Bajarê Zaxîko, yek ji navendên herî giring ên şaristaniya mîtaniyan

Hanî Murteza

 

Vedîtina bajarê Zaxîko li Herêma Kurdistanê

Kurdistan xwedî dîrok, çand, şaristanî û bi sedan şûnwarên kevnar e û roj bo rojê şûnwar û deverên dîrokî yên bêhtir tên vedîtin û eşkerekirin.

Rêveberiya şûnwarên Duhokê bi hevkariya Zanîngeha Tobingînî ya almanî bajarekî kevnar li peravên rûbarê Dîcleyê dîtiye. Ji ber daketina asta ava rûbarê Dîcleyê li qezaya Sêmêlê ya parêzgeha Duhokê, bajarekî dîrokî ji bin avê derketiye ku dîroka wê vedigere bo nêzî 3400 salan berî niha.

Bêkes Birîfkanî, rêveberê şûnwarên dîrokî yên Duhokê got: "Eger heye ev bajarê ku hatiye dîtin her ew bajar be ku di nava tekstên babiliyan de behsa wê hatiye kirin, navê wî bajarî Zaxîko ye ji bilî dîwarekî mezin, koşk û çend avahî û ode lê hene. Herweha çend nivîsên bi xetê bizmarî (miyonîfor) li wî bajarê dîrokî hatine dîtin."

Dîroka avakirina Zaxîko

Dîroka bajar vedigere bo sala 1378 ya berî mîladê û hevdem e li gel desthilatdariya Paşa Tuşrata an jî Daşrata ku ji sala 1390î ya berî mîladê desthilat girte destê xwe. Di dema wî paşayî de sînorê desthilata mîtaniyan gelek berfireh bû û gihaye ser sînorên welatê Misrê. Peywendiyeke bihêz a siyasî û aborî li gel şaristaniya wê demê ya Misrê çêkir. Ew peywendî gihaye astekê ku jin û jinxwazî di navbera împaratoriya  mîtanî û misriyên kevin de hebû. Xwişka Paşa Tuşrata hevjîna Amûn Hutebê Sêyem bû û keça wî jî hevjîna Axnatûn bû.

Her wê demê peywendiya navbera împaratoriya mîtanî û hîtiyan jî heta astekê baş bû, ew jî bû sedema çêkirina rewşeke aram û dûr ji şer. Ji ber wê, derfeta avakirina bajarên bi wî awayî li ber destê mîtaniyan hebû ku bikarin wî bajarî ava bikin û welatê xwe bi pêş ve bibin.

Împaratoriya mîtanî, împaratoriyeke kurdî bû ku ji 1600 salan berî mîladê heta 1260ê berî mîladê desthilata wê hebû, hemû navçeya bakurê Mezopotamyayê û welatên di navbera du rûbaran de bi rojava, başûr û beşek ji bakurê Kurdistanê di bin destê wan de bû. Di sala 1260ê berî mîladê de bi êrîşa împaratoriya hîtiyan li milê bakur û îmapratoriya aşûriyan li milê başûr hate rûxandin û wan du împratoriyan axa mîtaniyan di navbera xwe de dabeş kirin.

Dîroknivîs di vê baweriyê de ne ku mîtanî tevî gotî û loloyî û hwd bi hev re weke bav û kalên medan (Medya) tên hesibandin.

Kelûpel û şûnwarên dîrokî yên herî giring ku li bajarê dîrokî yê Zaxîko hatine dîtin ev in:

Kûpik – Goze

Dîwarê Kevin

Kevirên ku hatine perçe perçe kirin (perçeyên biçûk ên keviran)

Hestî (Êskepeyker)

Deh nivîsên bi xetê bizmarî

Avahiya Koşkê

Hilkolîn û lêkolînên li bajarê dîrokî yê Zaxîko

Arkelog di vê baweriyê de ne ku bajarê Zaxîko ku yek ji bajarên herî sereke yên şaristaniya mîtanî bû, ji sala 1350yî ya berî mîladê ji ber erdhejê wêran bûye. Paşmayên bajar ji sala 1980yî ve û piştî çêkirina bendava Mûsilê kete bin avê. Her ji ber wê yekê, arkelogên ku di lêkolînên sala 2022yan de beşdar bûn, têkneçûna wan şûnwaran û bi taybet nivîsên bizmarî û avahiyan piştî ku 40 salan di bin avê de mane weke mûcîzeyekê dibînin.

Sala 2018an û piştî daketina asta ava Dîcleyê li vê navçeyê, koçka bajarê Zaxîko hat dîtin. Bo duyemîn car piştî ku di sala 2022yan de asta avê daket, tîmeke mezin a arkeologan karî li ser karê xwe berdewam bin, berî ku careke din ev bajar bikeve bin avê, nexşeya giştî ya bajar, cade, kolan û avahî û koşk û dîwarên kelha derdora bajar û kogeyan diyar bikin.  Wê tîmê karî ji koma 10 odeyên koşkê 8 odeyan bi temamî diyar bikin. Herweha kevirên bi xiştên sorkirî hatine çêkirin û dîwarê ku bi rengên sor û şîn hatine nexşandin vedîtin.

Dr. Îvana Polçîz, arkeolog û mamostaya zanîngeha Freiburg a Almanyayê ku di wan lêkolînên arkeolojiyê de beşdar e û wisa dibîne ku ev kogeh dîrokî ne ku li wê deverê hatine dîtin û gelek kelûpelên dîrokî tê de bûn, diyar dike ku ew bajar çiqas giring e. Ji ber ku paşmayên li wê kogehê hatine dîtin nîşan didin ku ew tişt û kelûpelên li deverên cuda anîne û li wê kogehê kom kirine.

Berî ku ew şûnwar careke din bikeve di bin avê de, tîma hilkolîn û lêgerînê, ew şûnwar bi lîm û plastîka şîn nuximandine ku nehêlin ew şûnwar têk biçe. Hêvî dikin ku di siberojeke nediyar de careke din asta ava Dîcleyê dakeve. Careke din li wan cihan dest bi lêkolînan bikin.

KURDŞOP
639 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!