Keleha Palingan: Ji beriya Îslamê ve heta desthilatdariya Erdelaniyan (1168- 1867)

Hewram Ehmedî

 

Keleha Palinganê di 750 metriya başûrê rojhilatê "gundê Palingan "ê (yan bi zaraveyê xelkê xwecihî, Palinan) de hilkeftî ye. Gundê Palingan ser bi parêzgeha Sinê ye û 15 kîlometre ji bajarê Kamêranê dûr e. Ev gunde xwediyê keleheke pîlekanî ye û rê û şaxeyek ji ava çemê "Sîrwan"ê di naverasta gund de derbas dibe. Xelkê vî gundî li ser wê bawerê ne ku ev gunde di berdewamiya dîrokê de çendîn caran hatiye kavilkirin û piştre avedan kirine. Dîroknivîs li ser wê bawerê ne ku Balingan ji tev navçeyên din ên Hewramanê kevntir e û ewa jî vedigere ser hebûna şanwara dîrokî ya "kevirnivîsiya Tengîwer" û belgenameyên naskirî bi "belgeyên Hewramanê" ku sala 1905an di şikefteke Tengîwera nêzî Palinganê de hatine peydakirin. Piştî Îslamê dema ku mislimanan êrîşî ser Îranê kirin, ev gunde ji wêranbûnê rizgar nebû. Heta keleha Palinganê ku li derdora gund e, ji aliyê misilmanan ve hatiye dorpêçkirin. Lê tê gotin ku piştî girtina kelehê, wan xelkê vê herêmê neçar nekirin ku Îslamiyetê qebûl bikin, çimkî çend sedsalan piştî wê yekê jî rûniştiyên herêmê bi ola xwe ya ku tê gotin şaxeyekî ola Zerdeştiyê ye bawerî hebûne.

Şûnwarnas li ser wê bawerê ne ku dîroka vê kelehê vedigere bo sedsalên heftem û heştem ên Koçî. Bi nerîna hinekên dinê jî, bermahiyên kelehê vedigere bo serdema beriya Îslamê. Beşeke zêde ya avahiya kelehê hilweşiya ye, lê di nav bermayiyên kelehê de perestgeha agir û pira kevn têne dîtin. Herwisa deriyekî kevirî yê mezin jî hatiye dîtin ku dîroka wê îsbatkerê dîroka beriya Îslamê ya gundê Palingan û kela vî ye. Ji hêla stratejî û leşkerî ve, keleh rast li ser gûpika çiya hatiye çêkirin, ku behsa sîstema berevaniya bihêz a kelehê dike. Di avakirina kelehê de hemû aliyên parastinê hatine berçavgirtin û îmkana çavdêrîkirina tevahiya herêmê hebûye. Bermayiyên odeyên kelehê nîşan didin ku di dema êrîşên dijmin de ji bo xelkê herêmê wekî penahgehekê hatiye bikaranîn.

Li gorî vegotinên dîrokê, keleha Palinganê bo heyamekê cihê nîştecihbûna fermanrewayên "Kelhur" bûye. Paşê "hikûmeta Erdelan" dest bi ser vê kelehê de digire û di sala 1168an de ji ber guncawnebûna keşûhewaya "keleha Zelm" ya "Şarezûr"ê, navenda desthilata xwe bi rêberayetiya "Baba Erdelan" ji bo Pailnganê vediguhazîne. Li derdora sedsala 10an a Koçî, keleh ji Palinganê ve heta "Hesen Ava"ya Sinê bi navendiya keleha Palinganê ji çiyayên "Şaho" û tenişt çemê Sîrwanê dibe baregeha sereke ya mîrnişîniya Erdelan. Di rastî de mîrnişîniya Erdelan di serdema paşatiya eşîran de li Rojhilatê Kurdistanê hikûmetek bû ku bo heyama 700 salan (di salên 1168-1867 de) desthilatdariya beşeke zêde ji Rojhilatê Kurdistanê û hevdem hin ji navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê jî kiriye.

Bi giştî, mîrnişîniya Erdelan xwediyê çendîn kelehan bûye, ku wan di demsalên cuda yên salê de wekî beregeha xwe bikar anîne. Ji bo zivistanê "keleha Zelm"ê, ji bo payîzê "keleha Merîwan"ê, ji bo havînê "keleha Hesen Ava" û ji bo biharê jî "keleha Palingan"ê. Keleha Palinganê ji ber cihê xwe yê stratejîk ve bo heyama çendîn sedsalan wek yek ji kelehên herî girîng û destpêranegihîştî hatiye danîn. Ev cihê stratejîk di qonaxên cuda yên dîrokî de çîrokên cuda bexşiye bi kelehê.

Keleha Palinganê di dawiyê de li ser biryara "Şah Sefî" (paşayê Sefewî li Îranê) û ji aliyê "Silêman Xanê Erdelan" ve (ku li şûna bavê xwe Xan Ehmedxan desthilatdarî dikir), hate hilweşandin. Silêman Xan netenê ev keleh, belkî her çar kelehên mîrnişîniya Erdelaniyan (ango Zelm, Palingan, Hesen Ava û Merîwanê) ji nav bir.

Piştî hilweşîna kelehan, bajarê nû yê "Sinê" di sala 1046ê Koçî de hate avakirin. Ev biryare bi tundî desthilata berevanî û leşkerî ya Erdelanan kêm kir. Di rastî de, hilweşandina kelehan û avakirina bajaran ku bi hêsanî dihatine kontrolkirin, destpêkek ji bo bihêzbûna împratoriya Sefewî li herêmê bû û rêxweşker bû ji bo desthilatdariya navendî ya Îranê bi ser mîrnişînên kurdan de. Mîrnişîniya Erdelan piştî desthilatdariya 700 salan di sala 1867an de hilweşiya. Ev yeka bû bi destpêka peydabûna qewareyeke navendîxwaz di sîstema deshilatdariya Îranê de, ku di dawiyê de bû sedema derketina dewlet-netewe ya Îranê û bindestiya siyasî û çandî ya Rojhilatê Kurdistanê.

KURDŞOP
659 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!