Girê Dinxe yê Şinoyê û şaristaniyeke çar hezar salî

Şino

Bajarê Şinoyê gelek şûnwarên dîrokî hene ku piraniya wan bi tablo an jî tenê bi nivîsekê hatine diyarkirin. Ti alî an jî saziyeke li Îranê lêkolîn li ser wan nekiriye.  Ew jî bi xwe sûdek e ji bo neteweya kurd. Li başûrê rojhilatê wî bajarî girek heye ku dîroka wî bo bêhtir ji 3500 salan berî niha vedigere.

Ev gir dikeve orta deşta Şinoyê. Ji ber ku çardora bajar bi çiyayên bilind û nizm hatiye girtin. Derbarê wî girî de gelek lêkolîn nehatine kirin, lê zanyariyên ku li ber dest in vê yekê nîşan didin ku sala 1314an ya rojî wate 1935ên mîladî arkeologekî brîtanî bi navê (Sir Aural Stein) tevî komîteyeke arkeolojiyê ya Îranê serdana Şinoyê kiriye û lêkolîn li ser wî girî kirine.

Ev lêkolîn ji ber şoreşa gelên Îranê ya sala (1357ê rojî) nehatine temamkirin û dîrokeke veşartî tê de heye ku nehatiye eşkerekirin û destê kesî negihaye vê dîrokê. Ev gir ji aliyê wî arkeologê brîtanî bi cîhanê hat nasandin.

Berî şoreşa 1357an a rojî ew gir gundek bû û xelk lê dijiyan. Lê piştre ji ber siyaseta desthilatdarên Îranê, şêniyên gund neçar bûn ku wî gundî vala bikin. Heta niha jî şûnwarên wî gundî diyar in. Rûbarê Gaderê bi rex gund re derbas dibe û gelek kanî lê hene, ev av bûye sedem ku erd û zeviyên derdora gund avedan û bi xêr û bereket bin.

(Sir Aural Stein) di lêkolînên xwe de behsa wê yekê dike ku ew girê dîrokî ji du beşan pêk tê ku vedigere bo du qonaxên berî Îslam û piştî Îslamê. Ev dibêje ku ew gir ji çend tebeqeyan pêk tê ku her tebeqeyek di qonaxeke dîrokê de cihê jiyana mirovan bû. Giringiya wî girî bêhtir bo qonaxa berî Îslamê ye.  

Dema ku Stein karê arkeolojiyê li ser wî girî dikir gorek dîtiye ku du cenaze tê de bûn, yek ji wan rûniştî bû û yê din dirêjkirî bû. Li bin serê yek ji wan cenazeyan xencereke misî hebû û li ser zikê cenazeyê din, helqeyeke hesin û hin kûpik û kelûpelên din weke kaşiyan. Stein di vê baweriyê de bû ku dîroka wê gorê vedigere bo 4000 salan berî Mîladê.

Ev lêkolînên din ku her Stein kirine, behsa wê yekê dikin ku paşmayên Serdema Kevirîn li ser wî girî hene û wê demê hin kes li ser wî girî nîştecî bûne. Li nêzî wî girî çend girên din hene ku girê Mize ji hemûyan navdartir e. Rûspî û kesên bi temen ên wî bajarî dibêjin ku Miz wateya "Bac"ê ye ku ew gir cihê wergirtina Bacê ji xelkê bû. 

Ji ber ku ew gir gelek kevin e, herdem kesên berjewendîxwaz çavê xwe berdane wî girî û gelek bi xerabî ew kolandine ku bikarin paşma an kelûpelên kevnar bibînin û pereyekî bi dest bixin. Lê ne wan kesan kariye tiştekî bi dest bixin û ne desthilatê rê li ber wan kesan girtiye ku wan şûnwarên dîrokî têk bibin.

Piraniya kesên mijûlî kolandina wî girî ne ew kes in ku desthilat piştîvaniya wan dike. Heta niha bi fermî ji aliyê saziya "Mîrata Çandî" ya Îranê û Parêzgeha Urmiyê ve ev gir nehatiye parastin, tenê tabloyek li ser wî girî hatiye daliqandin ku behsa dîroka wî girî dike. Derbarê wî girê dîrokî de Stein û hevkarên wî encama lêkolînên xwe di pirtûkekê de bi navê "Şaristaniya Dinxe" çap kirine. Piştî 50 salan ev pirtûk ji aliyê du kesan bi navên "Semed Elîyûn û Elî Sedrayî" hate weşandin. Ya ku piştî ewqas salan ev lêkolîn di nava pirtûkekê de tê çapkirin û weşandin bi xwe dibe cihê pirs û gumanan.

Wergêrên vê pirtûkê dibêjin ku berî girê Hesenlû yê li Nexedeyê, wî girî bala wan arkeologan kişandiye, her ji ber wê dema ku destê wan digihêje wî girî her zû dest bi lêkolînê dikin. Her di destpêka lêkolînên xwe de raporekê dinivîsin ku beşa berî Îslamê ya wî girî beşa herî giring e, dîrokek kevin a wî girî heye ku heke bikarin li ser kar bikin dê zanyariyên gelek baş ên dîrokî eşkere bibin.

Zanyariyên ku derbarê wî girî de hene tenê ev zanyarî ne ku di vê pirtûkê de hatine çapkirin. Saziya Mîrata Çandî rê nade ku ti aliyek di bin her navekê de be li ser wî girî kar bike. Heta grûpeke arkeologan daxwaz kirin ku karekî wek karê ku Stein kiriye bo beşê piştî Îslamê yê wî girî bikin lê karbidestên Îranê rê bi wî karî nedan û li dij derketin. Ji ber wê xuya dibe ku ew gir çiqas bo neteweya kurd giring e ku wisa rê li ber lêkolîn û eşkerekirina dîroka wê tê girtin.

 

KURDŞOP
734 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!