Şikefta Qizqapanê: Goristaneke serdema medan

Komar Karwan

 

Hilkefta şikefta Qizqapanê

Şikefta Qizqapanê, şûnwareke dîrokî ya serdema medan e ku li devera Çemê Rezan yê ser bi bajarê Dukan ê ser bi parêzgeha Silêmaniyê hilkeftî ye û 50 kîlometre ji navenda bajarê Silêmaniyê dûr e.

Her çiqas ev şûnwar bi navê şikeftê hatiye nasîn, lê di rastî de goristaneke çêkirî ya mirovan e ku di nav kevirên çiyayekî de hatiye kolandin û li ser deriyê çûna di nav de, bi çend nexş û tabloyên dîroka serdema medan hatiye xemilandin.

Med li ser wê baweriyê bûn ku Xwedê cara yekê di nav dilê çiyayekî de xwe nîşanî mirovan daye û bereketa xwe bi ser mirovahiyê de rijandiye, rûbar herikandiye, çandinî û ajeldarî peyda kiriye û paşê vegeriyaye di nav dilê çiya de.

Her lewma medan paşayên xwe di nav dilê çiyayan de vedişartin da ku bikarin vegerînine cem Xwedê. Goristanên medan hertim bi awayekî dihatine çêkirin ku nîvro û piştî nîvro roj li wan bide û ronahî û germiya Xwedayan bi ser wan de birije. Herwisa ew li beramber rûbarek an jî çemekî navçeyê dihatine çêkirin. Ev du taybetmendî di hemû gorên serdema medan de têne dîtin.

Berê jî me behsa goristana Feqreqaya Mehabadê kiribû. Şikefta Qizqapanê jî dişibe goristana Feqreqayê û xwediyê gelek taybetmendiyên dîrokî yên wekî hev in.

Navê şikefta    Qizqapanê

Li gor lêkolînan, navê vê şikeft yan jî goristanê di serdema osmaniyan de hatiye guhertin û kirine Qizqapan ku bi tirkî tê wateya “keçrevîn”ê yan jî “keça hatî revandin”. Lê şarezayên şûnwarnasiyê li ser wê baweriyê ne ku ev nav rast nîne û ti pêwendiyek bi vê şûnwarê re nîne. Ev lêkoler dibêjin, navê şikeftê di rastî de “Dexmeya Qisin Qepan” bûye ku Qisin bi wateya “kevir” û “Qepan” bi wateya “pîvan an dadgeh”ê ye. Her lewma “Dexmeya Qisin Qepan” tê wateya “Dadgeha Gora Kevirî”.

Dîrok û taybetmendiyên şikefta Qizqapanê

Dîroka şikefta Qizqapanê vedigere bo salên 550 heta 600 berî zayînê û taybet e bi salên dawî yên desthilatdariya medan. Bi sedema vê ku şikeft wek goristana paşayan sûd jê hatiye wergirtin, wek hemû goristanên medan, li nav çiyayekî bi bilindahiya 10 metreyan rûyê erdê hatiye çêkirin da ku destê mirov bi hêsanî negihe wî cihî. Qizqapan jî mîna hemû goristanên serdema medan (ji bilî goristana Feqreqa), li destpêkê hewşek ji bo wê hatiye çêkirin û piştre jî, ji rêya deriyekî biçûk ve rêyek ji bo di nav de heye ku ji sê odeyan pêk hatiye û her yek ji wan odeyan gorek tê de hatiye kolandin.

Deriyê çûna nav şikeftê metreyek û bîst santîmetre bilind e. Sê odeyên hundur hene ku hemû bi heman qebareyê ne û dirêjahiya wan 310 santîmetre ye, firehiya wan 210 santîmetre ye û bilindahî jî 170 santîmetre ye. Di her yek ji wan sê odeyan de gorek heye ku dirêjahiya wê ji bejna mirovekî kêmtir e û wisa tê zanîn ku miriyên wan di wan goran de rast nehatibine veşartin. Firehî û kûrahiya goran jî bi qasî metreyekê ye.

Tê gotin ku yek ji van goran ya Kiyaksar (Keyxusrew) paşayê medan bûye û gora duyem ya Anîta paşayê welatê Lîdyayê bûye û gora sêyemîn jî nayê zanîn ku ya kê bûye û kesek tê de hatiye veşartin an ne.

 

Nexşeyên rûkariya derveyê şikefta Qizqapanê û lihevhatina Kiyaksar û Anîta

Li ser rûyê derve yê şikeftê di her du aliyên deriyê biçûk yê çûna jorê de du stûn di nava keviran de hatine danîn ku hevşêweyên goristanên din ên serdema medan in.

Li ser deriyê ku diçe nav şikeftê, nexşeya du paşayan hatiye kolandin ku li hember hev rawestane û bi destên xwe yên çepê kevanê xwe li ser erdê ragirtine û bi destên xwe yên rastê jî bi nîşaneya aştiyê silavê didin hev. Di navbera wan de nexşeya sekoyekê hatiye kolandin ku li ser sekoyê nîve xiriya zeviyê tê dîtin.

Şûnwarnas û dîroknas dibêjin ku kesê li milê çepê Kiyaksarê paşayê medan e û yê li milê rastê jî Anîta paşayê lîdiyan e. Di navbera wan du hikûmetên wê demê de, şerek hatiye pêş ku nêzî heft salan dom kiriye. Di heftemîn sala şer de, hêvî xwe dide ber rojê û rojgirtinek çê dibe ku ji aliyê her du aliyan ve wekî xezeba Xwedayê Rojê tê şirovekirin. Her lewma biryarê didin da ku dawiyê bi şer bînin û aştiyê bi rê ve bibin. Ew dîmena ku li ser deriyê şikefta Qizqapanê hatiye resmkirin, dîmena lihevhatina wê demê ye û tê gotin ew rojgirtina li ser kursiyê di navbera wan de ye, yan sembola agirê pîroz e bo ronahîkirina cihê wan yan jî sembola berxwedaniya wan e.

Cejna peymana zerdeştiyan li Qizqapanê

Bi sedema nebûna rola Ahûra Mezda di şikefta Qizqapanê de, ji bo peyrewên zerdeştî wek cihekî pîroz tê naskirin û her salê di roja 21ê Tebaxê de, peyrewên zerdeştî diçine vê derê û rêûresmekê li dar dixin ku bi cejna nûkirina peymanê û cejna nûkirina peymana evînê û bihevrejiyan û tekezîkirin, xiyanetnekirin û xebitîn di pêxema ax û nîştimanê de.

 

KURDŞOP
579 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!