Kel Daw: Goreke kevirî ya taybet a serdema medan li Kirmaşanê

Hîra Sarûxanî

Gordexm an jî gora kevirî ya “Kel Daw (Kela Dawûd)” yan “Dukana Dawûd”, goreke kevirî ye û li sê kîlometreya başûrê rojhilatê bajaroka “Serpêl Zehaw” û gundê “Kel Daw” ê ser bi parêzgeha Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê hilkeftî ye. Dîroka vê gorê vedigere bo serdema hikûmeta medan ango 2700 sal berî niha. Hin çavkaniyan bi wê yekê îşare kirine ku ev gora kevirî gora “Îştowîgo” yan Astiyag bûye. Kel Daw, yekem gora peydakirî li Rojhilatê Kurdistanê ye.

Gora keviriya dîrokî ya Dukana Dawûd li 100 km    rêya Kirmaşan ber bi Serpêl ve hilkeftî ye û ji aliyê xelkê wê navçeyê ve bi Kel Daw hatiye naskirin. Ev gora kevirî bi awayekî yekdest û di nav hundurê kevirekî tiraşî de hatiye tiraşîn. Her ji xwarê heta serê bi dest hatiye tiraşîn û ev tiraşîn     curek e ku pêregihîştin bi vê gorê zehmet e û çûna bo aliyê serê ji bo xelkê asayî gelek zehmet e. Di bintara vê gordexmê û kevirtiraşî de goristanek taybet bi peyrewên ola yarsan heye ku ew xal    wê yekê îsbad dike ku di berdewamiya 2700 salên borî de ew şûn  cihê biaxspartina miriyên xelkê vê deverê bûye.

Kel Daw, bo xelkê yarsan şûneke pîroz e û ew xelk    dîroka vê şûnwarê bo “Daw Kewsiwar” vedigerînin ku yek ji kal û mezinê yarsanan bûye. Xelkê yarsan ên wê navçeyê di hin rojên salê de li vir kom dibin û rêûresmên xwe yên olî bi rê ve dibin û nezirî û niyazên xwe pêşkêş dikin.

Kevirnivîsek din jî ku bi “kevirnivîsê mezin” naskirî ye li rex Dukana Dawûd heye ku dîroka wê vedigere bo hezara sêyem a berî jidayîkbûna Mesîh. Kel Daw yek ji gordexmên herî girîng ên Kurdistanê ku navê wê ji navê gundê Kel Daw ve hatiye. Peyva “Kel” bi wateya derî û cihê çûna jorê ye û “Daw” jî her heman Dawûd e.    Peyrewên ola yarsan li ser wê bawerê ne ku dîroka vê gora kevirî bo Dawûdê Kewsiwar yê kalê mezin û naskirî yê yarsanan vedigere.

Ev gorkevi     mîna hemû gorên kevirî yên Medan, eywanek heye ku ji pêş ve bi qasî 9.6 metr e ji paş ve 7.3 metr e, herwisa 1.9 metr pan e û 2.6 metr jî bilind e. Derdorê vê eywanê bi çend qapeke ciwan hatiye xemilandin. Li her du aliyên vê gora kevirî bermayên du stûnan bicih mane ku bi berdewamiya salên derbasbûyî de hilweşiyane û tenê paye û serstûnên wan mane. Payeya van stûnan    bi şêwaza çargoşeyî hatine çêkirin.

Di dîwarê pişta vê eywanê de deriyekî 1 metre bi 1.5 metre heye ku deriyê odeyeke dinê ye. Mezinahiya vê odeyê 2.83 metre bi 2.31 metre ye û 2.18 metre bilind e. Li ser dîwarên vê odeyê pênc taqên taybet hene û wisa xuya dike ku cihê nezir, niyet û pêşkêşên olî bûbe. Li aliyê çepê yê jêrîn ê vî odeyê goreke taybet heye ku kûrahiya wê 70 santîmetr e.

Gorkevirî hin gorên taybet bûne ku wekî odeyan hatine çêkirin û di nav hundurê keviran de hatine tiraşîn. Gorên kevirî diviyabû ew qas mezin bûna ku di hundurê wan de rêûresmên olî bi rê ve biçûna û xelkê jî bikariya pêşkêşên xwe li wir danin.

Piraniya gorên kevirî li Rojhilatê Kurdistanê taybet bi serdema medan in.    Ev gorên kevirî yên Kurdistanê şêwazekî pêşkeftîtir ji hunera Urartuyî bûye. Ev gorên kevirî berevajiyê serdema Urartu kevirnivîsiya wan heye û xemilandina eywanan û herwisa stûn û serstûnên wan taybet bi wan goran e. Herwisa pêka ew kesayetiyên ku li wir hatine    biaxspartin û çi nirx û girîngiyek wan hebûye û heta pêka sala çêbûna gorê, hostatiya deriyê eywanan cuda bûye.

Ev şûnwara dîrokî ya Kurdistanê di sala 1932yan de ji aliyê dewleta Îranê ve wekî şûnwarekî dîrokî hatiye tomarkirin.

KURDŞOP
579 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!