Kurdistana kevn (Suî, Lolobî û Gotî)

Roj Qadirî

Derketina mirovan li ser erdê ji nişkê ve û bi rêkeft nebû. Wate bi wî rengî nebû ku mirov di destpêkê de xwediyê hemû şiyanên xwe bûbe, belkî mirov di destpêka derketinê de bi sadeyî jiyaye. Piştre nêr û mê hevdu nas kirine, paşê malbat û civak derketine holê. Piştre rêxistina eşîrî wekî yekemîn bingeha derketina civakê hatiye damezrandin. Paşê di encama zewac, pêwendiya xizmtî û xwînê de, komên mirovan li dora hev kom bûne, di dawiyê de kar, parastin û berjewendiyên hevpar zêdetir ew bi hev re girê dane.

Di berdewamiya wan guhertinan û pêkhatina civak û berfirehbûna bîra mirovan de, jiyan ber bi pêşveçûnê ve çûye. Ew pêşveçûn di dawiyê de xwe di avakirina desthilatên navçeyî û paşayetî de dîtiye.

Kurdistan jî wek axa kevnar a kurd, di wî warî û guherînkariyan de bêpar nebûye, lewma bi mebesta nasandina rûniştiyên Kurdistana kevnar, em ê girîngtirîn civatên kevn ên wê axê bînine ber behsê:

1- Suî

Yekem car di nivîsa paşayê Somerî (Soşîn \  2028- 2036 bz) de îşare bi vê civatê bi navê Subar hatiye kirin û “Su” bi navçeyên başûrê rojavayê gola Wanê hatiye gotin. “Bar” jî di zimanê Somerî de bi wateya “dereve” hatiye. Mebes ji wateya “Subar” ew civate bûne ku di navçeyên bilind ên derdora sînorê “Someriyan” de jiyane.

2- Lolobî

Derketina Lolobiyan li Kurdistanê û nîştecihbûna wan, bo hezareya sêyem a beriya zayînê vedigere. Ev ku li deştên Şarezûr û Zehawê nîştecih bûn, li cem Aşûriyan bi welatê “Zamiwa” hatiye nasandin. Herwisa karîne di hezareya bz. de mîrnişîna “Xemazî” ava bikin û pêwendiyeke baş bi mîrnişîniya Êbîla ya başûrê Helebê re çê bikin. Derbarê jiyana aborî ya Lolobiyan jî tişta hatiye zanîn ew e ku çandinî zanîne û ajeldarî û bazirganiya kole û kelûpelên nav malê kirine. Heta di wê serdemê de navçeyên wan ji baştirîn bazarên dan û geniman bûne.

Ji aliyek dinê ve Lolobî bi wî zimanî axivîne ku Ekediyan pê diaxivîn û di jiyana xwe ya rojane de adet û ola Ekediyan bi kar anîne. Diyar e van ji bilî zimanê xwe, perestina Xwedayê Rojê mezintirîn perestina wan bûye. Bo mînak, Anubanînî ku padîşahekî wan bûye, di zimanê Ekedî de jê re xwedayê esmanan hatiye gotin û navê Xwedayê Rojê yê wan bûye.

3- Gotî

Tomarên dîrokê îşareyê bi wê yekê dikin ku bi xelkê bakur û bakurê rojavayê Lolobiyan re Gotî hatiye gotin. Ew jî ew civate bûne ku di hezareya sêyem û duyem a beriya zayînê de Arapxa kirine bi binkeya desthilata xwe. Yekemîn paşayê wan jî wek di tomara Someriyan de hatiye, navê wî Îrduyîzîr û di serdema paşayê Ekedî (Niram Sîn) de bûye. Dawî paşayê wan jî Îlo Lomîş bû ku di êrîşeke leşkerî de bajarê Ekedî yê paytexta împaratoriya Ekedî dagîr kirin û ew desthilat rûxandin.

Di dîrokê de Gotî bi xelkê şerker û wêrek hatine nasîn. Nivîsîna “bizmarî” û zimanê Ekedî li cem nivîsîn û zimanê xwe bikar anîne û wan roj diperest ku li cem wan bi Arapxa hatiye nasîn. Derheq bi zaraveyê “Gutî yan Kutî” jî li ser wê bawerê ne ku ew ji razaveyê “Kirda” ve hatibe ku ji peyva “Kur” a Somerî hatibe wergirtin, lê ji ber wê ku Ekediyan tîpa “d” bi tîpa “t” guherîne, peyv ji “kur” ve bûbe bi “kut” û piştre zaraveyê “Kutî” ji bo rûniştiyên navçeya “Kut” hatiye bikaranîn.

Gotî mezintirîn xwedanhêzên wê serdemê bûn ku tirsek mezin ji bo Somerî, Ekedî û Aşûriyan çê kirine. Heta împaratoriyeta Ekedî bi destê wê civatê hatiye herifîn. Serkirdeyê wê civatê jî di encama hilbijartinê de ji aliyê “encumena pîran” ve dihate diyarîkirin. Eva jî îşareyek rohn e bi hebûna sîstema demokratîkî li wê serdemê û di Kurdistana kevn de. Herwisa berevajiyê paşayên dîroka kevn ku heta mirinê fermanrewaya navçeya bin desthilata xwe dikirin, di hember de paşayê Gotî pêka biryara encumenê heta dema heft salan fermanrewayî dikir.

Ji aliyekî dinê ve beriya mirin yan jî kuştina wî di şer de, yan ji ber şaşiyekê, ji aliyê encumenê ve jê dihate derxistin û yekî din ji paqijtirîn, bişyantirîn, û wêrektirîn xelkê Gotî ji bo wê postê dihate hilbijartin. Wate sîstema desthilata wan nifş bi nifş û heta mirinê nebû.

Herwisa tev xelkê Gotî jî stûxwarê qanûn û bingehên dewletê bûn. Kesên olî jî di birêvebirina welat de havkarê encumen û paşayên xwe bûn. Di warê hunerî de jî di asteke bilind de bûne. Gotî li cem Somerî û Ekediyan bi regezên spî û bejinbilind û milpan dihatine naskirin. Her lewma şiyana wan a laşî bilind bûye û karîne li hember xwedanhêzên wê serdemê de bisekinin. Ev û Kutî bi destê paşayê bajarê “Werkarê Somerî” bi navê “Otohîkal” ji Mezopotamiyayê hatine derkirin û dawî bi desthilata wan hatiye.

 

Ev gotar dê bidome.

 

Çavkanî:

- Mediya, Ferheng, wergêrana Burhan Qani`i, Bexdad, 1978

- Kurteyek Ji Dîroka Kurd, Profesor Dr. Keywan Azad Enwer, çapa yazdehem, Silêmanî, 2021

KURDŞOP
722 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!