Şino Resûlî
Li 28 kîlometriya bajarê Mehabadê û li rêya Mehabad bo aliyê Serdeştê, komek kevir li wir hene ku yên serdema sêyem a erdnasî ne. Di naverasta wan keviran de kevirk mezin heye ku li ser wêneya kesekê ku siwarê ajelekê bûye hatiye koladin. Temenê wê lewhê vedigere bo 4 hezar sal berî niha. Ew navçeye ji komek girên (ku di erdnîgariyê de jê re dibêjin Mahûr) pêk hatiye. Nexşeyên li ser yek ji wan giran li ser kevirekê ku jê re dibêjin “şist” hatine xemilandin. Her 30 nexş li ser 2 perçeyên kevir hatine kişandin. Komên kevirên sereke 24 nexş li ser hene û koma duyemîn a keviran jî çar nexş li ser hene ku li ser kevirek piçûktir di mewdaya 5 metreya dûrî du komên keviran de hatiye kolandin. Di wêneyan de ajel û mirov hene.
Di vê koma keviran de nexşên endazyarî û sembolîk ên ku ji mijareke taybetî re sembolîk têne hesibandin, nayêne dîtin. Wêneyên mirovî yên ser wan keviran hemû hevşêweyên hev in. Cesteya wêneya mirovên xaçdar, hinek dest û lingên wan bi tevahî vekirî ne, hin ji wan destê wan ketiye û destê hinek din jî gelekî mezin in.
Ji wêneyên li ser keviran xuya dike ku xencer an jî şûr û amûreke mîna wan di destên wan de ye û tê xuya ku li pey hev direvin. Ji bilî vê yekê, di beşên jorîn ên koma keviran de, çend ajelek ku dûvikên wan dirêj an jî daketine, diyar in ku dişibine riviyan.
Wêneyên li ser wan keviran dişibine hesp, siwarbûn û nêçîra ajelan jî. Ev şûnware ji ber girîngiya xwe ya dîrokî yek ji cihên geştiyarî yên Mehabadê tê hesibandin.
Li ser wan keviran hin wêneyên dinê jî hene ku ya herî girîng bizina kovî ye. Bizina kovî sembol û manîfestoya xelkê kevn ên wê herêmê ye, bi taybetî di dema şaristaniya Maniyan de.
Bizina kovî îdeogrameke hunerî ye. Ew gelek caran bûye sembol û kodek ku li deverên cuda yên deşta Îranê û heta li deverên din, li derdora çiyayên Hîmaliya (Tebet û Pamîr) û li dora bilindahiya çiyayên Alpa yên rojavayî Feranse û Îtaliyayê hene û heta em dikarin ew wêneyên bizinên kovî di nav kevirên nivîskî yên Dewletên Yekbûyî de bibînîn: ji wan wîleyatên “Nevada, California, Utah, û Arizona”, ku ji aliyê Hindiyên resen ên Amerîkayê ve hatine afirandin ku regeza Asiyayî hene.
Ew jî bi hezaran salan çê bûne; Tişta ku ji me re pir balkêş e ev e ku hejmareke mezin ji wêneyên kûçikên Tajî hene ku li ser lewheyên kevirên reş hatine xemilandin.
Wêneya wan kûçikan wê yekê ji bo me derdixe ku aliyê kêm ji hezareya 9 a beriya zayînê ve kedîkirina kûçikên nêçîrî nîşanê me dide, ev kevirane bi van wêneyên kevin ve wek pirtûkek kevirî ya kevin e ku bûyera jiyana wan kesan vedibêje ku aliyê kêm 11 hezar sal berî niha kûçika Tajî kedî kirine.
Hewce ye bê gotin ku jinê jî roleke girîng di wê yekê de hebûye. Di tabloyên kevn ên li ser wan kevirên textî, mirov dikare cih, bîr û bawer, rêûresm û tev bûyerên biyolojîkî yên rûniştiyên wê axê peyda bike.
Ew belgenamane jidayikbûna kevnar û bedew û nîşanderê nasnameya bêhempa ya wan kesan in ku bi hezaran sal li ser wê axê jiyan kirine.
Li ser berhemên dîrokî yên Kurdistanê lêkolîn nayêne kirin û ger hatibe kirin jî tenê bi çewtî bûne yan jî nehiştine ku karên xwe bi dawî bînin. Li ser wêneyên ku li ser keviran in jê re “Xirehencîran” dibêjin ku wêne rêkûpêk nînin ku behsa tişteke diyarîkirî bikin .
Kevirên Xirehencîran zêde nehatine lêkolînkirin. Demeke kin kar li ser hate kirin û paşê kes neçû aliyê wê yan jî her nehiştin ku lêkolîn li ser bê kirin.
Dema mirov li dîrokê dinêre, tişteke din li ser nehatiye kirin û heta xelkê navçeyê jî nizanin ku di bajarekî Kurdistanê de tişteke wisa bi nirx heye.