Keleha Sartike: Şûnwarekî serdema desthilatdariya Mîr Mihemedê Soran

Sîpan Sofîzade

Keleha Sartike ku bi “Keleha Paşayê Kor” jî tê nasîn, yek ji şûnwarên kevnar ên Kurdistanê ye û li navçeya Dukanê ya ser bi parêzgehe Silêmaniyê hilkeftî ye. Dîroka wê kelehê vedigere bo serdema mîrnişîna Soran ango sedsala 19an. Keleh ku ji aliyê Mîr Mihemed    yê paşayê Soran ve (1813- 1837) hatiye çêkirin û niha beşek ji ode û dîwarên kelehê wek şûnwar mane.

Keleha Sartike ku dikeve nêzî gundê Sartike, li ser beşek ji zincîreçiyayên Kilke Simaq    û bi dûriya 3 km li başûrê rojhilatê bajaroka Dukanê hilkeftî ye û rûbirûyê gola Dukanê ye û 50 kîlometre ji bajarê Silêmaniyê dûr e.

Ew girê ku keleh li ser hatiye avakirin nêzî 130 metre bilind e. Hilkişîna li ser rûyê pêşiyê pir dijwar e. Li bakur û başûrê kelehê du newalên kûr hene.    Hilkişan ji beşa piştê hêsan e. Ew bilindahiya ku keleh li ser hatiye avakirin, di warê darên berû û mazû de dewlemend e û ji bo çêrandina ajalan navçeyeke guncaw e.

Pêkhate û şêwaza çêkirina kelehê

Dîwarên kelehê ji “kevir, qisil û geçê” hatiye çêkirin. Dîwar bi kevirên piçûk hatiye dagirtin da ku valahiya kevirên mezin tije bikin da ku dîwar zêdetir qahîm be. Stûriya dîwarên kelehê li qada yekem heta nehem 1.70 metre ye, lê qahîmiya dîwar ji qata duyem bo nêzî 35 santîmetre kêm dibe, bi wê yekê jî giraniya li ser kelehê kêm kirine.

Ji bo parastina aliyê derve yê kelehê, ti pencereyek tê de nîne û tenê di nav aliyê hundur de heye, dîwarên qata nehê 7.5   metre bilind in.

Tişta ku tê dîtin li tev beşên kelehê teknîkên endezyariya leşkerî ye ku bi hûrî bi kar hatiye û hemû hûrekarî hatine berçavgirtin. Bi sûdwergirtin ji hilkefta sirûştî ya navçeyê, wan girîngî bi hunera berevanîkirin li dijî êrîşên dijmin dane û di berdewamiya dîroka Kurdistanê de eva sedema sereke ya avakirina kelehan bûye û dîwarên qahîm û bihêz çîroka berxwedaniya kurdan hilgirtiye.

Keleha paşayê kor, şêweyek çargoşe heye. Hunera çêkirina vê kelehê bi awayê leşkerî hatiye çêkirin, pêka hilkefta kelehê, dîwarên derve yên kelehê li her yek ji bakur, başûr, rojhilat û rojava ne û li ser kuncikên gihîştina her dîwarekê ji bo çavdêrî û parastinê birceke    bazineyî heye.

Sedema çêkirina keleha Sartike ji aliyê Mîr Mihemde ve

Mîr Mihemed girîngiyeke zêde bi parastina rêyên bazirganiyê daye. Dema ku desthilata wî berfireh bûye, ji bo bihêzkirina aboriya navçeyê û parastina sînorên desthilata xwe, berdewam li hember dewletên Osmanî û Sefewî rawestaye.

Her lewma parastina karwanan ji diz û çeteyan sedemek e ji bo çêkirina keleha paşayê kor, herwisa sedemek din jî ew e ku di serdema dewleta Osmanî de, derketina çek wek “tifing û topên dûravêj” pêş ket û hunera çêkirina avahiyan şêwazeke din bi xwe ve dît û keleha paşayê kor li ser Zê Piçûk ku yek ji wan avahiyan bûye, di serdema wan guherinkariyan de hatiye çêkirin. Girîngiya navçeyê wisa kiriye ku desthilatdarên vê navçeyê, ji bo berevanîkirin ji xwe kelehên leşkerî çê bikin.

Keleha Sartike di warê geştiyarî de

Ev şûnwara dîrokî û geştiyarî di niha de ti girtîngiyek pê nayê dan û beşek zêde ji dîwarên wê hatine herifîn û ber bi jinavçûnê ve diçin. Eva jî tevî vê ku salane hejmarek zêde ji geştiyarên navxwe û yên biyanî û xwendekar, wek geşta zanistî serdana vê şûna girîng dikin, lê ev şûn    heta niha nehatiye nûjenkirin û ji bo pêşîgirtin ji rûxandina wê ti rêkarek nehatiye berçavgirtin.

KURDŞOP
779 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!