Givaş û Serkutkariyên li pey hev ku dijminan bi ser Kurdan de anîne çi caran nayêne jibîr kirin û herwisa şoreşên ku li dijî wan serkutkariyan jî hatine kirin û bi tundî û bi hemû hêzekê ve li dijî zordariyê sekînandine, nabe ew jî bêne jibîrkirin.
Piştî serhildana Agiriyê, serkutkariyên Tirkan li dijî Kurdan li Bakurê Kurdistanê her bedewam bûn. Bi hezaran Kurd piştî şoreşa Agiriyê li warên xwe hatine dûrxistin; Gelo ji bilî serhildana Agiriyê çi serhildanek din hebû? Gelo çima Tirk serhildana Dersîmê û komkujiya Kurdên wê deverê vedişêre? Ev hemû pirsyarane hene ku divê bêne bersivdan!
Dewleta Tirkiyê li sala 1934an, genêral Kenan ê Fermandarê artêşa Çarem a Amedê ji bo Şirnexê bi rê kir û li wir jî bi merema jinavbirina serhildana Kurdan, wan bi komî ji bo deverên din ên Tirkiyê dûr bixe; Li gorî zaniyariyan wê demê çiya û gundên Kurdan li devera Şirnexê nêzî 5 rojan bi berdewamî û li dû hev hatine topbarankirin û her wî generalê Tirkan li sala 1934 û 1935an bo çavtirsandina Kurdan sedan lawên Kurd komkuj kirin.
Lê ji bo rakirina vê perdeyê û derxistina rastiyê divê em behsa şoreşa Dersîmê ya sala 1937an bi serokatiya Seyîd Riza Dersîmî bikin ku desthilata Tirkiyê şiyana veşartina wê serhildanê nebû.
Dewleta Tirkiyê di sala 1937an de yasayek pejirand ku gelek desthilat di wê yasayê de hatibûne pejirandin. Wê yasayê gelek karbidest û fermandarên leşkerî kiribûne hakimê bajaran û wan hikimdaran desthilata encamdana her tiştekê hebûn; Wan dikarîn di dadgehên navçeyî de bi awayê serbixwe fermana bidarvekirinê bi ser xelkê de bisepînin. Bilî zimanê Tirkî, hînbûna tev zimanên din hatibû qedexekirin û herwisa xwendina pirtûkên biyanî û ferhengî jî hatibûn qedexekirin û çend xalên din yên wiha hebûn ku di yasaya sala 1937an a Tirkiyê de hatibûn pejirandin. Lê kesek jî hebû ku li dijî wê yasayê û serkutkariyê bisekîne ku ew jî Seyîd Riza Dersîmî bû.
Seyîd Riza jidayîkbûyê bajarê Dersîm ê ser bi Bakurê Kurdistanê û kurê Seyîd Îbrahîm e; Bavê wî serokê eşîreta “Hesnan” e ku li rojavayê Dersîmê dijiyan. Seyîd Îbrahîm li gundê Derî Ahrî dijiya û kesekî xuya bû û desthilateke berfireh di nav xelkê xwe de hebû. Seyîd Riza li cem zanayê olî yên wek Mihemed Elî Efendî” dersa olî xwendiye û wî mamosteyî bandoreke baş li ser hişyarkirina Seyîd Riza di warê neteweyatî de hebûye.
Seyîd Riza piştî mirina bavê xwe û li ser wesiyeta bavê xwe dibe cihgirê wî û li gundê Agdad ê di bin çiyayê Tucîkê de cihgir dibe. Seyîd Riza kesekî dilovan û rûxweş bûye û navbirî piştî şoreşa Şêx Seîd Pîran a sala 1925an gelek alîkarî da wan Kurdên avare.
Li sala 1936an artêşa Tirkiyê bi eşkere komek binkeyên leşkerî li deverên sereke yên Dersîmê de ava kirin. Seyîd Riza yê rêber û serokê Kurdan bo wê kiryara artêşa Tirkiyê li sala 1936an li gel general “Ebdullah Alpdogan”, Serokê Candirmeyên Xarpêtê dikeve nav danûstandin. Seyîd Riza di dema civînê de mebesta şerxwazane ya dewleta Tirkiyê ji bo wî aşkera dibe û her bi wê mebestê jî Dr. Nûrî Dersîm bi mebesta têgihandina raya giştî ya cîhanê li vê meseleyê dişîne bo Ewrupayê.
Piştî wê hevdîtinê general Ebdullah Alpdogan, daxuyaniyekê belav dike û daxwazê ji tev serokeşîretên Kurdan dike ku li gor rêjeya hejmara wan 200 hezar çekan teslîmê dewletê bikin û di heman demê de jî birêveberên dezgehên ewlehî yên Tirkiyê bi afirandina fitneyan serokeşîreyên Kurdan li dijî hev han didan.
Seyîd Riza jî daxwazê ji general Ebdullah Alpdogan dike, ku wê daxuyaniya teslîmkirina çekan hilweşîne û herwisa daxwazê jê dike ku demûdezgehekê wisa di navçeyê de ava bike ku mafê netewayetî yê xelkê Kurd dabîn bike. Dewleta Tirkiyê zû bertekê nîşan dide û çend hêzên polîsî dişîne bo Dersîmê û di heman demê de artêşa Nehem li sînorên Dersîmê cihgîr dike. Rojane balafirên Tirk bo çavdêrîkirinê li ser vê deverê difirin û ewa jî dibe sedema kerb û kîna xelkê Kurd û di wan deveran de şer û pevçûneke sivik çêbû; Nêzî demsala Zivistanê bû û sir bû sedema vê yekê ku Dersîm her di bin dorpêçên dijmin de bimîne.
Dema ku Buhara sala 1937an hat û befr li çiyan nema, hêzên leşkerî yên Tirkiyê dîsan dest avêtin bi kiryarên xwe yên qirêj û candirmeyên Tirkiyê bi hinceta bêçek kirina eşîretên Kurdan kevtine nav xelkê û binçavkirina wan; dîsan şer û pevçûn destpê dike, bi taybetî li devera Mazgêrt roj bi roj şer û pevçûn zêde dibûn. Buhara heman salê kurekî Seyîd Riza yê bi navê Barîbirahîm bi fermana bavê xwe diçe cem Tirkan û li fermandê deverê daxwaz dike ku dawî bi wan kiriyarên leşkerî bînin û wê yekê bi danûstandinê çareser bikin, lê di dema zivirînê de rastî boseya efserên Tirkan tê û li wir tê kuştin.
Seyîd Riza bi bîhîstina vê nûçeya tal dest bi dorpêçkirina devera Kurganan dike da ku bikujên kurê xwe bigire, lê bikuj li wir nemabûn û reviyabûn. Êdî şer bi serokayetiya Seyîd Riza li dijî serkutkariya Tirkan tê destpêkirin. Tirkan bi lezgînî hêzeke mezin di devera sînorî ya cihê serhildanê de cihgir dike. Hêzên Tirkiyê pêk hatibû ji 7 artêşan û navenda serkirdayetiya wan hêzan jî li Diyarbekirê bû, lê yekîneya wan hêzan li Riha, Sêrt, Wan û Xarpêtê û nêzî Edenayê bû; Eva jî bi vê mebestê bû ku rê ji serhildana Seyîd Riza bigrin û nehêlin ber bi başûr ve herin.
Dê berdewam bike…