Mûsasîr yan bajarê Rojê

Şino Resûlî

 

Girê Mûsasîr dikeve navçeya Rebet a Serdeştê li Rojhilatê Kurdistanê û çendîn bermayiyên dewleta Orartû di vê girê de hatine peydakirin, lê hinek dibêjin navçeya Mûsasîr kevtiye navçeya Sîdekanê li devera Biradost a ser bi parêzgeha Hewlêrê.

Mûsasîr yan bajarê Roj, bajarekî wundabûyî di nav daristanên Serdeştê de ye ku behsa dewletdarî û şaristaniyeta netewa Kurd dike.

Mûsasîr perestgeha Xwediyê Xalidî li hezareya yekem a beriya zayînê li Kurdistanê ye. Di sala 714 a beriya zayînê de Sargonê Duyem yê paşayê Aşûrî êrîşê ser vê perestgehê dike û talan dike û kelûpelên wê vediguhaze bo paytexta xwe li Xirsbadê, û di sedsala 19an de paytexta Aşûriya ji aliyê lêkolerên Ewropî ve hate peydakirin û ew kelûpelane tê de hatine peydakirin ku 2732 sal berî niha hatibûne talanbirin.

Bi salan e ku dîroknasên navdar li pey navçeya wundabûyî ya bi navê “Mûsasîr” yan bajarê Roj digeriyan. Piraniya dîroknasên Amerîkî û Almanî li ser wê bawerê bûn ku divê li Iraq an jî Tirkiyê li pey hikûmeta Roj an Ardênî bigerin, destpêkê komek ji dîroknasên Almanî li ser wê bawerê bûn ku Mûsasîr li gundekî Başûrê Kurdistanê ye, lê piştî geriyan, famkirin ku li wir nîne. Herwisa hinekê din jî wisa dizanîn ku Mûsasîr li rojavayê Bakurê Kurdistanê ye.

Yek ji kevintirîn şûnwarên ku bi rohnî navê Mûsasîr tê de hatiye, şûnwarên nivîskî yên Aşûriyan û yên serdema desthilata “Şilmanserê Sêyem” e, ku wekî piraniya kelepûrên nivîskî yên Aşûriyan behsa êrîşekê dike ku bi vî awayî ye:

Li sala 834-835 a beriya zayînê, navbirî di dema desthilatdariya xwe de, yek ji serokê fermandên xwe yê bi navê “Dayan Aşûr” bo Rojhilatê Kurdistanê û beşa xwarê ya Bakurê Kurdistanê dişîne.

Ew serokê fermandeyan êrîşê ser “Zîrta” a navçeya Seqiza niha dike û di welatê Manayan de êrîşê ser paytexta “Masaşoro” dike û daxwaza wergirtina bac ji wan dike. Ew bace bo navçeya Parsiwa tê veguhastin. (Mebest Pars nîne, ev navçeye dikeve Iraqa niha). Aşûr di sala dinê de piştî derbasbûn di nav “Xubuşkiye û Mûsasîr” û hin navçeyên bin desthilata Orartû û Gîlzano (navçeya tenişt gola Urmiyê) de, êrîşê ser Manayan û rojavaya Îrana niha kiriye. Nivîsên “Sargon û Dorşarkîn” behsa wan êrîşane kirine.

Rebet warê Mûsasîr, yek ji navçeyên girîng ên hikûmeta Manayan bûye. Herwisa xala bihevre girêdana şaristaniyet û hikûmetên Mana bi Aşûrî û Oratûyî re bûye. Gira Rebet ser bi bajarokê Rebet yê girêdayî bajarê Serdeştê ye û li rex çemê “Kelwê” ye.

Ev gire di sala 1985an de bi serpereştiya Dr. Karger hate peydakirin û sala 2005an, dîroknasan yekemîn karê xwe li navçeyek bi panatiya 25 hiktar bi dawî anîn û şûnwarek girîng a serdema Hesin peyda kirin.

Panatiya vî girê 25 hiktar e û ji sê girên cuda hatiye çêkirin, di girê naverast de deriyê çûna nav hundur heye û herwisa şûnwarên din jî wekî kerpîçên bi xetên bizmarî, kerpîçên bi şeklên hindî, giya, ajel, şêr û mirovên baskdar hatinî kişandin û nîşaneyên kevnar jî hatine dîtin ku wekî şûnwarên “Zêwiye û Qelaçixo” li Seqizê. Her ev belge ne ji bo pêwendiya siyasî û kultûrî di navbera van koşkan de. .

Tişta ku ji hemûyan ecêbtir e wêneya mirovekî bi bask, serê xêzkirî û rêdînek dirêj e ku baskên wî bo herdu aliyan vekiriye û destên xwe ji bo lahiyan bilind kiriye; Em pêka cilên wî dikarin bizanin ku yê serdema Maniyan e.

Pêka wê ku hevşa koşkê kevirî bûye û bi şêweyê bazineyî ku bi kevirên çem hatiye çêkirin, dîroknas li ser wê bawerê ne ku eva bajarekî girîng di asta cîhana kevn de bûye. Bajarê Mûsasîr mezintirîn mizgevta Xwediyê Xalidî (Halidî) li bajarê Rojê bûye. Tê gotin ku Mûsasîr hikûmetek hevdemê hikûmeta Aşûrî û Orartû bûye.

Dîroka Mûsasîr behsa tiştekê dike ku ew jî ew e ku netewa Kurd di Rojhilata Navîn de ew netewe ye ku xwediyê kevntirîn û girîngtirîn dîroka mirovahî û şaristaniyetê ye. Heta dîroknasê cîhanê yê navdar “Will Durant” ku pirtûka dîroka şaristaniyetê nivîsandiye jî dibêje: “Ez heft caran li cîhanê geriyam, lê li ti cihekî vê cîhanê bi qasî şaristaniyeta Zagrosê kevnar nîne”.

KURDŞOP
544 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!