Madakto; Paytexta 2500 sale ya Îlamiyan li Rojhilatê Kurdistanê

Hîra Sarûxanî

 

Bajarê dîrokî yê “Madakto” ku bi bajarê “Seymer” jî naskirî ye, yek ji şûnwarên dîrokî yên parêzgeha Îlama Rojhilatê Kurdistanê û mezintirîn devera dîrokî ya vê parêzgeha Kurdistanê ye. Madakto ji yekem şûnwarên Rojhilatê Kurdistanê ye ku bi awayekî fermî hatiye peydakirin û di lêkolîneke sala 1936an de wekî mîrata dîrokî hatiye tomarkirin. Dîroka vî bajarî vedigere bo du serdemên cuda, yekem serdema desthilatdariya Îlamiyan ku jê re Madoko hatiye gotin û ya duyem jî serdema desthilata Sasaniyan ku bi Seymer hatiye naskirin.

Bajarê dîrokî yê Madakto 135 kîlometreya başûrê rojavayê bajarê Îlam, wate bajarê Dereşarê ye. Madakto beşa dîrokî ya herî kevn a Dereşarê ye, ku li gorî piraniya lêkolînan berê bajarekî pir geşe û girîng bûye, lê ji ber erdhejeke mezin (dibe ku zêdetirî 1000 sal berî niha be) hatiye hilweşandin. Dîroka Dereşar vedigere bo serdema Îlamiyan; Îlamî di dawiya hezarsaleya sêyemîn a beriya zayînê de jiyane û paytexta wan a havînê bajarê Madakto yê Rojhilatê Kurdistanê bûye.

Devera dîrokî ya Madakto bi qasî 120 heta 200 hektarî dibe, li bakurê çiyayê Kiwir û başûrê çemê Seymere cihgir bûye. Wekî ku hate gotin, lêkolînan derxistine ku ev bajare 2500 sal beriya niha paytexta havînî ya Îlamiyan bûye û ji ber erdhejê wêran bûye, di serdema desthilatdariya Sasaniyan de ango 1400 sal berî niha, bajarekî din ku bi navê Seymere ye li ser wêraniyên Madaktoyê hatiye avakirin.

Çavkaniyên dîrokî diyarî dikin ku di encama şerê naskirî bi “Şerê Şûşê” de li sala 645 beriya zayînê û piştî dagîrkirina Îlamê ji aliyê Asûriyên Banîpal ve, bajarê Madaktoyê geşe û girîngiya xwe ji dest dide û bo heyameke zêde di rewşeke wiha de dimîne. Di serdema Sasaniyan de bajar ji nû ve zindî dibe û bi Seymere tê navdêrkirin.

Dîroknas li ser wê bawerê ne ku Madakto yan Seymere paytexta wîlayeta “Mêhregan Kedek” bûye. Di dîrokê de wisa hatiye behskirin ku erdhejek di sala 945 a zayînî de çê dibe û bajar kavil dike û hinekan jî îşare bi wê yekê kirine ku xelkê Madaktoyê ku nêzî 5000 malbat bûne, ji erdhejê agahdar dibin û beriya bûyerê ji bajêr derdikevin. Piraniya avahî û xaniyên mezin ên bajêr ji ber erdhejê ji nav çûne.

“Sir Henry Rawlinson” yekem şûnwarnas bûye ku di sala 1836an de li ser vî bajarî lêkolîn kiriye; Li gorî nerîna “Rawlison” wekî yekem kes, kaviliyên Seymerr taybet bi serdema Sasaniyan in. “Jacques de Morgan” şûnwarnas û lêkolerê Feransî di sala 1891an de serdana wî bajarî Kurdistanê kiriye û li ser wê bawerê bûye ku ev bajare heman bajarê Madaktoya Îlamiyan e. “Aurel Stein”, şûnwarnasê Mecaristanî jî, di sala 1936an de lêkolînek zêde li ser Madaktoyê kiriye. Heta niha 9 lêkolîn li ser Madaktoyê hatine kirin, di encama yek ji wan lêkolînan de, li bajarê Seymereyê yekemîn Mizgefta serdema Îslamê li Rojhilatê Kurdistanê hatiye peydakirin.

Bajarê dîrokî yê Madakto yê Rojhilatê Kurdistanê çendîn navên wek Seymere, Dereşar, Mêhrcan Kedek, Madakto û hwd hene. Hin zimanzan û dîroknas li ser wê bawerê ne ku Madakto tê wateya nîştimana Medan û Madakto war û welatê Medan bûye.

KURDŞOP
709 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!