Girê Til Birak a kevnar li Rojavayê Kurdistanê

Şadî

Kurdshop – Tir Birak hemû dîrokên şaristaniyên ku li ser Cizîrê re derbas bûne, xwedî dîrokekî 6 hezar sal berî zayînê  ye. Di dîroka kevnar de Cizîra jorîn ji ber cihê xwe yê stratejîk, dibû armanca hêzên mezin.

Herêma Cizîrê ya li Rojavayê Kurdistanê bi girên xwe yên dîrokî tê naskirin. Girên kevin yên li herêmê gelek şûnwaran di nava xwe de dihewînin û ev yek rola wan ya di dîroka kevnar de teqez dike. Til Birak yek ji cihên  ku xwedî rol bûye û mohra xwe li dîrokê xistiye.

Til Birak li bakurê rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye û 40 kîlometreyî li navenda bajêr dûre. Herwaha 45 kîlometreyan dikeve başûrê rojavayê Qamişloyê. Li ser rêya herdu bajarê Heseke û Qamişlo de, li ser perava çemê Ceq ceqê ye.

Til Birak girê herî mezin yê herêma Cizîrê ye. Dirêjahiya gir 800 metreye, firehiya wê jî 600 metre ye. Li derdora vî girê mezin, gelek girên biçûk jî hene ku vedigerin 4 hezar sal beriya zayînê û serdema Romayîyan. Di 4 hezar sal beriya zayînê de, rûpîvana Til Birak weke bajêr, giştiye hezar hektarî. Lê bajêr ji wê jî kevintire. Ji ber ku şûnewarên herî kevin ku hatine dîtin, vedigerin 6 hezar sal beriya zayînê.

Di serdemên kevin de, cihekî xwe yê stratejîk hebûye û hiştiye ku bibe navenda bazirganiya di navbera herêma rojhilata kevin û Sûriya Anatoliya û Mezopotamya.

Lêgerina herî kevin li Til Birak, ji aliyê şûnwarnasê Fransî, Pîyêr Bodebard, di navbera salên 1927-1928’tan de pêk hatiye. Lêgerînvanê zanistî yê şûnwaran yê Înglîzî Max Malowan di navbera salên 2937-1939’an de pêk hatiye.

Di sala 1976’an  de şandeke Brîtanya ya bi navê zanîngaha Londonê, bi rêvebiriya Dêvîd Otis, li Til Birakê karê lêgerînê hate destpê kirin. Şûnewarên Til Birak vedigerin 4 hezar sal heta 6 hezar sal berî zayînê. Ji destpêka 6 hezar sal beriya zayînê, şaristaniya civakên rojhilata kevin cudabûna xwe diyar dikir. Her civakekî pêşketina xwe di aliyekî de bi rengekî taybet çêdikir. Li Til Birak şûnewarên ku vedigerin dema çanda Til Xelefiyan hatin dîtin. Li gorî şûnwarên ku hatine dîtin, diyar dibe ku ev gund, gundekî Til Xelef ê girîng bûye. Herwaha diyar dike ku pêywendiyên wê yên xurt li gel Mezopotamya hebûye.

Navê Xelef, vedigere devera  jê re tê gotin Til Xelef a li bakurê rojavayê Serêkaniyê li perava çemê Xabûrê. Şaristaniya wê herêmê li ser destê şûnwarnasê Almanî Fon Omen Hi ve hatiye dîtin. Dîroka vê şaristaniyê vedigere 6 hezar  sal heta 5 hezar sal berî zayînê. Ev herêm li çemê Firat a li rojava, heta çemê Zap ango Zêyê mezin ya li rojhilat dirêj dibû. Weke kevaneyekî ku sînorê bakur a çiyayê Toros bû.

Bi destpêka 4 hezar salî berî zayînê re, li Til Birak serdemeke nû ya bi navê serdema Uruk destpê kir. Ev şaristanî ku bi navê berbanga dîrokê jî tê naskirin, li ser çemê Firatê, 30 kîlometreyan başûr rojhilatê bajarê Semawa ya başûrê Iraqê ye ku şûnwarên wê şaristaniyê cara pêşîn lê hatin dîtin. Giringiya vê serdemê vedigere guhertina şêwazên jiyana şaristaniyên kevin. Ji ber ku di wê serdemê de bajarvaniya sivîl û Olî nivîsandin û mohrên girover hatine bikar anîn û cara yekem bronz wek çek û alavên cuda hatine bikar anîn.

Beşek ji dîroka Til Berek vedigere şaristaniya Nînowayê ku li wir 5 gir hene û li hember wê jî şaristaniya Xabûrê hebûye. Lê cihê stratejîk li şaristaniya Nînowayê Girê Leylan ku ew jî nah adi nav sînorê Rojavayê Kurdistanê ye. Di serdemên pêştir de gelek şaristanî hatine wê deverê ku yek ji wan şaristaniya Akadî bûye. Akadiyan li wir mîrtiya xwe ava kirine û dest danîne ser Sûriye û bakurê Mezopotamya yê. Til Birak jî yek ji navendên girîng yê Akadiyan bûye. Gelek şûnewarên wan hatin dîtin ku yê herî binav û deng koşka Akadiyan bûye.

Li gorî şandeya Brîtanyayî ku li Til Birakê lêkolîn dikir, nasname û navê Til Birekê yê wê demê Nagare ye. Nivîsên ku li Til Leylan hatine dîtin behsa Nagar dikin. Li gorî wan nivîsan peymanek  di navbera şahê Til Leylan ango Girê Leylanê û şahê Kext de hebûye. Kext ku naha jêre Til Berî tê gotin, nêzîkî Til Birakê ye. Navê Nagar di nivîsên Êbla de jî tê gotin. Ev nivîs behsa têkiliyên bazirganiya di navbera Êbla û Nagar de dikin. Til Birak bi giringiya xwe dihate naskirin û bi Orkêş ango Girê Mozan û Til Bêder re, roleke girîng di dîroka siyasî û şaristaniya herêma Cizîr û Firatê de xwedî rolekî giring bûye.

Vekolînên li herêmên cuda li cizîre ya Sûrî teqez kirine ku ev herêm di bin desthilatdariya Mîtaniyan de bûye. Vekolînên şûnwaran li Til Birakê teqez kirin ku ev cih yek ji bajarên sereke yên Împratoriya Mîtanî bû ye.

Piraniya peykerên ku li wir hatine dîtin, nûnertiya xwedavendîtiyê dikin ku bedewbûna jinên wê serdemê pêşkêş dikin. herwaha piraniya peykerên ku hatine dîtin ji madenan hatine çêkirin û piraniya wan pêykeran naha li mûzexaneyên Heleb, Dêra Zorê û Brîtanyayê ne.

KURDŞOP
525 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!