Bîranînên Mela Hesen Restigar û rûyekî eşkere yê rejîma paşatiyê

Bîranînên Mela Hesen Restigar wê yekê nîşan dide ku dema 76 salan berî niha barzanî diçin Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Mehabadê bi çi coşekê pêşwazî li wan tê kirin.

Dr. Azad Mukrî

Mela Hesen Restigar, siyasetvan, nivîskar û şoreşgêrekî Rojhilatê Kurdistanê  ye. Mela Hesen nêzî 90 salan berî niha li bajarê Mehabadê ji dayîk bûye. Ew ji malbateke navend a civaka kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Her ji zaroktiya xwe ve têkiliyên wî bi gelek pêkhateyên civakê re hebûne ji ber ku li bajarê Sablaxê jiyaye. Heştê salan berî niha bi fermî çûye dibistanê û ders xwendiye. Mela Hesen Restigar wek bi xwe di pirtûka bîranînên xwe de dibêje, mamostayê olî, wate mela nebû, lê ew nav bi ser wî û pismamê wî Mela Resûl Pêşnemaz de hatiye sepandin. Jixwe wan li dibistanên serdemî yên bajêr xwendiye. Mela Hesen wê demê heta asta lîseyê xwendiye. Bidestanîna wê pileya zanistî bo 70 salan berî niha serkeftineke mezin bû.

Ji bîranînên wî wisa xuya dibe ku her ji zaroktiya xwe ve haya wî ji tevgera siyasî û çalakiyên li Mehabadê hebû. Wê demê Mehabad navendeke bihêz û melbenda sereke ya hizra netewî ya xelkê Rojhilatê Kurdistanê bû. 

Bîranînên Mela Hesen Restigar wê yekê nîşan dide ku dema 76 salan berî niha barzanî diçin Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Mehabadê bi çi coşekê pêşwazî li wan tê kirin. Çawa xelkê Mehabadê û bajarên din ên Mukriyanê hembêza xwe bo wan vedikin, kêmasiyê di çi alîkariyekê de nakin bo xwişk û birayên xwe ku sînorên destçêkirî ew ji hev veqetandine.

Ji bilî wê diyardeyeke ecêb û bi heybet jî dibînin xelkê Rojhilatê Kurdistanê, weke welatiyên asayî piştevaniya barzaniyan dikin û weke beşeke resen ji civakê cih didin wan. Herweha bê dudilî kesayetiyên wan  qebûl dikin, weke belengaz û penaber li wan temaşe nakin, berovajî wan di nava refên saziyên xwe yên siyasî û leşkerî de werdigirin, pirs ji wan dikin û pileyên bilind didin wan. Mînaka berçav jî, amadebûna Mela Mistefa Barzanî bû di nav Komara Kurdistanê de ku pileya Generalê Yekem ê Komara Kurdistanê wergirt.

Mela Hesen Restigar behsa wê yekê dike ku wek zarokên wê demê, ew haydar bûne ku Mela Mistefa bi xwe li derdora Mehabadê rahênana li ser çekan bi pêşmergeyan dike, wan bi çavê xwe ew amadebûn û berpirsyarîtî û hêz dîtiye û heybeta birayên xwe parastiye. 

Ev dîmen û ezmûn di bala Hesen Restigar û gelek ciwanên din ên wê demê de dimîne, dema mezin dibin, rasterast tevlî nav refên xebata siyasî dibin. Mela Hesen Restigar li gor wan bîranînên ku nivîsandine wê yekê ji me re dide xuyakirin ku her ji dema nûciwaniyê ve, peywendî bi çalakvanên siyasî yên nav bajarê Mehabadê kiriye û bi pratîkê ji bo Partiya Demokrat a Kurdistanê kar kirye. Erkê xwe cîbicî dike û di dawiyê de tevî hin çalakvanên hizbî û siyasî yên Mehabad û Mukriyanê ji aliyê saziya xirab û dijî mirovahiyê ya Sawakê ve tên girtin.

Em dikarin lîsteyeke dûr û dirêj ji navê wan kesan amade bikin ku Hesen Restigar behsa wan dike ku bi wî re an jî berî wî hatine girtin. Lê beşek ji wan ev in: Simayîl Qasimlû, Doktor Elî Mewlewî, Xenî Biloriyan, Hemedî Mewlûd û gelek kesên din.

Ya ku ez li vir dixwazim balê bikişînim ser, berdewamiya bîranînên Hesen Restigar nîne, lê ez dixwazim li ser çend xalên biçûk ên bîranînên wî siyasetvan û nivîskarî rawestim, ew jî awayê serederiya dezgehê sîxurî yê Heme Reza Şah Pehlewî ye li gel çalakvanên siyasî, kultûrî û civakî.

Armanca min ji wî karî ev e ku hem Mela Hesen Restigar dikare bêhtir li ser vê mijarê biaxive û hem jî siyasetvanên niha yên kurd dersekê jê wergirin û bikin nexşeyek bo serederiya li gel hêzên seltenetxwaz.

Ji ber ku rastiya niha ya siyasî ya civaka kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê ev e ku çalakvanên siyasî bi ser du bask an jî bereyan de dabeş bûne.  Beşek ji wan piştî şoreşa “jin, jiyan, azadî” çûne bereya seltenetxwazan ku serkêşê wan Reza Pehlewî kurê Heme Reza Şah e û her li ser xeta bavê xwe siyasetê dike. Grûpek jî çûne ligel hêzên çepgir û demokrat.

Ya ku bîranînên Hesen Restigar derbarê dezgeha Sawakê ya Heme Reza Şah de eşkere dike ev e ku sîstemeke herî metirsîdar û dijî miroviyê bû ku ti mafek nadaye çalakvan û girtiyên siyasî. Restigar behsa wan eşkence û ezyetan dike ku li ser destê berpirs û lêkolerên Sawakê li gel wî hatine kirin. Ji şelaq, daliqandin, lêdanê heta gihaye asta mirinê. Ew dibêje ku çend kesan bi hev re lê daye ku çend rojan piştî eşkenceyê jî nekariye ji cihê xwe rabe.

Hemû ew kesên ku di girtîgehên rejîma Şah de bûn ji aliyê celadên Sawakê û kesên raspartî yên Şah hatine eşkencekirin. Ya ecêb ev e ku Mela Hesen Restigar dibêje, belav bûbû ku cezayê girtiyan tenê bi lêxweşbûna Şah tê kêmkirina an jî rakirin, lê kesî nedikarî xwe bigihîne Şah.

Ji aliyê din Mela Hesen Restigar bi vegotina tişteke din gendeliya wê sîstema dijî mirovahiyê weha nîşan dide ku qaşo bi boneya jidayîkbûna  Reza Pehlewî, ku niha rola azadîxwazan dibîne, biryarê didin dema zindankirina kesên girtî kêm bikin. Wate ne tenê qanûn nebû, lê qanûn hez û xwasteka Şah û malbata wî bû.

Hesen Restigar behsa wan kesan jî dike ku hatine bidarvekirin.  Behsa wan kesan dike ku li benda bidarvekirinê bûn û hemû jiyan û temenê wan bi wê bendewariyê temam bû.  Ev nivîskar û siyasetvan dibêje gava ku girtiyekî, dema xwe ya girtîgeh, eşkence û sivikatiyên girtîgehê temam dikir, piştî 10 bo 20 salan dihate azadkirin, lê îcar wê demê jî sîstema sîxuriyê berdewam çavdêriya wî û jiyana wî dikir.  Ev yek bi serê Hesen Restigar bi xwe de hatiye û piştre hemû rêyekî li ber wî digirin ku nekare karekî di kerta perwerdeyê de bi dest bixe.  

Niha li gor wan bîranînan û wê ezmûnê gelo yekgirtina li gel mîratgirê wê sîstema hov heta çi astî karekî siyasî û hekîmane ye, Mela Hesen Restigar di bîranînên xwe de rûyê rast û bêmaske yê sîstema Paşatiyê nîşan daye.

KURDŞOP
650 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!