Şadî
Peykerên Qralên Mêr
Girê Şêran ji ber ku nêzî Çemê Firatê ye ji hêla çandiniyê û hilberîna berheman de ji ciheke dewlemende. Ji xwe herêm deşt e mirov bi hêsanî dikare ku hem ji aliyê baweriyê de hem jî di aliyê hiyerarşiya dewletbûnê de rêxistin bikin û bikarbînin.
Peykerên di kolanên şûnwarî yên herêmên li derdora vê derê de beriya vê derê derketine piranî yên xwedawendan in. Lê li vê derê cara yekem peykerên qralên mêr derketine holê û beriya sazîbûna rexistina hiyararşîk ya dewletbûnê 3 sed salan li vê derê mabedeke olî ji hatiye dîtîn. Ev yek jî dide nîşandan ku li wê herêmê êdî ol an jî bawerî dikeve bindestê mêr û ev yek jî bi xwe re pergaleke hiyerarşîk ya destpêka dewletbûnê dide avakirin.
Hem ji aliyê heman serdem û hemdemî ya wê derê bi sumeran re û hem jî mîmarîya rexistinbûna rebazê zorê li Mezopotamya jorîn ya wê derê giringiya vê derê ya dîrokî hîn bêhtir derdixe holê. Dîtina çekên wekî şûr û yên dişibin çekên ku xwe parastin û êrişê li wê derê tê wateya ku li vê derê pergaleke dewletbûn û zorê hatiye avakirin. Wisa xuyaye ku li wê derê hem êriş û hem jî xwe parastin hatine kirin. Ciheke ku çekên êrîş û xwe parastinê lê bên dîtin tê wateya ku li wê derê nobedariya hin tiştan tê kirin.
Berî Zayînê 2 hezar û 700 salan û pê ve çandeke wê derê ya teybetmendiyên wê bi xwe derdikeve pêş heye. Ew der herêmeke ya Hattîyane ango Hîtîtiyan e. Pişt re dikeve bin desthiladariya Hîtîtan de û qralê Hîtîtan I. Şuppiluliuma ( Berî. Zayînê hezar û 344 – hezar û 322) wê derê wekî baregeha xwe ya bingehîn bikartîne û êrişî paytexta Mîttaniyan Waşukanî dike. Waşûkanî navê Serêkaniyê ya niha ye. Li Bakur û Rojavayê Kurdistanê dimîne û li ser sînore. Têlên sînor ew bajar kirine du beş. Gelek caran rastî êrişên imperatoriya Asûran tê. Tiglat Pileser(Berî Zayînê hezar û 115- hezar û 76) êrişî bajar dike û herêmê naçar dike ku bacê bide. Piştî wî cardin Sargonê duyemîn (Akad) di sala 712an Berî Zayînê de êrişî wê herêmê dike û talan dike. Piştî Asuran dikeve bin desthiladariya Medan û pişt re ji dikeve bin desthiladariya Persan û bi rêzê Îskenderê mezin, Selefkos, Roma, Bizansî tên û ji xwe piştî sedsala 5’emîn. Piştî zayînê jî wekî goristan tê bikaranîn.
Li Girê Şêran hemû nîşaneyên destpê kirina dewletbûnê derketine
Kesên ku li vê derê di wê serdemê de dijiyan mirov dikare bê gotin ku sê erkên desthilatdariyê dibin destê xwe de digirtin. Ya yekem li wê derê Berî Zayînê 3 hezar û 600’an de mabeteke olî heye. Piştî wê 3 hezar 300’an de qesreke îdarî ya hatî çêkirin jî hatiye dîtin û di wê qesra îdarî de gelek mohrên ji bo bazirganiyê hatine dîtin û 9 şûrên ku ji metal hatine çêkirin di wê derê de hatine bidestxistin. Ev yek jî dide diyarkirin ku rêxistineke aborî û desthilatdarîyeke îdarî li Girê Şêran heheye.
Dikare bê gotin ku serdema sumeran ya ku bi dewletbûnê û di serî de bi bajar dewletan destpêkiriye di heman serdemê de li Girê Şêran jî bi dewleta Urukan re rengek hemdemî pergala rêxistinbûna dewletê dane destpê kirin. Dibe ku li ser çem bi awayê çandinî têkiliya wan ya çandî bi hev re hebe lê şert û mercên wê serdemê dema tê hevber kirin hemû nîşane wê diyar dikin ku bi rengekî siyasî an ji rêveberî têkiliya wan hev re hebe.
Li Girê Şêran kolanên ku hatin kirin de qesrekî di salên 3300 – 3000 Berî Zayînê hatî çêkirin, herwaha perestgehekî 3600 – 3500 Berî Zayînê hatî çêkirin, zêdetirî du hezar xitmên bi mohran hatine kirin, herwaha asewarên metal ên giranbuha hatine dîtin. Hemû nîşaneyên ku hene diyar dikin ku wê demê li Girê Şêran arîstokrasiyek hebûye û wêneyê dewletbûnê yê destpêkê yê fermî, ol û navendekî çandî li Girê Şêran avabûye.