Keleha Kerkûkê xwediyê dîrokek kevnar e

Sîpan Sofîzade

Kurdistan bi şûnwarên xwe yên kevnar ve navdar e û her yek ji van şûnwarên kevnar bi xwe dîrokek in. Di vê navberê de girîngtirîn şûnwarên Kurdistanê ew in ku dîroka wan vedigerine bo hezaran sal beriya niha. Yek ji wan karên endazyarî yên taybet ku Kurdistan pêve bi nav û bang e, çêkirina kelehan e. Yek ji wan kelehên Kurdistanê jî keleha Kerkûkê ye ku şûnwarek girîng û xwediyê dîrokeke kevnar e û di naverasta bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê de hilkeftî ye. Dîroka keleha Kekûkê vedigere bo naverasta hezareya duyem ya beriya zayînê.

Çend nerînek derbarê avakirina keleha Kerkûkê de

Yek ji wan nerînên derbarê avakirina keleha Kerkûkê ew e ku yek ji hakimên hezareya duyem a beriya zayînê yê bi navê Şah Şîlwa Tîşub, keleh ava kiriye. Lê hin ji dîronivîsên dinê dibêjin ew kelehe di serdema şahê Aşûriyan yê bi navê Aşûr Nasirbalî yê Duyem de li sala 850 heta 884an b.z. hatiye çêkirin, ku wê demê wî şahî ew keleh    ji bo piştevaniya hêzên xwe çê kiriye.

Nerîneke din jî ew e ku keleha Kerkûkê ji aliyê paşa Siloksiyê Yekem Nîkator ve hatiye çêkirin ku damezrînerê împaratoriya Silokî bûye. Ev împratorî    li ser bermayiyên hilweşiyayî yên împaratoriya Mexedonî, ku ji aliyê Îskenderê Mexedonî ve hatibû damezrandin, hat mezinkirin.

Paşa Siloks karîbû di sala 312 b.z. de dest bi ser welatê Babilê de bigire û bajarê Silokî yê li ser çemê Dîcleyê bike paytexta împaratoriya xwe. Ew keleh    jî, ji bo leşkeran û perestgehên cihû û xiristiyan ava kiriye.

Şêwaza çêkirina keleha Kerkûkê

Keleha Kerkûkê li ser dîzayna kelehsaziya Aşûriya kevn û li ser pantahiya 170 donim, di naverasta bajarê Kerkûkê de hatiye avakirin. Bilindahiya vê kelehê 44 metre ye. Keleha Kerkûkê xwediyê 72 bircan e û herwisa 32 rêyên cur bi cur ji bo çûna nav kelehê hatine çêkirin. Beşa herî girîng a kelehê beşa rojava bû, ku bi Şatir tê naskirin, ku li wir gora pêxemberê Xwedê “Daniyê Nebî” heye.

Keleha Kerkûkê çar deriyên sereke hene ku du ji wan dikevine beşa rojhilatê û duyên din dikevine beşa rojava. Deriyê yekem bi deriyê topê hatiye naskirin ku yek ji deriyên sereke yên kelehê ye û li hember çemê Xase hilkeftî ye û di sala 1820an de ji aliyê waliyê Mûsilê ve hate çêkirin. Niha tenê ew derî    wekî xwe maye û şêwaza wê hatiye parastin û nêzî 150 sal e nehatiye destkarîkirin.

Buha û girîngiya keleha Kerkûkê

Li 19ê Nîsana 2021an, birêveberayetiya beşa saziyên navdewletî ya desteya    giştî ya şûnwar û kelûpelên Iraqê, bi hevkariya saziya UNESCOyê keleha Kerkûkê xistine nav lîsteya demkî ya şûnwarên cîhanê. Ev jî, ji ber girîngiya kelehê ji aliyê pirçandîbûna wê ve, di nav wan de mizgefta Daniyalê Pêxember, mizgefta Mezin û mizgefta Uriyan û herwiha hebûna dêra Kildanî ya Um Ehzan e. Herwisa keleha Kerkûkê çend yekîneyan li xwe digire, di nav wan de Bazara Qeyser û Kubeya Kesk (ku dîroka wê vedigere bo serdema Etabegî di sala 752 a Koçî de), û herweha çend malên kultûrî.

Di dawiya sedsala 80ê û destpêka sedsala 90an, di dema nûjenkirina kelehê de, şûnwarên 17 bazar û dukanên kevn di wê navçeyê de hatine peydakirin û bi yek ji kevntirîn şûnwarên Iraqê hatine zanîn.

Di vê kelehê de gora beşek ji leşkeran tê de ye ku ew jî leşkerên Osmaniyan bûne û di şerê yekem ê cîhanê de hatine kuştin.

Keleha Kerkûkê di warê rewşenbîrî de girîngiyek cîhanî heye. Keleh di heman demê de li ser pîvanên kêm ên çand û şaristaniya jiyanê wekî xwedî girîngiya dîrokî tê hesibandin,  ji ber ku di warê avakirin û endazyarî de mînakeke bilind e û qonaxeke girîng a dîroka mirovahiyê nîşan dide.

KURDŞOP
534 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!