Kelheya dîrokî ya Bestam a Urartuyan li Rojhilatê Kurdistanê

Kelha Bestam weke yek ji cihên geştiyarî yê parêzgeha Urmiyê tê destgirtin û nêzîkî gundê Bestamê ya ser bi bajarê Qereziyadînê ye.

Şadî

Kurdshop – Kelha Bestam ku li kêleka gundê Bestamê yê ser bi  bajarê Qereziyadînê ya li parêzgeha Urmiyê ye. Tê gotin, ev kelheya herî mezin a şaristaniya Urartuyane, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê. Herwaha tê gotin ku li Cîhanê jî weke kelha 3emîn ya herî mezin a şaristaniya Urartuyane. Kelha Bestam bi qasî 2 hezar û 800 sal berê ji aliyê gelên Urartuyî ve hatiye çêkirin û heta demekî jî yek ji cihên girîng ên parastinê û nehatî şikandin a şaristaniya Urartuyan bûye ku ti kesî nekariye bikeve wê derê. Kelha dîrokî ya Bestam yek ji cihên hêjayî dîtinê yê li bajarê Çaldiran a Rojhilatê Kurdistanê ye û di sala 1352 ya hicrî şemsî ango sala 1972’yan di lîsta mîrateya netewî ya Îranê de hatiye tomar kirin.

Kelha Bestam weke yek ji cihên geştiyarî yê parêzgeha Urmiyê tê destgirtin û nêzîkî gundê Bestamê ya ser bi bajarê Qereziyadînê ye. Herwaha gundê Bestam yê ku di armanca geştiyaran de ye dikeve rojavayê bajarê Qereziyadînê û di 10 kîlometriya rojavayê bajarê Qereziyadînê de cîh digre.

Kelha Bestam, ji aliyê firehiya xwe ve sêyemîn şûnwarê dîrokî yê Urartuyan tê hesibandin û li Cîhanê jî weke mezintirîn kelha Urartuyan tê hesibandin. Li gor kevirên nivîsandî yên ku hatine dîtin, ji aliyê qralê Urartuyan ê bi nave ‘’Rosayê duyem’’ yê di navbera salên 645 û 685 berî zayînê hatiye çêkirin.

Tîmeke arkeolojîk a Alman di kolandinên xwe yên ku di sala 1969 heta 1978ê, li herêma Bestam û derdora wê pêk anîne, 4 kelehên Urartuyan ku yek ji wan Bestam bû ye, nivîseke Urartuyî ya ji nav çûyî û gelek kelûpel û firaqên metal peyda kirine.

Urartuyî şaristaniyetekî kurdî ya 1500 sal heta 600 sal berî zayînê ye û navenda paytexta wê jî Tuşba ango Wan a Bakurê Kurdistanê ye. Dewleta Urartu sînorên wê Kurdistan û bilindayiyên Ermenîstanê jî li xwe digirt.

Ev keleh li ser çiyayekî li kêleka gundê Bestamê ye û xwedî diwarên sitûr yên ku bi şêwaza mîmariya serdema Urartuyan, hatine xêzkirin û li ser newala jêrîn bi temamî kontrola wê heye. Kela Bestam di wê demê de bi armanca kontrol kirina rêyên bazirganiyê yên ku ji aliyê Bakurê Kurdistan û bajarên Tebrîz, Erdebîl yên Îranê û gola Urmiyê ve hatûçûn dihat kirin, hatiye çêkirin. Herwaha li gorî agahiyên gelê wê herêmê, ev keleh di şêwazê tûnelekî parastinê de bûye ku wê bi bajarê Çurs, ku bajarê pêncemîn yê herî mezin ya wê demê bû ye, bi hev re girê dide û bircên biçûk, ji bo çavdêrî kirinê li dora wê hebûne. Ew bajarê Çurs naha jî wek gundekî dîrokî û geştyarî yê ser bi bajarê Qereziyadînê ya parêzgeha Urmiyê ye.

Ev kelhe piştî serdestiya Medan a li wê herêmê hatiye terikandin, tevî ku di serdema navîn de di heman demê de di dema Moxolan de, ji aliyê komeke Xirstiyanan ve hatiye bikaranîn û bermahiyên ku ji wan mane, nîşanên xaçperestan hene ku li ser zinarên bajarê Rosaye tên dîtin.

Kelha dîrokî ya Bestamê xwedî giringiyeke dîrokiye, ku di wî warî de dosyeya wê berhema dîrokî ji bo tomarkirina di lîsteya berhemên Cîhanê de hatiye amade kirin. Herwaha ev keleha dîrokî ya Bestam di sala 1972’an de di lîsteya mîrateyên netewî yên Îranê de hatiye tomar kirin.

Beşên cuda yên kelha Bestamê.

Li gor zanyariyên arkeolog û lêkolîneran kelha Bestam ji sê beşên jêrîn yên kelhê pêktên ku ji navenda kelhê û serê kelhê pêk hatiye. Beşa yekemîn ji bo leşker û hespan, beşa duyem ya perestgehê û beşa sêyem jî ji bo Qralê Urartuyan hatiye veqetandin.

Nivîsa ku ji kelha Bestamê ku bi zimanê Urartuyî hatiye dîtin, ji bo lêkolîn û sûd jê wergirtina lêkolîneran, li Muzeya netewî ya Tehranê tê parastin.

Mîmariya Kelha Bestam

Kelha Bestam yek ji bajarên herî bi navûbang yê Urartuyan bûye û ji ber wê yekê jî weke bajarê Rosayî jî tê naskirin. Bajarê Rosayî bi qasî 32 hektariye ku derdora kelhê jî di nava xwe de hildigre.

Di nava abîdeyên di serdema Urartuyan yên li ser mîmariya kelhê, avahiya rojhilat, qada niştecîhbûnê ya kelhê û kanalên ji bo temîn kirina avê jî cîh digrin. Vekolînên arkeologan nîşan didin ku ev kelhe di nava 50 salan de û di sê qonaxan de hatiye ava kirin û xwedî perestgeh, bazar, cihê hikumetê, birc, bend û dergeh û rêyên derketina taybet yên veşartiye.

Kelha Bestam xwedî dîwarekî xurt yê keviriye ku li ser zinarekî bilind hatiye honandin, li deşt û newaleke berfireh dinêre.  Di nava kelheyê de çend beşên cuda hene ku ji bo mêvanan, leşkeran, perestgehan hatiye bikar anîn û cîhên lê mayînê û îdareyan hene.

Keleha ku ji bo parastina qada dîrokî hatiye çêkirin, di salên dawî de bi qasî 620 metreyî bi perjînan hatiye dorpêç kirin.

KURDŞOP
652 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!