xeynî Mukriyan eşîrên dinê jî li vê herêmê dijîn, lê ji xelkê vê herêmê re gelek caran Mukrî tê gotin. Peyva qiran tê wateya kuştina bi kom.

Desthilata Îranê ya niha, navê vê şikeftê bi "Mukrî Quran" guheriye.  Ji ber ku Farsan peyva qiran nînin û nizanin wateya wê çi ye.

Şikefta "Mukrî Qiran" li nêzîkî gundê Xorasanê yê ser bi Bokanê ye. Li gorî zanyariyên dîrokî, di vê şikeftê de karesateke mirovî ya mezin qewimiye.

Şah Ebasê Sefewî ew şikefte wekî girtîgehekê bi kar aniye. Bi fermana wî, bi sedan Kurdên herêma Mukriyanê hatine girtin, bi zorê xistine şikeftê û bi dûkel û dûmanê hatine qirkirin. Eva jî bûye sedema vê ku bîranîna vê karesata mirovî di mêjiyê dîrokî yê xelkê vê navçeyê de bimîne.

Piştî wê karesatê, ew şikefte bi navê "Mukrî Qiran" hate naskirin. Li ser wê şikeftê lêkolîneke hûr nehatiye kirin û di derbarê wê de ti pirtûkek jî nîne. Tenê ew dîroke sing bi sing ji bo nifşên dinê maye. Eva ku li jêrîn tê behskirin beşek ji vê dîroka devkî ye:

Şah Ebas bi fêl Meraxeyê ji Qubad Xanê Mukrî dagîr kir û Kurd ji navçeya Mukriyanê avare kirin. Heta wan rehm bi jin û zarokên wan jî nedikir. Mukriyan jin û zarokên xwe di nav şikeftekê de veşartibûn; Qizilbaşan dora wan girtin û li ber deriyê şikeftê agirekî mezin hil kirin û ji derveyê şikeftê bi tifingan xwe mat kirin û veşartin. Jin û zarokên belengaz ji bo ku di nav dûmana agir de nefetisin ji şikeftê reviyan û Qizilbaşan jî bi bê rehmane didane ber gulleyan û dikuştin. Yên ku ji şikeftê nedihatine derê di nav dûmanê de difetisîn. Lewma jî wê demê navê şikefta Xorasanê danîn bi şikefta "Mukrî Qiran". Ew êrîşane di serdema Qacaran de jî her berdewam bûn. Kuştina Hemze Axayê Mengur û komkujiya Mehabadê û derdorê di serdema Qacaran de ku 7 hezar kes li Mukriyanê hatin şehîdkirin, û ji wan  bûyerane bûn ku di bîra xelkê navçeyê de maye.

Di şikeftê de gelek ode hene ku hewraz û nişîvên zêde hene û bi hev re girêdayî ne. Di kuncê şikeftê de kunek heye ku ji bo wergirtina ronahiyê wek pencireyekê sûd jê hatiye wergirtin. Şikeft wek girtîgeheke tirsinak e.

Di heyama salên borî de desthilata Komara Îslamî ya Îranê li nêzî vî gundî kaneke kevirî peyda kiriye û deranîna keviran ji nêzî vê şikeftê bûye sedema jinavçûna beşeke wê şikeftê û pêşiya deriyê şikeftê hatiye girtin. Bi vî awayî şikefta Mukrî Qiran ku hilgirê beşek ji dîroka herêma Mukriyanê ye, mijûl e ji nav diçe û ti aliyeke desthilatdariyê li Îranê xwe ji vê yekê berpirsyar nabîne.

KURDŞOP
444 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!