Hewram Ehmedî
Dîroka nîştecihbûnê li Kurdistanê vedigere bo serdema beriya dîrokê. Pêwendiya kevntirîn şûnwara nîştecihbûna mirov di pîvandina erdê û kolandina li devera Hewramanê, vedigere bo serdema kevirî ya kevn ku li gor gotina şûnwarnasan temenê wê zêdetir ji 40 hezar sal heta nêzî 12 hezar sal e. Di vê pêwendiyê de, “belgeyên Hewramanê” hin belgeyên giranbuha ne ku di destpêka sedsala bîstem de li navçeya Hewramanê hatine vedîtin û beşdariyeke berçav di lêkolînên zimannasî û herwisa dîroka kevnar a Hewramanê de hebûye.
Li gora lêkolîna şûnwarnasan, bi tementirîn xelkê nîştecih di wê navçeyê de, vedigere bo derdora hezareya heştem a beriya zayînê. Jiyana van xelkan li ser bingeha ajeldarî û jiyaneke koçberî bûye û piştî nîştecihbûn di vê navçeyê de bajarek li Hewramanê ava kirine.
Belgeyên Hewramanê di sala 1905an de li şikefteke çiyayê Şaho li nêzîkî gundên “Palingan” ku tê de yekemîn keleha hikûmeta Erdelan bûye û “Tengîwerê” ku nivîseke serdema Sûriyan tê de ye, ji aliyê peyrewê “Şêx Eladîn Neqşbendî” ve li nav kûzikekê di şikeftekê de hatiye dîtin.
Destpêka sedsala bîstem ku “Dr. Seîdxanê Kurdistanî” ji bo niştergeriya çavê “Ebas Qulî Xan” diçe Merîwanê, wan belgenameyan bi dest dixe û li sala 1913an dibe Lendenê û radestê muzexaneya Brîtanyayê dike. Ev belge pêk hatibûn ji sê belgeyên ku li ser pîsta xezalê hatibû nivîsîn. Du lib ji wan bi zimanê yûnanî û ya sêyem jî bi zimanê aramî hatibûn nivîsîn û her sêyê wan bi xetê bizmarî û di serdema desthilata eşkaniyan de hatibûne nivîsîn.
Du belgenameyên yekem ji aliyê şûnwarnas û ferhengnivîsê brîtanî ê bi navê “Ellis Means” ve ji zimanên kevnar hatine wergerandin û di kovara lêkolînî ya “Hellenic” a yûnanî de hatine weşandin. Dîroka van her du belgeyan li ser bingeha dîroka “Slûkiyan” e ku yek ji wan hevdem e bi 88/87 b.z. û ya din jî vedigere bo 21/22 b.z. Li ser pişta yek ji wan çend peyv bi zimanê partî hatiye nivîsandin ku kurtenivîsa deqa yûnanî ye û reng e dîroka nivîsa wê ji deqa yûnanî nûtir be.
Du nivîsên yekem li serdema eşka nehem û dawî desthilata eşka sêzdehem hatine nivîsîn. Ev du belge pêwendiya wan bi firotina nîve\sê dang baxê tirî bi navê (GK. Dadbakabag, Dadbakanra) li gundê Kopanîs (Kop(h)anis) ku reng e heman gundê niha yê “Kopî” li Qeredax, hilkeftî li rojavayê deşta “Şarezûr”ê hebe.
Belgenameya sêyem ku bi rênivîs û zimanê partî ye û dîrokeke partiyî heye û vedigere bo serdema yekem a zayînê (vêdiçe 12- 11 b.z. be), ji aliyê E. Kavilî ve hatiye wergerandin. Belgenameya sêyem li ser firotina nîveya rezeke tirî bi alavên çandiniyê re ye, ku ji aliyê “Pataspak” ê kurê “Tîrên” ve bi “Ewîl” ê kurê “Baynîn” bi 65 dirheman hatiye firotin. Ji bilî firoşyar û kiriyar, navê çend şahidan jî di vê belgeyê de hatiye. Li gorî Profesor Kavilî, belgeya sêyem a Hewramanê bi zimanê Pehlewî yê Partî ye, lê eva jî di demekê de ye ku Profesor Mînis wê yekê nêzîkî zimanê kurdî dizane.
Di rastî de hûrbûn li belgenameyên Hewramanê ji dîtingeha zimanzanî, dîrokî, pêwendiyên civakî û aborî û lêkolînkirin li ol û baweriyên kevnar li navçeya cografiyaya Rojhilata Navîn û bi taybetî navçeya Hewramanê li Kurdistanê, ronahiyê dixe ser tem û mijî û nediyarên Kurdistanê.
Di sê belgeyên Herwamanê de komek peyv û navê hin kesan tê dîtin ku ji rêûresm û bîr û bawerên kevnar ên wan kesên li çiyayên Zagrosê dijîn çavkanî girtiye. Peyvên wek “Aramist”, “Erdîn”, “Eriştêt” û “Dadbaga Bag” îşareyek in bi rojên perestina Mezda û rêûresama Mezdayîsan (perestina Ehûra Mezda) di vê navçeyê de.
Herwiha ji dîtingeha zimannasî ve jî, belge weke belgenameyeke dîrokî û kevnar û berhemek kultûrî ya giranbiha tê dîtin. Li gorî belgenameya sêyem a Hewramanê, du hezar û bîst sal berî niha, cureke taybet a rênivîsê di nav bav û kalên kurdên îroyîn de adet bûye, ku bi alfabeya aramî hatiye nivîsandin û di wê serdemê de ji bo nivîsandina belgeyên fermî hatiye sûdwergirtin.
Ev belge vê rastiyê nîşan dide ku di wê demê de pêwendiyeke yasayî ya yekgirtî di navbera rûniştiyên Hewramanê de hebûye û bi mebesta bi kirêgirtina baxeke tirî di wê navçeyê de, lihevhatin li cem şahidan hatiye kirin û nûnerê hikûmetê pejirandiye û mohr kiriye.
Herwisa ev belgename wê yekê derdixin ku pêwendiya çandinî û geşepêdana zeviyan di wan rojan de girîngiyek taybet hebûye. Di yek hevokê de em dikarin wê yekê bêjin ku belgeyên Hewramanê îşareyek in bo dîroka dûr û dirêj a nîştecihbûn û şaristaniyet di wê beşa Kurdistanê de.