Qubehan: Zanîngeheke 800 salì li Kurdistanê

Sîpan Sofîzade

Dibistana Qubehan yek ji şûnwara herî kevnar a Herêma Kurdistanê ye û li sînorê navçeya Amêdî, li beşa başûrê zozana sûlavê li sînorê parêzgeha Duhokê, di nav bax û daran de hilkeftî ye. Qubehan dibistaneke olî û zanista îslamî bûye ku asteke bilind û pêşkeftî di zanist û zanyarî de hebûye û li wir çendîn zana û mela bawername wergirtine.

Dîroka dibistana Qubehan

Dîroka vê dibistanê vedigere bo serdema şanzdehem wate salên 1534 û 1576an, bi awayekî diyarîkirî di serdema Mîr Husên Welî, mîrê mîrnişîniya Badîniyan û bi fermana vî mîrî hatiye çêkirin. Ev dibistan    wek navendeke olî, fêrkirina zanistên olî, felsefe û mijarên civakî bi kar hatiye û dersxwanan tê de waneyên olî, zanistî û mirovî xwendine. Meydana dibistanê û pîlekanên pêçûpêçî û stûnên mezin û nivîsên kolandî yên ser keviran, şahidhalê dîroka girîng a vê dibistanê ne tenê bo Amêdî belkî bo tevahiya Kurdistanê ne. Lê di niha de beşeke zêde ya dibistanê hatiye herifîn û wêranbûna wê jî berdewam e.

Şêweya avahîsaziya dibistana Qubehan

Ev dibistan    di warê avahîsazî de gelek bi şêweyê hendesî hatiye çêkirin û destrengeke zêde pê ve xuya ye. Di nav avahiyê de çendîn kevane û taq hene û nivîsên bi awayê bilind li ser dîwaran hene. Panatiya dibistana Qubehan 25.30 metre ye û dirêjahiya wê jî digihe 28 metereyan. Bilindahiya rojavayê salona dibistanê 3.8 metre ye û firehiya deriyê wê jî 2.80 metre ye. Dibistan bi kevirên kilsî (ahek) hatiye çêkirin û qubeyên wê jî, ji kevirê pan û mezin ên sor hatine çêkirin, herwisa ava sûlavê çavkaniya ava dibistanê bûye.

Dibistana Qubehan ji pênc beşên sereke pêk hatiye. Beşek bo dersxwanan hatiye terxankirin, beşek yan du beş bo cihê bêhnvedanê û mana mamosteyan, beşek bo amadekirina xwarinan û cihê destşûştinê û beşa din mizgeft û cihê nimêjkirinê ye.

Di nav dibistanê de 6 heta 7 odeyên xewê hebûne. Beşek ji dersxwanan li wir mane û xelkê Amêdê jî xwarin û hemû pêdiviyên wan dabîn kirine, mamosteyê dibistanê mûçe nebûye, lê xelkê hinek genim dane wî da ku pê bijî.

Girîngiya dibistana Qubehan di serdema xwe de

Bi sedan sal berê li Amedê ev dibistan    hebûye ku bi dibistana Qubehan hatiye naskirin. Nêzîkî 2000 destnivîs di dibistanê de hatine parastin, lê piraniya wan nêzî sedsalek berî niha winda bûne, ji bilî 400 heta 450 destnivîsên ku niha li Bexdayê têne parastin.

Dibistana Qubehan a Amêdî di dema xwe de ji bo tevahiya Kurdistanê çavkaniya zanist û zanînê bûye, di vê dibistanê de bi hezaran bawername hatine dayîn, lê niha tenê şûnwarê wê maye. Di vê dibistanê de ji hemû navçeyên Kurdistanê dersxwanan wane xwendine û bi hezaran mela, rewşenbîr, helbestvan û kesayetiyên naskirî yên Kurdistanê jî di vê dibistanê de xwendine, her lewma hinek kes ji vê dibistanê re dibêjin zanîngeha Qubehan.

Dîroknas û psporên dîrokî piştrast dikin ku nêzî 800 salan xwendin û perwerde li dibistana Qubehan berdewam bûye. Di serdema Sultan Husên de hatiye avakirin û di serdema Sultan Hesen de hatiye nûkirin.

Di vê dibistanê de zanistên kelam, rêziman, mentiq, vegotin, nûjenî, wate, serf, edebiyat, fiqh û zanista tefsîrkirinê û hin zanistên pizîşkî û endezyarî, hisab, felsefe û stêrknasî hatin xwendin.

Dibistana Qubehan bi zanîngeha Ezherê re pêwendî hebûye, çendîn kesayetî û zanayên wek Ebû Seûd Emadî, Şêx Ebdulselam Berzencî, Şêx Mihemed Mexrîbî û Şêx Xeyasedîn Neqşbendî li dibistana Qubehanê xwendine.

Navê dibistanê ji çi ve hatiye?

Di derbarê navê Qubehanê de sê nerîn hene, ya ku herî zêde tê gotin ev e ku navê Qubehan ji sê qubeyên (minare) mizgeftê ve hatiye ku li ser mizgefta dibistanê hebûne, lê hinek dibêjin ku navê Qubehan vedigere bo kurê Sultan Husên Welî, çimkî ew dibistane di serdema wî de hatiye nûjenkirin û Sultan Husên navê kurê xwe xistiye ser dibistanê. Nerîneke din jî heye ku navê Qubehan vedigere bo navê mizgefta Qubehan a Erebistana Siûdî.

KURDŞOP
744 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!