Barî: Gerek li nav şaneşînên Îtalyayê

Şaneşîn dîrokeke xwe ya gelek kevn heye. Ew tiştekî giring e di jiyana mirovên wek min ên di malên qelebalix de. Şaneşîn ne tam di nava malê de ye, ne jî aîdî derve ye.

Esrakê

Dîsa me bilêtên xwe girtin û em ketin ser rê. Çavê min ji xewê nikare vebe, saet li dor sêyê ber destê sibehê ye. Em li balafirê siwar bûn, zilamê li cem min maşelah hingî qelew e, mafê paldanka min jî ji xwe re girtiye. Lingekî min bi parçe goştê wî yên zêde ketî aliyê min ve ye.

Balafir daket, em li Îtalyayê ne. Bajarê Barî…

Barî bajarekî kevnar ê li ber behrê ye. Eger em Îtalyayê li ser xerîteyê wek qondereyekê bifikirin, Barî li nêzî pehnîyê ye.

Me xewa xwe hilda, ew ji ser çavê xwe qewirand û em ketin nav bajêr. Bêhna hînbûnê tê bêvila min, em vê bêhne ji kuçeyên Baxlara taxa Diyarbekirê nas dikin. Ev bêhna feqîrîyê ye. Bêhneke ku nanê di nava torbeyekî de bi heyva hêj şil hatiye jibîrkirin û ji nişkê ve hatibe dîtin. Bêhna wan kuçeyên ku lê mezin bûme. Bêhna feqîriyê jî tiştekî gerdûnî ye, ez dibêm.

Em di nav bajêr de dimeşin, xwe di nava kuçeyan de berdidin… Piştî romê demekê ketiye di destên ereban de jî ev bajar. Bajar feqîr e, lê atmosfereke pir xweş lê heye. Li her derê haziriya mihrîcana wan a olî heye, li her derê resmên Îsa.

Piştî em hînî bêhna ritûbetê bûn, bêhna xweş ya nanê wan ê navdar hat me: Focaccia... Helbet me jî ew girt û em dewam dikin di nav kuçeyên piçûk û teng de. Hebekî tama nanê avbacankirî tê ji nan, tama zaroktiya min.

Focaccio

Herî pir bala min çû ser şaneşînên bajêr. Her mal, her avahî bê îstîsna bi şaneşîn bûn… Bajarên germ pêdiviya wan her tim bi şaneşînê heye, ez vê baş dizanim, ji ber ku ez jî ji welatê germê me.

Her malek karakterek, kirasek li şaneşîna xwe kiribû. Hin şaneşîn bi çîçek bûn, hin bi tozê lewitîbûn. Helbet heta ji destên min hat min fotoyên şaneşînên Barî kişand.

Şaneşîn dîrokeke xwe ya gelek kevn heye. Ew tiştekî giring e di jiyana mirovên wek min ên di malên qelebalix de. Şaneşîn ne tam di nava malê de ye, ne jî aîdî derve ye. Peywendiya malê ya derve, dîsa şaneşîn e. Di wan rojên Koronayê de min bêhtir qîmeta wê fam kir.

Ji bo bêhnvedanê, dema tu bixwazî tiştekî veşartî biaxivî, dîsa xilasiya te bi saya şaneşînê ye. Ya min gelekî min xilas neke jî. Ez bi xoşewîstê xwe re bi dizîka li şaneşînê her şev dipeyivîm, cîrana me Qiymetê ez îfşa kirim ji malbata min re. Careke din neçûm şaneşînê, têkilîya min piranî ji ber vê jinikê diketin di rîskê de.

Di evînê de jî cihê şaneşînê giring e ji ber wê. Romeo û Juliet evîna xwe li ser şaneşînekê jiyîne. Ka kî dizane çend caran we keçikeke xweşik an jî kurikekî qeşeng di şaneşînê de dîtiye û dilketî bûne.

Mirovên ji gundê xwe dûrketî an jî ji mecbûrî destê wan ji axa wan bûyî, baxçeyê xwe di şaneşînê de datînin. Derfeta xwedîkirina çîçekan li bajarên mezin tenê bi saya şaneşînan e.

Di dîroka siyasetê de jî şaneşîn giringiyeke xwe ya balkêş heye. Nelson Mandela axaftina xwe piştî girtîgehê li şaneşînê kiriye. Û hê jî gelek siyasetmedar li şaneşînê axaftinên xwe dikin.

Mirovên ku cixareyê dikişînin her tim cihê wan li şaneşînê ye, di sermayê de, di germê de. Di nav malbatan de şerê herî mezin derketina bêşimik a şaneşînan e. Gelek şer jî piştî bêhnvedaneke kêm li şaneşînê diqede. Mala ku paqij e, teqez di şaneşîna wan de çend cot şimik hene. Şevên ku li mirov nabin sibeh, li şaneşînê xweştir derbas dibin.

Helbestvan Federico García Lorca ji welatê xwe dûr gava bi hesreta welatê xwe ye, tenê hişê wî li ser şaneşîna mala wî ye, şaneşîna wî ya ku li baxçeyê porteqalan dimeyizîne. Wî ev nivîsiye:

"Derîyê şaneşînê vekirî bihêle, dema ez mirim û zarok porteqalan bixwin, ez dibînim."

Şaneşîn bûye îlham ji bo gelek helbestvanan, wek Rilke, Baudelaire.

Erol Şaybak bi navê Şaneşîn pirtûkek nivîsiye.

Di edebiyata me ya klasîk de Melayê Bateyî jî cih daye şaneşînê:

"Qiblegaha aşiqan î şengala ebrûzirav

Hate burca şaneşînê sed melaîk çûn silav

Dax û kovana evînê sotî canê min tevav

Extera subha se’îd î reşrihana ta belav

Filfila la hindûstanê zulf û xala kê yî tu"

(spas ji bo alikarîya Mewlûd Oguz)

Werin li şaneşîna xwe rûnin û li şaneşînên Barî, li xwarin û kuçeyên wê binêrin.

KURDŞOP
853 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!