Nivîsa li ser kevirê Kêleşînê, mîratekî çar hezar salî ye

Hilkeftiya nivîsa kevirê Kêleşînê

Nivîsa Kevirê Kêleşînê yek ji mîratên girîng yên dîrokî yên Kurdistanê ye ku nêzîkî 4 Hezar salan li cihekê ku li sînorê di navbera Başûr û Bakur û Rojhilatê Kurdistanê danîbûn û naha li muzexaney bajêrê Urmiyê tê parastin.

Nivîsa Kevirê Kêleşînê li nêzîkî gundê Kêleşînê ku dikeve ser sînorê naha yê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û li nêzîkî gundê Dirûd li rojavayê bajarê Şinoyê hatiye dîtin. Ev nivîs li milê çiyayekî di navbera bajarokê Sîdekan û bajarê Şinoyê de hatiye danîn. Di heyama şerê 8 salî yê di navbera Îran û Iraqê de, ku navçeyên sînorî bûne meydana şer û pevçûnên navbera hêzên leşkerî yên her du welatan, li ser daxwaza xelkê deverê, ew nivîs ji bo parastinê bo muzexaneya Urmiyê hat veguhastin.

Her çend ku diviyabû li gorî yasayê ew nivîs piştî bidawîhatina şer bo cihê xwe bihata vegerandin û li muzexaneyeke bajarê Şinoyê bihata danîn, lê Komara Îslamî ya Îranê rê nedaye vê yekê.

Taybetmendiyên nivîsa kevirê Kêleşînê

Bilindahiya nivîsa Kevir 167 cm û firehiya wê 40 cm ye. Di binê nivîsa kevir de stûnek 23 cm dirêj û çar cm bilind e. Mezinahiya Kevirê Kêleşînê ji serî heta binî di navbera 28 û 30 cm de ye û giraniya wê 1600 kîlo ye.

Cureyê wî kevirî ku ji bo çêkirina kêla vê hatiye bikaranîn li herêmê tine ye, lewma xuya ye ku kevir ji cihekî dûr hatiye anîn.

Nivîsa kevir li her çar aliyan bi du zimanên Urartuyî û Aşûrî û bi tîpên bizmarî hatiye nivîsandin. Beşa Aşûrî ji ber guleyan zirareke mezin dîtiye, beşa Urartuyan jî ji ber ba û baranê zirar dîtiye, lê nivîs bi gelemperî tê xwendin.

Navûdengê Kêleşînê û dîroka vedîtina wê

asewarnasekî Almanî yê bi navê Schultz yekem kes bû ku Kêlaşîn bi cîhanê da nasîn. Wî asewarnasî di sala 1929an de ew nivîs keşf kir û nivîsa wî ya li ser kevir li cem xwe nivîsandibû. Lê, piştî kuştina wî di sala 1838an de, ti şopa nivîsa Kêleşînê ku wî cem xwe parastibû nehat dîtin.

Piştî wê bûyerê, asewarnasekî Brîtanî yê bi navê Rawlsnin, ku şûnwarên kevnar ên Kirmaşanê jî tomar kiribû, duyemîn kes bû ku çend nivîsên li ser wê nivîsa kevir li ser kaxezê ji nû ve nivîsandin û radestî zana, şûnwarnas û pisporên nivîsên kevnar kirin.

Piştre, di heyama salên 1853 û 1858an de, du zilamên bi navê Khanikov û Blau karîbûn nivîsa Kêleşînê çê bikin. Blau di sala 1858an de li ser berhevoka lêkolînên ku li ser Kêleşîn hatine nivîsandin gotarek amade kir û weşand.

Di sala 1882an de rojhilatnasekî bi navê Sayke karîbû teksta Kêleşînê ya Urartuyî bixwîne û wergerîne.

Di sala 1890an de, asewarnasekî Fransî yê bi navê Jacques Domorgan bi yek ji esilzadeyên eşîra Zerza ya Şinoyê re serdana herêmê kiribû û di heyama du demjmêran de bi awayê Aşampaj bo yekem car qalibek tema a nivîsa kevir çêkir. Wî asewarnasî pişt re beşek ji nivîsa Aşûrî ya Kêleşînê ji Pirşîl re veguhastibû, ku yek ji navdartirîn zanayên Aşûrînas yê navûdeng yê wê demê bû. Pirşîl, bi kedeke mezin, di dawiyê de karîbû nivîsê wergerîne û bi pêşgotinekê di rojnameyeke Parîsê de biweşîne.

Teksta nivîsa li ser Kevirê Kêleşînê:

Dema “Îşpûînî” kurê “Sardur”

Şayê mezin, Şayê hêzdar

Şahê Cîhanê

Şayê welatê Nayîrî

Serwerê mezin yê bajarê Tuşbaşar û kurê wî Minwa.

Ji Xwedayê Xalidî re li bajarê Mûsasîr

Hatin vê perestgeha bilind a ku ji bo xwedayê Xalidî re hatibû çêkirin.

Îşpûniyê kurê Sardur, çekên giran ên şer û keriyên bedev anîne.

"Işpuînî" kelûpelên Mefrexî û potên Mefrexî anîne.

Îşpuînî gelek nêçîr anîye.

Wî ev hemû diyarî dîsa li Perestgehê danîn.

Îşpuînî ev diyarî hemû di berdêla duwanzdeh Xalidiyan danîn.

Ji bo domandina jiyana xwe, ew ji Xwedayê "Xalidî" re pêşkêş dike…

"Işpuînî" wekî nîşana xêrxwaziyê, 1112 çêlek,

 

Ji bo bexşînê 9 Hezar û 120 pezên qelew û 12 Hezar û 480 bizinên qelew anîne.

Dema ku “Îşpûînî” kurê “Sardur”

Şayê mezin, şayê hêzdar,

Şayê cîhanê

Şayê welatê Nayîrî

Serwerê mezin ê bajarê Tûşbaşar ji Xwedayê Xalidî hêvî kir.

ji bo dilovaniya Xwedayê "Xalidî"

Eva …

Paşê Îşpuînî ev ajal û kelûpel li ber deriyê perestgeha xwedayê Xalidî bi cih kirin.

Li Mûsasîrê zêrevanan nêçîrên xwe berdabûn an dawî bi parastina van anîbûn.

 

Li ber deriyê xwedayê Xalidî dizîn û firotin.

 

Di vê demê de ku Îşpûînî kurê Sardur û Minwa yê kurê Îşpûînî bo hêvîkirinê hatin bajarê Mûsasîrê.

Pezek pêşkêşî xwedayê Xalidî kirin û weha gotin:

Kî van nêçîran ji ber deriyê Xwedayê Xalidî bidize, kî bibîne ku wan dizîne û xwe di tarîtiyê de winda dike.

Her kesê ku li bajarê Mûsasîrê dijî û dibihîse ku ev nêçîrên han ji ber deriyê xwedayê Xalidî tên dizîn û di gel xwe dibin û pê wê aciz nabe, xwedayê Xalidî ti dilovniyek ji bo wan mirovan tineye û zaroka wî\ê li ser rûyê erdê radike.

Kî vê nivîsê li vir rake, kî vê nivîsê bişkêne, kî ji yekî din re bêje vê nivîsê bişkêne, hemû xwedayên bajarê Mûsasîr, xwedayê Xalidî, xwedayê Hewa û xwedayê Rojê, zarokên wî\ê li ser rûyê erdê nahêle.

KURDŞOP
495 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!