Arkeolog, li Geliyê Xurs a Mêrdînê li dû şopa 200 hezar sal berî naha ya mirovahiyê ne

Şadî

Kurdshop – Geliyê Xursê ku dikeve naçeya Qoser a bajarê Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê, bi sûlav, seyrangeh û bi bedewiyên xwe yên xwazayî tê naskirin û balê dikşîne.

Geliyê Xursê li ser rêya Mêrdîn-Qoserê ye û 7 kîlometreyan ji navenda bajêrê Qoserê dûr e.

Li geliyê Xursê hindek ji welatiyan ji bo ku dengên xweş yê çûkan bibîhîsin û hindek ji welatiyan jî ji bo xwe hênik kirinê û bikevine gola biçûk ya li wê herêmê diçin wê deverê.

Niştecihên wê herêmê dibêjin, li wê deverê germahiya hewayê di demsala havînê ji 40 dereceyan derbas dike.

Herwaha welatî dibêjin, ew der ji bo geştiyariyê, hênik bûnê û dem derbas kirinê, cihekî gelekî xweşe û biheşta veşartî ya Qoserê ye.

Bi kolandina arkeolojîk ya li şikefta Ulukoyê ya dîrokî ya li geliyê Xursê ku dikeve navçeya Qoserê, gelek bermahiyên dîrokî û malên kevirîn yên girêdayî serdemên cuda, hatine dîtin û tê armanc kirin ku bigehêjin îşaretên girîng yên 200 hezar sal berê.

Li bajarê şaristaniyan Mêrdînê, şikefta ku  di serdema Roma, Bîzans, Selçûqî û Osmaniyan de niştecîhbûn lê hebûye, gelek kelheyên dîrokî, qesir, tirbe, mizgeft, dêr û malên kevirîn lê hene û li Geliyê Xursê yê dikeve taxa ulukoyê di serokatiya rêvebiriya mûzeya Mêrdînê de di şikeftekî de kolana rizgar kirina bermayên dîrokî destpê kir.

Rêveberiya muzexaneya Mêrdînê û Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê bi tîmeke hevbeş di vê şikefta dîrokî  ku 23 mêtreyan dirêje û 16 metreyan jî kûre de, bi rêya amûrên wek murç ango hesinê ku pê keviran dişkînin û kun dikin, mêkut û çekûçan li dû bermayên dîroka kevnar digerin.

Di serokatiya Rêveberê Muzexaneya Mêrdînê Ganî Tarkan û Endamê Beşa Wêje û Fakulteya Arkeolojiyê yê Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê Doçent Dr. Ergul Kodaş û bi beşdariya gelek xwandekarên bi dil ango xwebexş ên zanîngehê ve kolan û lêkolînên li wê şikefta kevnar de hatin pêkanîn de gelek amûrên serdema Paleolîtîk ango ya serdema kevirîn a destpêkê yên birîn û kun kirinê yên ji kevirên çeqmakî hatine çêkirin hatin dîtin.

Rêveberê Muzexaneya Mêrdînê Ganî Tarkan vê derbarê de ragehand: Di kolanên ku vê gavê jî li wê şikefta dîrokî tên kirin de, heta naha 3 qonaxên serdema paleolîtîkê yên wek Paleolîtîka Jor, Paleolîtîka Navîn û Paleolîtîka Jêrîn û gelek bermayên wan deman jî hatine dîtin. Ji ber wê jî şikefta Ulukoy gelek giring e. Di serdema paleolotîk de amûrên ku mirovan bikaranîne yên ji bo birîn, kun kirin û herwaha gelek bermayên din hatin dîtin. Herwaha gelek amûrên wê serdemê yên mirovan ji bo nêçîrê bikaranîne hatin bidest xistin. Dibe ku em bigehin hin bermayên hêstiyên sewal û ajal û mirovên wê serdemê jî. Eger em skêlet ango bedeneke mirov û hêstiyên wî yên temamî bibînin ev dê ji bo me kelecanekî gelek giring be. Lê piştî lêkolînên pêwîst li ser wan tiştên ku hatine dîtin temam bibin em dikarin êdî dîroka wan jî bi temamî destnîşan bikin.

Herwaha diyar kir, di şikeftê de em pêşbînî dikin ku jiyaneke niştecîhbûyî hebûye, lê bi bermayên din ên derbikevin ve em dikarin encamên teqez destnîşan bikin.

Ganî Tarkan diyar kir, xebat bi başî birêve diçin û ragehand: ‘’Wekî kolana Ulukoyê nimûneyekî din li cîhanê kêm e, em dikarin bibêjin li Mezopotamya Bakur li ser kolanên di şikeftekî dema paleolitîk yekem nimûne ye.

Herwaha Doçent Dr. Ergul Kodaş jî ragehand, li herêmê ji bo arkeolojiya berî dîrokê gelek nîşane di vê şikeftê de dest ketine û kolan berdewam dike û diyar kir: Hêvîdarim ji bo destnîşan kirina wan serdeman a li vê herêmê û nasandina wê ya ji bo cîhana zanistê dê xwedî rolek giring be. Em naha dikarin bibêjin û me îspat kir ku ji serdema Neolîtîk kevintir ango serdema gelek berî wê jî li vê herêmê jiyan hebûye û em behsa 200 hezar salan dikin. Li 4 navçeyên Mêrdînê ew lêkolînên rûberî yên me pêkanîn de me gelek bermayên wan demên kevin dîtin û bidest xistin. Lê di vê şikeftê de ew dîroka ku heyî tescîl kirin û nasandin û bi temamî jî dîroka wê bi awayekî zanistî îspat kirin gelek giringe û xebatên me naha li ser wê ne.

KURDŞOP
632 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!