Minareya Çolî, yadgara serdema împaratoriyeke kurdî ye

Sîpan Sofîzade

Serdema fermanrewaya Sultan Muzeferedîn (ji sala 1191ê dest pê dike û di sala 1232an de dawî pê hatiye), ji bo bajarê Hewlêrê serdemek zêrîn bû. Di vê heyamê de gelek dibistan, derwêşxane (xaneqa), mizgeft û minare hatine çêkirin ku ji aliyê endazyarî ve bê mînak bûn.

Yek ji cihên bêhempa yên ji vê serdemê ji me re maye Minareya Çolî ye.

Ev minare yek ji diyartirîn rûmeta bajarê Hewlêrê ye û bi keleha xwişka xwe bûne paşgira navê Hewlêrê û bi vî awayî paytexta Herêma Kurdistanê wek bajarê “keleh û minare”yê    tê naskirin.

Minareya Çolî an jî “Minareya Mizeferiye” yek ji şûnwarê kevnar ê Hewlêrê ye ku dikeve başûrê rojavayê keleha Hewlêrê, wek tê gotin “keleh û minare” ew cêwî ne ku    ji hev nayêne veqetandin.

Ev minare    ku bilindahiya wê zêdetirî 22 metreyan e, temenê wê nêzîkî 800 sal e û li serdema fermarewayiya Sultan Muzeferedînê Kokberî, mîrê hakimê wê serdemê yê Hewlêrê û zavayê Sultan Selahedîn Eyûbî hatiye çêkirin. Tê texmînkirin ku ev minare beşek ji mizgefteke mezin bûbe ku di wê serdemê de hatibe çêkirin, û paşê bi derbasbûna demê re û ji ber sedemên cuda, yek ji wan jî şer û êrîşên gelên derdor, mizgeft hilweşiyabe û tenê minare mabe.

Di serdema Sultan Muzefer de ji ber pêşketina bajar û aramî û ewlehiya welatiyan, bo yekem car xelk li derveyî kelehê bi cih bûne. Sultan li binê kelehê du dibistan, mizgeftek û bazara qeyserî ava dike, lê piştî koça dawiya sultan û êrîşên Mexolan, Celayîrî, Îlxanî, Safewî û Osmaniyan li ser Hewlêrê, ev beşa bajar li derveyî kelehê rastî hilweşîn û kawilbûnê tê. Cihê minareyê heta destpêka sedsala borî jî çol bû û kes li wir nejiyaye, lewra jê re digotin “Minareya Çolî”.

Minare heta sala 1935an nehatibû destkarîkirin. Her di heman salê de hikûmeta Îraqa wê demê bi awayekî fermî wek şûnwarên dîrokî da nasandin û paşê di sala 1960î de, birêveberayetiya cihwarên Iraqê, encumenek ji bo wê ava kir û ev minare    nûjen kir.

Minareya Çolî ji kerpûş, geç û ahekê, ji aliyê hosta Mesûd Murad   ve hatiye çêkirin û bi nexş, nîgar û rengarengî hatiye xemilandin.

Minareya Çolî ji du beşan pêk tê:

Binkeya minareyê pêk hatiye ji beşa jêrîn ku bi şêwazekî endazyarî dernakeve, dibe ku heft parçeyî be, belkî jî di destpêkê de heşt parçeyî be, lê bi sedema avakirina wê li kêleka dîwarê mizgeftê bi vî awayî hatibe çêkirin. Çimkî piştî heft metr dîwar, dîsan dibe şêwaza heşt parçeyiya rêk, ev beşa ku ji 15 metreyan dirêj e, du derî jî hene: Yek li aliyê rojava û yê din li aliyê rojhilat.

Her yek ji wan deriyan pêlekanek heye bo çûna serweyê minareyê ku 110 pêlekan in û bi şêwazeke zivirî ango pêçûpêç e û hevdu nabirin û ger du kes ji herdu pêlekanan ve herine jorê û bi ser pêlekanan de ser bikevin, heta dawiya minareyê yektir nabînin. Tev nexşeyên vê beşê ji kerpûç û taq û pencereyên daxistî pêk tê.

Beşa din “boriya minare”yê ye ku pêk hatiye ji beşa jorîn a minareyê ku bi stûriya 21 pêyan û bilindahiya jî 22.10 metreyan e ku rastewxwe dikeve beşa duyem û bi şêwazekî lûlikî hatiye çêkirin. Dibe ku di dema çêkirinê de bilindtir bûbe. Ji ber ku bi sedema guherîna keşûhewayê têk çûye û beşa jorîn hilweşiyaye û nehatiye nûjenkirin.

Minare rengekî xweşik û ciwan heye û di warê dîrokî û olî de nirx û buhayê    xwe heye û ji rûyê endazyarî ve jî bi awayekî hatiye çêkirin ku taybet e û ti minareyeke din bi vî awayî li ti cihekê nehatiye çêkirin.

Minare di sala 2007an de ji aliyê welatê Çekê ve hate nûjenkirin û pêşî jê hatiye girtin ku neyê herifînê. Beriya nûjenkirinê serê minareyê beşek jê hilweşiya û niha bi awayekî hatiye nûjenkirin ku ava baranê jî naçe minareyê û tê parastin.

KURDŞOP
781 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!