Perestgeha Anahîta, şûnwarek bo Kanî û Baran ê

Cihê Perestgeha Anahîta

Perestgeha Anahîta li bajarê Kengawer ê parêzgeha Kirmaşanê ye û 94km`an dûrî navenda bajarê Kirmaşanê ye.  Rêya Kirmaşanê bo Hemedanê di ber milê rojavayê yê peristgehê re derbas dibe.  Kengawer dikeve rojhilatê Kirmaşanê û piraniya xelkê bajar bi zarawayê Lekî diaxivin.  Perestgeha Anahîta avahiyeke kevirîn a mezine ku li ser girekî hatiye çêkirin.  Beşa herî zêde ya wê peristgehê herifî ye, bo ayîna xwedayên Kanî û Baranê hatiye avakirin, hin kes dibêjin ku ew yek ji koşkên Xesrew Perwîz şahê herî dawiyê yê Sasaniyan e ku temam nekir. Perestgeha Anahîta yek ji avahiyên herî mezin ên kevirîn ên Rojhilatê Kurdistanê ye ku ji ber erdheja sala 1957`an beşeke wê ya mezin herifî, lê dîsan jî xuya dike ku yek ji avahiyên herî bi heybet ên dema xwe bûye. Du kîlometran dûrî vê perestgehê kaniyek (Madenek) keviran heye ku kevirên pêwîst bo avakirina vê perestgehê ji wir hatine derxistin. 

Dîroka Perestgeha Anahîta

Li gor hemû paşmayên perestgehê, ev avahî bo xwedayên Av, Kanî, Baran, Anahîta hatiye avakirin. vedigere bo serdema ola Mîtrayî û di sedsalên berî mîlada Mesîh de hatiye avakirin. Bi dirustî nayê zanîn ka xîmê vê avahiyê kengî hatiye danîn. Hin kes dibêjin avakirina vê ji serdema Hexamenişiyan ve destpê kiriye. Hin kesên din jî pişta xwe bi dîroknasên Ereb û Îranî girê didin û dibêjin ku danîna kevirê bingehîn ê wê perestgehê vedigere serdema Xesrew Perwîz şahê Sasaniyan.  hin kes jî dibêjin di sedsaliya sêyem a berî mîlada Mesîh de dest bi avakirina wê hatiye kirin.  Lê hemû lêkolînvan li ser wê baweriyê ne ku di salên dawiyê yên Împaratoriya Sasaniyan de hatiye çêkirin. 

Piştî hatina Îslamê bo navçeyê guhertin bi ser vê perestgehê de hatiye û ji aliyê bakurê rojavayê wê avahiya Îmamzade Îbrahîm, mizgeftek û bazarek hatiye çêkirin.

Her li cihê perestgehê hin paşmayên desthilata Selçûqiyan jî hatine dîtin. Piştre bi dirêjahiya salan û herifîna beşek ji perestgehê, xelkê navçeyê xaniyên xwe li ser bingeha perestgehê avakirine, bi wî awayî beşek ji perestgehê ketiye bin xaniyên gundekî bi navê “Geçken” ku heta 50 salan berî niha jî ew gund mabû û piştre xelkê wê bo ciheke din hatin veguhestin ku paşmayên wê perestgehê bêne parastin.

Di sala 37 an a  miladî de “Îzîdor Xaraksî”, erdnîgarê Yûnanî di yek ji pirtûkên xwe de bi navê “Wêstgehên Part”ê bo cara yekem navê perestgeha Anahîta aniye ku li navçeya Kengawerê ye û bal kişandiye ser wê yekê ku ev perestgeha Artîmîs bûye ku di efsane (Ustureyên) Yûnaniyan de hevtayê Anahîtaya Mîtrayî ye. Her ji ber wê, ev perestgeh bi navê Anahîta tê naskirin.

Avahîsaziya Perestgeha Anahîta

Perestgeha Anahîta li ser girekê ye ku bilindahiya wê 32 metre û li deşta Kengawerê ye. Derdora perestgehê dîwarê kevirî ye û her bi keviran çend seko (dik) hatine çêkirin ku bi wî karî ser wî girî rast kirine. Rûyê wê perestgehê berê xwe dide aliyê Başûr. Her li deriyê ku dikevin hundir, bi du rêzên qaldirme (Pêlekanan) xelk diçe nav perestgehê.

Ji wan kesên ku destpêkê lêkolîn li ser perestgeha Anahîta kirine ”Ojin Filandin”  û “ Paskal Kêst” in ku du rojhilatnasên Ewrupî bûn ku wesa hizir dikirin ew perestgeh li ser metoda avahîsaziya Yûnanî hatiye çêkirin. Bo îsbatkirina vê hizra xwe, perestgeha Palmîra ya Sûriyê weke mînak nîşan dane. Lêkolînvanên Ewrupî di wê baweriyê de ne ku di dema Sasanî û Eşkaniyan de pevguhertina çandî li gel Yûnaniyan hebûye û ew avahî bi modela avahîsaziya Yûnanî hatiye çêkirin û berhemê wê pevguhertina çandî ye.

Beşên sereke yên perestgeyekê ku hê jî mane

Dîwar û Sekoyên derdora wê

Bo safkirina wî girê ku ew perestgeh li ser hatiye avakirin, endazyaran bi sûdwergirtin ji teht (Kevirên mezin) û gêçê (Cipsim) dîwar û dikên kevirî bi stûriya 18 metran avakirine. Li ser wan sekoyan çend stûnên mezin ên kevirî hatine çêkirin ku heta niha jî paşmayên wan diyar in.      

 Pêlekanên pê dikevin hundir

Li du aliyên başûrê wê avahiyê, du rêzên pêlekanan (Qaldirme) hene ku dirêjahiya her yek ji wan 1.54 metre ye û di dawiyê de digihêjin ber belekonekê ku di astê wê perestgehê de ye.  Ti stûneke wê balkonê nebûye. Di dema Îslamê de ser wan pêlekanan bi keviran girtine ku hatinûçûn hêsan be ji ber wê yekê li gor deverên din baştir maye.  Aliyê rojhilat 26 pêlekan û aliyên rojava 21 pêlekan hene.

Stûn

Li ser her yek ji dîwarên perestgehê, rêzeke stûnên mezin ên kevirîn tên dîtin ku bilindahiya her yek ji wan sê caran ji stûriya wan zêdetir e, ku ew, yek ji taybetmendiyên wê avahîsazîyê û endazyariyê ye û li çi perestgeheke din li cîhanê tişteke wesa nayê dîtin ku bilindahiya stûnan sê caran bi qasî stûriya wan be.

Ev stun ji sê beşan pêk tên, piranya pisporan di vê baweriyê de ku cudahiya wan stûnan li gel stûnên din ku di avahiyên dîrokî yên li seranserê cîhanê de hene ew e ku, ev stûn bo wê yekê nehatine çêkirin ku banekê li ser wan çêkin, lê ew tenê sînorê cografî yê vê perestgehê diyar dikin ji ber wê tiştek li ser wan nehatiye danîn. 

Avahîsaziya Selçuqiyan

Di rûyê dervê û li milê Başûr ê wê perestgehê, çend dîwarên xişt hatine dîtin û endazyariya wan ji ya avahîsaziya perestgeha Anahîta cuda ye  û di demekê de jî nehatiye çêkirin.

Li gorî lêkolînan, ev paşmayên beşek ji wan avahiyane ku di serdeam Selçuqiyan de hatine çêkirin, ku xanî, kargeha (kûpik)an, hemam û sîstema av û avrêjê tê de ye.

KURDŞOP
601 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!