Kanlıkuyu: Serpêhatiya dar û bîreke bi xwîn

Ev dar bûye bîra Sêwregê, hê jî wisa ye. Hemû çivîk û kevok, kalên bi gopal û zarokên nûgihîştî her roj tên û li bin sîya vê darê rûdinin. Gelek kes ji wan haya wan ji dîroka wê, ji navê wê jî tune ye.

Mem Al

Li her bajarî, cihek heye ku di bîra wî bajarî de cihê xwe girtiye û ev cih her tim dîrokeke wê û meseleyeke wê hebûye, bûye sembola wî bajarî û her wisa maye. Ev cihên em qal dikin gelek caran an çîrokeke wan a bi xemgîn heye an jî bûyereke wan a trajîkomîk.

Li navçeya Sêwrega Rihayê parkeke bi navê Kanlıkuyu (bîra bi xwîn) heye. Her çiqas gelek caran navên cuda lê hatibe kirin jî gelê Sêwregê wê weke bîra bi xwîn dizane.

Ya giring ne park e, navê wê parkê û wê darê ye ku 400 sal e hê li ser pêyan e. Belkî hê zêde be jî baş nayê zanîn. Li gor hin agahîyan navê vê bîrê ji dema osmanîyan de maye, em qala sedsala 16-17an dikin. Wê demê kesekî bi navê Kuyucu Murat Paşa hebûye. Murat Paşa her bajarê ku lê maye li ser navê dewletê zilm û zordarî li xelkê wê derê kiriye. Wî serê mirovan jê dikir an jî bi saxî diavêt bîrê. Bi vî awayî navê wî li derdorê belav bûbû.

Murat Paşa demekê li Sêwregê jî maye, ev bîra di vê parkê de jî ji wê demê maye û ev nav ji wê derê tê. Li gor hin gotinan li Qerejdaxê gundekî ku navê Üçkuyu (sê bîr) heye ku meseleya wê jî ji wê derê tê. Dibêjin rojekê ev Murat Paşa cilên xwe filan diguherîne û diçe dibe mêvanê koçerên Qerejdaxê û li wir xwe weke kesekî din dide nasîn. Koçerên Qerejdaxê hurmetê didine wî, dibin bin konê xwe xwarinê, vexwarinê didine wî. Piştre Murat Paşa ji wan dipirse ka derheqê osmanîyan û Murat Paşa de çi difikirin. Koçerên Qerejdaxê jî gelek tiştên nebaş derheqê wan de dibêjin.

Murat Paşa piştî ku xwarina xwe dixwe û xatir ji wan dixwaze, ji ber ku wê demê hinekî karên wî yên din hene tiştekî nake, tenê hîn dibe ka kî ne ev koçer û navên wan çi ne. Piştî ku karê xwe xelas dike, bi komeke leşkerên osmanîyan vedigere Qerejdaxê û wan dikuje, diavêje bîran û malên wan jî talan dike. Ev gundê Üçkuyu jî weke Kanlıkuyu ji wê demê ve maye. Em dîsa vegerin ser Kanlıkuyuyê.

Çîroka vê bîrê li hêlekê, tiştê herî ecêb tevî ku ev demeke gelekî dirêj e devê wê bîrê bi betonan hatiye girtin jî, dareke ku ev 400 sal e hê li ser pêyan e nêzîkî wê ye. Ev dara tûyê ji bo Sêwregîyan wekî efsûnekê ye ku ev 400 sal e li ser pêyan e û ev efsûniya han jî ji ber bîrê bi xwe bi wan wisa dide hiskirin. Sêwregî dibêjin vê darê rehên xwe bera binê erdê daye û gihandiye bîrê, ji ber wê jî ev dara ku di sala 1655an de hatiye çandin hê li ser pêyan e.

Ev dar bûye bîra Sêwregê, hê jî wisa ye. Hemû çivîk û kevok, kalên bi gopal û zarokên nûgihîştî her roj tên û li bin sîya vê darê rûdinin. Gelek kes ji wan haya wan ji dîroka wê, ji navê wê jî tune ye. Ev dara ku bi sedsalan e hê li ser pêyan e, heta niha kî û kî dîtine, bûye şahidê hemû dîroka Sêwregê. Hemû kuştin û serdestîyan dîtine.

Ka kî dizane niha di binê wê bîrê de hestiyên kê û kê hene. Kesî jî lê nepirsiye, wisa demekê şaredariyê û agirkujên şaredariyê bo pêdiviyên xwe yên avê ew bi kar aniye, piştre jî wan ser wê bi betonan girtiye. Niha kes nizane ew av bi kû da diçe, çi heye di binê wê bîrê de.

Şairê navdar Ahmed Arifê ku parçeyekî zaroktiya wî li Sêwregê derbas bûye jî, di hevpeyvineke xwe de qala vê darê û vê parkê dike. Wisa dibêje Arif:

"Li Sêwregê cihekî bi navê Kanlıkuyu heye. Cihekî gelekî kevn e. Piranîya wê hilweşiyaye lê hêleke wê hê li ser pêyan e. Li wir dareke mezin ya tûyan heye. Serê wê digihêje ezmanan..."

Wisa qala bîranîneke xwe dike Ahmed Arif.

Hinek xelkê Sêwregê jî bo vê bîra bi xwîn qala bûyerên sala 1915an jî dikin. Dema osmanîyan ermenî ji vir sirgûn kiribû, yên mabûn jî kuştibûn. Dibêjin ev bîra han jî navê xwe ji wê demê girtiye lê agahiyeke zelal tune ye, tenê rastiyek heye li holê ku ev bîra han bi xwîn e û şahidê gelek bûyeran e.

Nizanim heta niha kesî li ser van bîran lêkolîn kiriye an na, lê xwezî lêkoler bi baldarî li vê mijarê vekolin, ji ber ku wisa bawer dikim dê gelek tiştên din hebin di binê van bîran de. Heta ku kesek were û lê bikole, ev bîr dê wisa her bêdeng bimîne, di cihê xwe de.

 

Çavkanî:

Refik Durbaş, Ahmed Arif Anlatıyor Kalbim Dinamit Kuyusu, weşanxaneya Piya Kitaplığı .
 

KURDŞOP
794 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!