Sîpan Sofîzade
Med beşeke girîng ji wan eşîran bûne ku bi navê Arî hatine naskirin. Ji destpêka hezareya yekem a beriya zayînê ve bo aliyê navçeyên Zagrosê hatine koçkirin û piştî wê yekê gihane navçeya Zagrosê, bi gelên navçeyê yên resen wekî “Gutî, Lulu, Xurî” û gelek eşîrên dinê re têkel bûne û karîne xwe biguncînin.
Paşê, ji ber êrîşên berdewam yên Aşûriyan li ser navçeyên Kurdistanê, van eşîran karîbûn di van rûbirûbûnan de xwe îspat bikin û serkirdayetiya xelkê xwe bikişînine stûyê xwe, çimkî ev eşîrane di warê hunera şer û siwarbûnê de gelek jêhatî bûn.
Li gorî dîroknasê gerok yê bi navê “Hêrodot”, kesayetekî civakî yê bi navê “Diyokis” an jî “Diyako” di nav Medan de derketiye û kariye eşîrên Medan ku heft eşîre bûne, bike yek û bibe paşayê Medan.
Hêrodot
Diyako bi “Rosayê Yekem” yê paşayê Uratî re li dijî Aşûriyan dibine yek û piştî şerekî mezin di sala “714 a bz” de, Diyako bo heyama 16 salan bi dîl dikeve destê “Sergonê Yekem ê Aşûrî”, piştî wî kesek din ê bi navê “Frawurtîs” desthilatê bi dest digire û di dema êrîşkirina bo ser Neynewaya paytexta Aşûriyan de, ji aliyê eşîra Îskîtan ve tê dorpêçkirin û paşê tê kuştin.
Piştî 25 salan di bindestiya Îskîtan de, li sala 628 a beriya zayînê, kesek bi navê “Kay Exsar” karî Medya rizgar bike. Wî piştî rêkxistina welatê xwe êrîşî ser Aşûriyan kir û dest bi ser piraniya navçeyan de girt, herwisa bi “Nebubilasir” yê paşayê Babilan re rêkkeftin kir û karîn dest bi ser Neynewaya paytexta Aşûriyan de bigire û ew împratoriye bo hertimî li ser nexşeya siyayî hate reşkirin.
Piştî wê yekê navçeyên Bakurê Kurdistanê kevtine destê “Key Exsar”, navbirî li sala 585 a bz, koça dawî kir û kurek wî yê bi navê “Astiyag” kevte cihê wî û bû paşayê Medan. Piştî heyamek kêm “Kuroş” yê paşayê Hexamenişîn dawî bi desthilata paşayê Medan anî.
Piştî êrîşa Îskenderê Maqdonî, Kurdistan bû beşek ji dewleta Selûkiyan a Yûnanê, ku bi serdema “Hîlînsî” hatiye naskirin, heta paşê ku Eşkaniyan Kurdistan xistine bin desthilata xwe û desthilata wan berfireh bû. Gelek ji paşayên din jî paşê di Kurdistanê de serî hildane yên wekî “Ediyabîn, Silux û Kurduyîn û hwd”, wan jî leşker û desthilata xwe ya tevaw hebûne, tenê di desthilata derve de ser bi Eşkaniyan bûne û baca salane bi vî dewletî re dane. Lê paşayiya “Usruyîn” serî hilda û di sala 242 a bz de, desthilata rasterast bi ser wan de sepand û piştre dawî paşayê malbata “Ebger” dawî pê anî.
Sînorê împeratoriya Hexamenişîn
Di sala 224 a zayînê de, împeratoriyek nû ya bi navê Sasanî serî hilda û “Erdeşîrê kurê Babek” piştî herifîna desthilata Eşkanî tev navçeyên wî dewletî xiste bin desthilata xwe û di demek kin de desthilata navendî ragihand û tev beşên welat xiste bin desthilata xwe, wate serbixweyî nema.
Piştî vê qonaxê, Kurdistan rûbirûyê tirsinaktirîn û mezintirîn nakokiyên siyasî, leşkerî, olî û aborî bû. Piraniya şeran li ser axa Kurdistanê dihatine kirin, wekî şerên “Useybîn û Amed” û çendîn şerên dinê yên mezin, ji xeynî wê yekê ku şer li Kurdistanê diqewimîn, kavilkarî, birsîtî, dorpêçkirin û veguhastin, çarenivîsa wan bû.
Eva jî zêdetir bû sedema paremayîna civaka Kurdewarî û parçebûna wî welatî bi ser çend navçeyên kultûr yên cuda de, ew jî ji ber ciyawaziya ziman, ola Sasaniyan û Romanî bû; heta êrîşa Erebên Misilman di sala 637 a zayînê de, ewa rewşa Kurdistanê bû û paşê jî sedsalên naverast hatine destpêkirin.
Nasandina alaya Medan:
Alaya Medan di yek ji belgenameyên dîrokî de hatiye, ku ew ala di naverast de spî bûye û beşa serwe sor û xwarê jî zerd û di navenda alayê de jî şêrek û rojek hebûye.