Şûnwarên Girê Şêran ên li Mezopotamya Jorîn – Beşa 1

Şadî

Kurdshop – Girê Şêran yek ji cîhên niştecîhbûnê ya serdema dewletbûnê ye ku dîroka wê diçe hetanî Berî Zayînê 5 hezar salan. Ev girê ku xwedî dîrokeke kevnare 7 km dikeve bakurê rojhilatê bajarê Meletî ya Bakurê Kurdistanê û 15 km nêzîkî  Çemê Firatê ye. Qasî 30 metreyan bilind û 200 metreyan dirêj û 120 metreyan jî firehiya wê heye. Li gorî lêkolînên şûnwarî ji Berî Zayînê 5 hezar salan hetanî Piştî Zayînê sadsala 5-6’an. Wekî cîhekî niştecîhbûnê hatiye bikaranîn. Piştî sedsala 6an  wekî goristan êdî hatiye bikaranîn û heta roja me ya îro jî hatiye.

Lêkolînên li Girê Şêran cara yekemîn di sala 1930’an de di bin pêşengtiya Louis Delaporte de ji aliyê tîmeke fransî ve hatine kirin. Armanca wan kolanên şûnwarî li herêmê xwestine ku lêkolînên xwe li ser serdema piştî Hîtîtan hêj kurtir bikin û bizanin ku ka li wê herêmê kîjan bajar dewletên piştî Hîtîtan hatine ava kirin û di çi astê de ne destnîşan bikin. Di wan kolanên 1930’an de du peykerên şêran û peykereke yê mirovan hatiye dîtin û ew peyker birine muzexaneya Enqereyê. Kolanên şûnwarî yên esasî li wê derê di sala 1961 de ji aliyê tîma ekîba zanîngeha Roma Le Sapienza ve hatine kirin. Heta salên 1970’yan kolan dibin serokatiya Alba Palmieri de hatiye meşandin. Heta roja me ya îro jî kolanên li wê devera dîrokî dem bi dem berdewam dikin.

Girê Şêran ji bo Mezopotamya jorîn gelek daneyên girîng derxistine holê. Li gorî lêkolînan perestgeh û mabedekî ku Berî Zayînê 3600’an de hatiye ava kirin hatiye dîtin. Ev dem jî heman demê serdema Sumer û Uruk a ne. Yanî çawa ku dibêjin destpêka dewletbûnê ji Sumeran û Urukan destpê kiriye li Mezopotamya Jorîn jî li vê derê dewletbûyîn bi rêya wê perestgeh û mabed û hin derketinên ku hene aşkera dibe ku sazîbûna dewletê li wê derê jî hebûye. Cara yekemîn bajarên bi rêkûpêk û li gorî hiyerarşiyeke dewletbûn û fermiyeteke desthilatdariyê li Firata jorîn nêzî bajarê Meletî li Girê Şêran destpêkiriye.

Ji xwe di sala 2014ê de ji aliyê UNESCO ve Girê Şêran di lîsteya Mîrata Cîhanî de bi awayê demkî cîh girt û piştî lêkolîn û kolanên ku hatin kirin, di civîna 44emîn a li roja 26ê Tîrmeh 2021ê de ku li Çînê bi awayê online hat li darxistin de biryar hate dayîn ku, Girê Şêran wek dewleta herî kevin a bajarî ku li Mezopotamya Jorîn û Anatolya hatî ava kirin bê tomar kirin.

Girê Şêran ji dema Kalkolîtîk heta serdema hesinî gelek şûnwar û asewar lê hatine dîtin û ji Hîtîtiyan heta Roma û Bîzansiyan ji gelek şaristaniyetan re bûye şahid û di lîsteya mîratê Cîhanî ya UNESCOyê de bi awayekî mayîn de cîh digre. Naha jî bi hewkariya Zanîngeha Arkeolojiya Roma ya Îtalyayê û Rêveberiya Mûzexaneya bajarê Meletî ve her sal kolan ji havînê destpê dikin û heta payîzê berdewam dikin û wek mûzexaneyekî vekirî ji xizmetê dike. Sala 2019ê de kolanên ku hatin kirin de gelek asewar hatin dîtin. Tîma kolana arkeolojî ya Îtalyayê gelek parçeyên seramîkî yên ji fîncan heta serikên tîr û morikan, amûrên ji hestî hatine çêkirin, heta ji kevirên çeqmakê û amûrên muzîk û hêstiyên bedena zarokekî yê 5 hezar û 700 salî hatin dîtin.

MOHRÊN BAZIRGANIYÊ

Cardin di encama kolanên şûnwarî de gelek mohrên ku beriya serdema nivîsê li vê derê bi armanca bazirganiyê hatine bikaranîn, bi destketine. Ev yek nîşaneya ku li vê herêmê bazirganiyeke girêdayî organîzasyoneke siyasî û hiyerarşîk ya xurt heye. Tişteke bala mirov dikişîne ku gelek mohr ji aliyê mirovên wê serdemê ve hatine şkandin. Şîroveyên ku li ser vê xalê tên kirin ji wiha ne: “Dibêjin ku ji bo ku careka din ev mohr neyên bikaranîn hatine şikandin. Yanî ev mohr di bazirganiyê de di berdêla mal û milk de hatine dayîn û piştî ku deynê xwe dane vê carê jî wekî ku deynê xwe mîsoger bikin ku deyn hatiye dayin, hatine şikandin. Di bin gir de Qesreke mezin ya ku Berî Zayînê 3 hezar û 300 sal berê hatiye çêkirin, hat dîtîn. Cardin li gorî daneyan û mîmariya qesrê ew qesr wekî ciheke baregeha rêveberiyê ye. Cardin li derdora qesrê kolanên rêkûpêk tiştên li wê derê hatine dîtin. Herwaha aşkera dibe ku ev der ne ciheke ji rêzê ye. di vê derê de 9 şurên metal hatine dîtin. Ev yek ji dide xwiya kirin ku mirovên ku li wê derê pergala dewletbûnê avakirine. Li gorî hemû kolanên şûnwarî yên heta niha li Mezopotamya jorîn hatine kirin de cihê ku herî kevin yên pergala dewletbûnê li wê derê tê dîtin.

KURDŞOP
530 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!