Şadî
Kurdshop – Çîroka perestgeha dîrokî ya Mor Bosus-Mort Şuşan a li Newala Qoriye ya Şirnexê bi sedsalane ji nifşekî bo nifşekî hatiye veguhestin û heta roja me ya îro hatiye.
Perestgeha Mor Bosus-Mort Şuşan a li gundê Hêdil a ser bi navçeya Hezex a parêzgeha Şirnexa Bakurê Kurdistanê, piştî zayînê di salên navbera 100 bo 200 salî de li damenên Newala Qoriya an jî bi navê wê yê din li Geliyê Cehenemê û li damenên Çiyayê Bagokê hatiye ava kirin. Bi sedsalane ew perestgeh li ser piyan maye, dem bi dem wek Dêra Mesîhiyan jî hatiye bikaranîn. Perestgeh di sala 2021ê de ji aliyê Saziya Herêmê ya Parastina Hebûnên Çandî ya Amedê ya ser bi Wezareta Çand û Turîzmê ango geştyariyê ve, wek Hebûna Çandî yê Pêwîste bê parastin û nayê veguhestin hate pejirandin.
Li gor rîvayet û çîroka ku ji aliyê perestgeha Suryanî ya Ortadoks: Mor Bosus û xwîşka wê Mort Şuşan bawerî bi Hezretî Îsa anîne û hemû îşaretên pîroz ên Xirîstiyantiyê qebûl kirine û ji ber wê jî herdu xwîşk ji aliyê parêzgarê Pers ê Fîr, Esfes û Bed Zabdayê yê bi navê Abuzerd bi şûrê xwe, dema ku ew 12 salî ne wan qetil dike. Mor Bosus û Mort Şuşan û li gel wan Mor Levangin ê ku ew bi ava pîroz tafîl kirine û şuştine li wê şikefta li damanê Newala Qoriya tên kuştin. Herwaha 11 kesên din li gel mamostayên xwe Mors Stefanos Bar Şebyo yê Arzûnî jî piştî mîladê sala 379ê de li heman cîhî tên kuştin. Piştî kuştina wan oldarên mesîhî, bawermendên gundê Hêdilê jî cîhê ku Bosus û Şuşan lê hatine kuştin, ji bo bîranîna wan wê perestgehê çêdikin.
Herwaha cîhê ku herdu xwîşk lê hatine kuştin, ji aliyê xelkê gund ve navê ‘’Deviya Fadil’’ lê tê kirin. Li wî cîhî tişta pîroz darê berûyê yê ku 40 çiqên wî hene tê bawer kirin ku ji ber wan şînbûye. Herwaha her sal ji aliyê Siryaniyan ve ziyareta wî cîhê dara berûyê tê kirin. Lê di roja me ya îro de li wî gundê Siryanî yê Hêdilê tenê yek Siryanî jî nemaye. Keşeyê perestgeh û Dêrê yê ku ji Swîsrê hatiye destnîşan kirin ê bi navê Fadî Georgis jî, li gundeke din ê Hezexê yê bi navê Midhê dimîne, tenê di nav heftiyê de çend rojan tê wê Dêrê dimîne. Perestgeha ku di demekî nêzîk de hatiye nûjen kirin, vê gavê cemaeta wê tine.
Çîroka herdu xwîşkan
Keşeyê Dêrê Fadî Geogis derbarê dîroka Dêrê û Perestgehê de dibêje: Gundê Hêdil berê di nav sînorê navçeya Nisêbîn a ser bi parêzgeha Mêrdînê bû. Nisêbîn ket dest Romayiyan û ev aliye jî ket dest Farsan. Piştî Mîladê ango Zayînê di salên navber 300 bo 603an, ew Mesîhiyên ku li vê derê jiyan dikirin xwe dan gel Romayiyan, gotin em baweriyê bi keviran naynin, em tenê baweriyê bi xwedê dikin û ew baweriya ku li ser sepandin qebûl nekirin. Ji xwe navê Hêdil jî gelek wateyeke giring pênase dike, navê Hêdil di Siryaniya kevin de tê wateya ‘’Yek Xwedê’’ ango Hed tê wateya Yek, il – el jî tê wateya xwedê.
Derbarê çîroka herdu xwîşkan de jî Georgis got: Herdu xwîşk piştî ku bi ava pîroz hatin şuştin hatin kuştin. Li gel wan jî bi sedan kes hatin qetil kirin. Ev çîroka wan ji nifşekî bo nifşekî din hate veguhestin û heta roja me ya îro hat. Ev çîrok ji bo wan Siryaniyên ku li vê derê koç kirin û herwaha ji bo wan misilmanên ku naha li vêderê jiyan dikin ve baş tê zanîn. Dara berûyê ji bo me jî ji bo misilmanan jî pîroz e. Li gel her tiştekî jî ji ber ku ev perestgeh û Dêr hîn li ser piyan maye ev yek ji bo me cîhê bexteweriyê ye û em bi vê gelek keyfxweş in.
Dara Çil Kezî
Şêniyê gundê Hêdil ku li ê bi navê Şirîn Aslan ê 80 salî jî derbarê dîrok û giringiya perestgehê de dibêje: Ew herdu xwîşkên ku şehîdên vê perestgehê dema ku direvin, ji wan Mort Şuşan tê kuştin. Xwîşka wê ya Mor Bosus jî direve û xwe di nav sewalan de vedişêre, lê piştre wê dibînin û wê jî dikujin. Piştî ku xwîna wê li vê derê diherike di cîhê xwîna wê lê herikiye ev dara Berûyê şîn dibe. Herwaha cîhê ku xwîşka wê jî lê hatiye kuştin li Geliyê Cehenemê jî heman dar şîn dibe. Lê ew dara din wek 40 keziyane û ji ber wê jî jê re tê gotin ‘’Dara Çil Kezî’’ ev çîroke jî ji aliyê bav û kalên me ve ji bo me hatiye gotin. Ji ber wê jî ev dar û ev perestgeh ji bo me gelek giring û bi wate ye. Em jî vî darî ji ber ku wek ziyaret û tirbe qebûl dikin, ti kesek nikare ne bibire û ne jî li gel wî darî ajalên xwe biçerîne. Misilman jî Xirîstiyan jî tên serdana wê û diçin. Dema ku mirov bin vê darê de dirûne wekî mirov di nav daristanekî de ye û mirov asûde dibe.