Goristana Asingeran: Dolmênên Zagrosê li Rojhilatê Kurdistanê

Kurdshop -   Piraniya lêkolînên şûnwarnasiyan îsbat kirine ku Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî parêzgeha Îlamê, cihê gelek li çandên kevnar bûye; Li vê herêma Zagrosê hejmareke zêde ya şûnwarên dîrokî hatine dîtin ku heta naha jî ji bo piraniya mirovan nenas in û mixabin li ber windabûnê ne.

Yek ji van şûnwaran jî Goristana Asingeran ango Hesinkaran a li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê ye; Li Îranê goristaneke kevnar ku ji serdema wê vedigere bo pêş dîroka Îranê. Di sala 2002’an de ev goristan ji aliyê dewleta Îranê ve weke yek ji asewarên netewî hatiye tomarkirin. Ev goristan yek kîlometrî dûrî gundê Seraw Karezan a ser bi bajarokê Sîrwan a parêzgeha Îlamê ye. Karnasên asewarnasiyê di vê baweriyê de ne ku mîmariya vê goristanê gelek dişibe bi mîmariya dolmênên Ewrupî re, ku wekî mîmariya "kevir" tê zanîn,

Maseya kevir an jî dolmên mîna kevirçinîna taybet a serdema kevnar a li Ewrupayê ye; Dolmên cureke li gorên bikom yên vê serdemê ku yek ji asewarnasên herî navdar ên serdema neolîtîk a Ewrupayê tên hesabkirin. Li cografiya parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê hejmareke zêde ji wan goristanan hene ku ji aliyê mîmarî ve dişibin dolmênan û li ser van goristanan gelek lêkolîn hatine kirin. Di sala 1960`î de, heyeteke hevpar a asewarnasî ya Îran-Belçîkayê piraniya van goristanan kolandin û di encamê de 9 goristan bi mîmariya hevpar dîtin; Wek goristanên Milekew li bajarokê Melikşahî û goristanên Çem Şêr, Ban Şeker, Taq Baram, Mîlemêr, Serêşkeft, Kalenûle, Xanperî û Asingeran li bajarokê Sîrwan; Ji van ya herî navdar goristana Asingeran e.

Li gorî lêkolînên ku di sala 2012’an de ji aliyê dewleta Îranê ve hatine kirin, ev goristan goristaneke malbatî û komî ye ku dîroka wê vedigere bo serdema mefrex û hesin, wate 2550 heta 3400 salan berî naha; Li goristana Asingeran nêzîkî 100 gorên komî hatine dîtin ku her gorek taybet bi malbatekê ye. Gorên vê goristanê pir giran in, giraniya her yekî di navbera 1 heta 5 tonî ye; Xuya ye ku ev kevir û kêlên giran ji herêma nêzîkî goristanê hatine anîn û li ser hev danîne. Forma goran dorveger e û di şiklê paramîd û pîramîdan de hatine avakirin.

Ji bo spartina miriyan bi axê ti kolîn nehatine kirin, gor li ser rûyê erdê hatine danîn, van goran jî ti qalibên taybet nînin; Lêbelê, karnas li ser vê baweriyê ne ku dem û cihê derketina rojê û rojavabûnê bandor li cih û goşeya goran kiriye, lewma ger kesek an malbatek serê sibê di dema derketina rojê de bimira, ew bi ber aliyê rojhilatê ve bi axê dispartin û eger dema miriyên van nêzîkî rojavayê bibûya,  ev ber bi aliyê rojavayê bi axê dispartin; Ev yek ji baweriyên şêniyên Zagrosê û têkiliya wî xelkê bi xwezayê re bûye.

Di encama kolandinên li herêma yek hektarî ya vê goristanê de hejmareke zêde li kerpîç û beroş û her weha mînakek kevirên tûj ku vedigerin bo serdema hesinî hatine dîtin. Gorên vê goristanê curbecur in, bilindahiya wan heta 2 metran dibe û panahiya van jî heta 1.5 metran dibin. Bi baweriya karnasan, li gorî pêkhatiye goran û awayê parvebûna wan li devera goristanê, ev goristan di çend serdemên cuda de hatine avakirin û ne tenê taybet bi serdemeke dîrokî ne.

Li gorî nêrîn û lêkolînên karnasan, mîmariya vê goristana "kevirî", ev mîmarî dişibe bi mîmariya dolmênên Salizburî ya Brîtanyayê. Û bi vê hilkeftê re gotine ku di gorên goristana Asingeran hevrengê dolmênan de, fonksiyonekî wê ya olî hebûye. Û îşare bi vê yekê jî kiriye ku di mîmariya gorên dolmênan de li heriyek taybet sûd hatiye wergirtin, lê di mîmariya gorên goristana Asingeran a Îlamê de ti heriyek taybet nehatiye bikaranîn û hemû bê ti tiştek li ser hev hatine danîn. Û îşare bi vê yekê jî hatiye kirin ku şiklê dorhêla gorên wê goristanê dişibin dîwarên kevirî yên Easton Henge li 120 kîlometriya bajêrê Londonê.

Goristana Asingeran yek ji şûnwarên dîrokî yên parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê ye, ku ciheke bo geştyariya xelkê wê herêmê, lê ji aliyê xelkê Rojhilatê Kurdistanê û navçeyên din ên Kurdistanê ve ne naskirî ye.

Mixabin ev goristan gelek caran ji aliyê qaçaxçiyan ve hatiye binpêkirin û piraniya asewarên di goran de hatine dizîn.

KURDŞOP
638 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!