Roj Qadirî
7- Naîrî-Urartu: Yekemîn îşare bi Urartuyan di tabloya Aşûriyan de hatiye û vedigere bo sedsala sêzdehem a beriya zayînê. Bi vî rengî Urartu di nîveya yekem a hezareya yekem a beriya zayînê de yek ji xwedîhêzên herî mezin ên Mezopotamyayê bûne. Ew di heman demê de komek bûne ku cotkarî û ajeldarî kirine û bronz ji bo pîşesaziyê bikar anîne.
Naîrî jî, ji aliyê Aşûriyan ve hatine bikaranîn û Aşûriyan bi wan dest bi ser navçeyên bilind ên bakuriyan de girtibûn ku ketibûne navbera herdu çemên Dîcle û Firatê li aliyê başûrê golan. Paşayê wan yê herî navdar Sardurê Yekem bû (825-832 b.z.), ew hevdemê şahê Asûrî yê bi navê Şelmaneserê Sêyem bû. Di şûna wî de kurê wî Aşbûnî hate danîn ku di navbera salên 806 û 814 beriya zayînê de desthilatdarî kiriye û çend belge li derbenda Kêleşînê ji me re hiştine. Paşê di şûna wî de kurê wî Mînewa hate danîn û paşê di encama êrîşa Sercon ê paşayê Aşûriyan de li sala 714 b.z. de beşek ji padîşahiya wî hate dagîrkirin. Beşên dinê jî, di sedsala heftan a beriya zayînê de ji aliyê Sekîs û Kimîriyan ve hatine dagirkirin.
8- Manî: Mana navdartirîn herêma Urartu bû ku li başûrê gola Urmiyê hilkeftî bû. Yekem car li sala 843 b.z . Aşûriyan îşare bi Maniyan kiriye. Di tomarekê de jî ku vedigere bo salên 659- 665 b.z., behsa wê yekê hatiye kirin ku ji ber zêdekirina dahatê li ser berhemên çandiniyê ji aliyê paşayê Maniyan yê bi navê Axşîrî, serhildaneke girseyî hatiye lidarxistin. Tê de xelkê serhildayî şiyane paşayên xwe (Axşîrî) bikujin û kurê wî yê bi navê (Awlêlî) ji desthilatê dûr bixin û ew bi neçarî ve bo aliyê Aşûriyan direve.
Di dawiyê de ji bo dûrxistina pîlan û êrîşên Aşûriyan ew neçar man ku penaha xwe bo aliyê Medan bidin û di dawiyê de di sala 615 b.z. çûne bin desthilata wan. Hin dîroknas jî li ser wê baweriyê ne ku dewleta Maniyan bingeha dewleta Medan daniye.
Di derbarê şaristaniya vê dewlet û komê de, tê zanîn ku wan di warê aborî de dexl çandine û ajel xwedî kirine; di pîşesaziya sivik de jî şareza bûne. Herwiha di warê hunerî de jî destrengîn bûne ku ev bermayiyên hatine peydakirin li Saqiz û Zêwiye yên Rojhilatê Kurdistanê belgeyên wan rastiyan in.
9- Kardoxî (Kordoêne): Kardoxî rûniştiyê başûrê çemê “Botan Sor” ê Bakurê Kurdistanê bûn. Yekemîn îşare jî bi vê komê ji aliyê serkirdeyê Yûnanî Ksenofon ve di pirtûka wî ya bi navê Anabasis de hatiye kirin. Ew di vê berhemê de îşare bi wê yekê dike, ku di dema vegerîna bo welatê Yûnanê digel deh hezar leşkerên artêşa xwe de beriya ku bigihine navçeya Ermenistanê, rûbirûyê Kardoxiyan bûne.
Zaraveyê Kardoxî jî, ji zaraveyê Kirda yê Sumeriyan hatiye wergirtin. Paşê zêdeyiya “x” a Sumerî çûye ser vî navî û bûye Kirdax. Paşê zêdeyiya “uy” a gelempera Yûnanî çûye ser vî navî û li ser zimanê Yûnaniyan bûye bi Kirdawxuy, wate xelkên welatê Kirda.
Derbarê civaka Kardoxiyan jî, hatiye zanîn ku civakeke cotyar bûne. Avahiyên wan bi herî, kevir û daran hatine çêkirin. Herwisa wan girîngî bi baxên êmîş û tirî daye. Ksenofon di berhema xwe de behsa wê berevaniyê kiriye ku Kardoxiyan berevanî ji bax û malên xwe li hember artêşa Yûnanê kirine.
Dawî:
Kevintirîn zaraveyê ku heta niha zaraveyê kurdî jê hatibe hildan, zaraveyê Kirda yê Sumeriyan e ku bi wateya bilind e. Ew zarave jî bo yekem car di tomareke paşayê malbata “Orî Sumerî” yê bi navê Soşîn (2028- 2036 b.z.) hatiye. Mebest ji wê zaraveyê jî hebûna jiyan û xelkê di wan navçeyên çiyayî yên bakurê sînorê desthilata Sumeriyan de bûye ku bi Mezopotamiya hatibû naskirin.
Çavkanî:
Mediya, Ferheng, wergêrana Burhan Qani`i, Bexdad, 1978.
Kurteyek Ji Dîroka Kurd, Profesor Dr. Keywan Azad Enwer, çapa yazdehem, Silêmanî, 2021.